Biryara ‘nepenî’ danîn ser dosyeya kesên li Qersê hatibûn destgîrkirin

Biryara ‘nepenî’ danîn ser dosyeta 21 kesên li Qersê hatibûn destgîrkirin ên ku Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca jî di nav de bû.

Di çarçoveya lêpirsîna Dozgeriya Komarê ya Qersê di destê sibehê de Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca, Hevserokê HDP’ê yê Qersê Cengîz Anli jî di nav de 21 kes bi hinceta ku ‘endamên rêxistinê’ ne, hatibûn destgîrkirin. Derbarê kesên hatine destgîrkirin ji bo 4 rojan biryara destgîrkirinê hate dayin.

Wezareta Karê Navxweyî Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca, Alîkara Hevşaredar Mûazzez Çagritekîn, endamên meclîsa şaredariyê Kaya Nakî, Fahrettîn Kaya, Omer Albayrak, endamên Meclîsa Giştî ya Bajêr Halîl Kan û Sûat Bayhan jî bi hinceta ‘endamên rêxistinê’ ne, ji peywirê bi dûr xist.

Piştî hevdîtina parêzer, bi hinceta ‘delîl tên komkirin’ biryara nepeniyê anîn ser dosyeyê. Tê payin ku îfadeya 21 kesan roja Duşemê were stendin.

Di operasyona qirkirina siyasî de ev kes hatibûn destgîrkirin:

“Şevîn Alaca, Cengîz Anli, Mûazzez Çagritekîn, Kaya Nakî, Fahrettîn Kaya, Omer Albayrak, Sûat Bayhan, Halîl Kan, Hamdî Erkmen, Hamît Taşdelen, Medya Tagay, Reîs Baykîz, Zorba Başkûtlû, Şengul Erkmen, Selda Mandûz, Îzzet Altig, Adem Karataş, Sabrî Avag, Bulent Agbaba û Hazal Agadeve.”