Bombardûmana li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker di navbera 20 û 29'ê Îlonê de hema hema her roj bombardûman li Herêmên Parastinê yên Medyayê kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê bombardûmana artêşa Tirk a dagirker de ev agahî parve kir:

"Artêşa Tirk a dagirker bi hawan, obus û balafirên şer bombardûman li Herêmên Parastinê yên Medyayê kir. Agahiyên berfireh ên li ser van êrişan wiha ne:

20'ê Îlonê saet di navbera 18:30 û 19:00 de gundê Hizankê yê li qada Deşta Nehlê ya navçeya Akrê bi balafirên şer hate bombekirin.

24'ê Îlonê saet di 20:30'î de zeviyê gundê Yekmalê yê li nehiya Bamernê ya herêma Metîna bi balafirên şer hate bombekirin.

25'ê Îlonê saet di 11:15'an de derdora gundê Guzê yê navçeya Amediye ya herêma Garê bi balafirên şer hate bombekirin.

25'ê Îlonê saet di 13:00 de quntara Girê Çiyareş ê herêma Zapê bi obus û hawanan hate bombekirin. Ji ber bombardûmanê şewat derket û şewatê 2 rojan dewam kir.

25'ê Îlonê saet di 17:30'î de zeviyê gundê Beşili yê nehiya Bamernê ya herêma Metînayê bi balafirên şer hate bombekirin.

25'ê Îlonê saet di 18:30'î de qada Werxelê ya herêma Avaşînê bi balafirên şer hate bombekirin.

26'ê Îlonê saet di 19:30'î de qada Keşanê ya herêma Heftanînê bi balafirên şer hate bombekirin. Piştî vê bombardûmanê heman qad û quntara gundê Şîlanê bi helîkopteran hate bombekirin.

27'ê Îlonê saet di 17:30'î de artêşa Tirk a dagirker ji bo agir berde qadên Geliyê Basya, Dola Hesabas û Gundê Dirê yên herêma Avaşînê bombardûman bi obusan kir. Ji ber bombardûmanê şewat derket û dewam dike.

28'ê Îlonê saet di 09:30'î de qada Stunê ya herêma Avaşînê bi hawanan hate bombekirin.

28'ê Îlonê saet di navbera 21:00 û 21:30'î de qada Kolitê ya herêma Xakurkê bi helîkopteran hate bombekirin.

29'ê Îlonê saet di 04:00 de qadên Goşinê û Sinînê yên herêma Xakurkê bi balafirên şer hatin bombekirin."