Birîna ku 90 sal in nakewe: Komkujiya Zîlanê

Di ser komkujiya Zîlanê re 90 sal derbas bû ku sala 1930'î li herêma Geliyê Zîlanê ya li navçeya Erdîş a Wanê hate kirin. Tevî vê dema dirêj a di ser re derbas bûye êş û birînên wê hîn jî dewam dike.

Li Geliyê Zîlanê yê li navçeya Erdîşê ya Wanê, di sala 1930'î de 50 hezar Kurd ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kuştin. Salvegera 90'î ya Komkujiya Zîlanê ye. Di 13'ê Tîrmeha 1930'î de li Geliyê Zîlanê jin, zarok, extiyar, ciwan bi deh hezaran mirov hatin kuştin. Tevî ku 90 sal di ser komkujiyê re derbas bûne, hîn jî birîn nekewiya ye, hêrsa li dijî kujeran jî mezin e.

Bi deh hezaran mirovên li Geliyê Zîlanê hatin kuştin bi rengekî komî li deverên nediyar hatin veşartin. Heta niha jî cihê gora van mirovan nayê zanîn. Gundên Hacikaş, Hasanabdal, Dolûca, Şahbazar, Doganci, Tendurek, Çakirbey, Yilanlik, Harhûs, Babazeng, Komur, Şor, Şorik, Murşît, Mescîtlî, Karakîlîs, Kunduk, Zorava, Aryûtîn, Hallackoy, Koşkopru, Kûrûçem, Mulk, Kîlîse, Gosk, Partaş a Jêrîn, Partaş a Jorîn, Bînesî, Bûnîzî, Pelexlû, Kerx, Sogutlu, Migare, Kardogan, Kelle, Hostekar, Sûvarkoy, Kizilkîlîse, Ziyaret, Hîraşen, Komîk, Şeytanava, Bîrhan û Koçkopru ya Jorîn jî di nav de 44 gund hatin şewitandin.

ZÊDEYÎ 50 HEZAR MIROV HATIN KUŞTIN

Dewleta ku gund şewitandin bi hezaran kes bi rengekî komî bi gulereşandinê kuştin û avêtin nava êgir. Yên sax man jî ber bi bajarên Tirkan ve sirgûn kirin. Dest danîn ser heywanên gundiyan û mal û milkên wan. Gundiyên ku ji bin cenazeyan sax filitîn an jî reviyan, demeke dirêj neçar man bi rengekî qaçax bijîn. Dewleta Tirk hejmara mirovên di Komkujiya Zîlanê de hatin qetilkirin weke 15 hezar kes eşkere kir. Lê belê şahidên wê demê û hin çavkaniyên cuda dibêjin ku zêdeyî 50 hezar mirov hatin kuştin.

'GUND BI TEMAMÎ HATIN HILWEŞANDIN, EŞQIYA HATE ÎMHAKIRIN'

Têkildarî komkuijya ku li Geliyê Zîlanê hate kirin, 16'ê Tîrmeha 1930'î di rojnameya fermî ya dewletê de di Rojnameya Cûmhûriyetê de wiha dihate ragihandin: "Li quntara çiyayê Agiriyê gundên ku ji eşqiya re mêvndarî dikirin bi temamî hatin şewitandin û gundî sewqî Erdîşê hatin kirin. Hejmara eşqiyayên di operasyona Zîlanê de hatin îmhakirin zêdeyî 15 hezar kesî ye. Tenê li pêşiya mufrezeyekê hezar kes hatin kuştin. 5 eşqiyayên li Geliyê Zîlanê asê bûn teslîm bûn. Şerê li vir bi rengekî mezin hate meşandin û Geliyê Zîlan lepalep bi cesedan tijî bû."

Serokwezîrê wê demê Îsmet Înonu jî di 31'ê Tebaxa 1930'î de ev daxuyanî da rojnameya Mîlliyetê ya wê demê: "Li vî welatî tenê mafê neteweya Tirk heye ku mafê xwe yê etnîkî û nijadî bixwaze. Mafê kesekî din ê bi vî rengî nîne. Yên ku bi propagandayên bêbingeh xapiyane, rêya xwe şaş kirine Tirkên rojhilatî ne."

GORÊN KOMÎ DI BIN AVÊ DE HATIN HIŞTIN

Dewleta Tirk a ku li Geliyê Zîlanê qirkirin kir, herêm destpêkê bi temamî bêmirov hişt, piştre jî dest bi talankirina xwezayê kir. Geliyê Zîlan ku daristaneke xwe ya xurt hebû û cihê bi hezaran cûreyên heywanan bû, bû hedefa dewletê. Darên bi salan, bi hezaran salî yên li herêmê hatin birîn. Di serî de ga, pekovî û mihiyên çolî yên li herêmê gelek heywan hatin qetilkirin.

Dewleta Tirk ku bi deh hezaran mirov di gorên komî de veşart, piştre di sala 1978'an de Bendava Koçkopru çêkir û beşeke mezin a gorên komî di bin avê de hişt. Dewleta Tirk ku li Zîlanê dest danî ser xaka Kurdan, di sala 1980'î de Tirkên Kirgiz lê bi cih kir û polîtîkaya Tirkkirinê meşand. Ji Kirgizan jî cerdevan ava kir.

ÊŞ Û HÊRS DEWAM DIKE

Kesekî li Geliyê Zîlan ku ji ber ewlekariyê nexwest navê xwe eşkere bike, diyar kir ku li Geliyê Zîlanê tevî ku 90 sal di ser komkujiyê re derbas bûye, êş hîn jî dewam dike, her wiha hêrsa li dijî dewletê didome û got, "Sala 1930'î di qirkirina Zîlanê de kalkê min û gelek xizmên min kuştin. Mîna bi hezaran kesên hatin qetilkirin gorên kalkê min û xizmên min nîne. Ya ku li Zîlanê qewimî komkujî nîne, qirkirin e. Ji ber ku Kurdên li herêmê bi temamî tune kirin. Heta ku em li ser vê xakê bin em ê êşa vê ji bîr nekin. Em ê teqez hesabê vê qirkirinê bipirsin."