Bîranîna Roboskî: Kujer wê hesab bidin

Malbatên Roboskiyê gotin AKP'ê, ''36 birayên me bi destê leşkerên girêdayî hikûmetê hatin kuştin'' û pêşniyara konferansê kirin. Heseroka HDP'ê Pervîn Buldan jî got, wan rexne li xwe anîne û komkujî bi destûra dewletê hatiye kirin.

19 jê zarok 34 kesên ku 28'ê Kanûna 2011'an bi balafirên şer ên Tirk li navçeya Qileban a Şirnexê, li gundê Roboskiyê hatine kuştin, di salvegera 7'an de li ser gorên wan hatin bibîranîn. Di bîranînê de hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan, gelek wekîl, parêzerên mafê mirovan û parêzerên baroyan hazir bûn.

Li ser navê malbatan daxuyanî Velî Encû da, ku biraye wî jî di nav de gelek xizmên wî di komkjiyê de hatibûn kuştin.

Encû di daxuyaniyê de got, ligel diyar e û tê zanîn ka komkujî çawa û bi fermana kê hatiye kirin jî, tiştek di derbarê berpirsan de nehatiye kirin.

DMME XWE KERR Û LAL DIKE

Encû li ser mijara  bi hinceta ku rêya hiqûqa navxweyî neqediyaye redkirina dosyaya dozê ya li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) got, dosyaya dozê ji hêla dadgehê ve bi helwesteke siyasî hatiye pakkirin û got, DMME li bara komkujiyê xwe kerr û lal dike.

DIVÊ REXNEYÊ LI XWE BÎNIN

Encû her wiha rexne li wekîla HDP’ê Meral Daniş û Serokê Baroyê Nuşîrevan Elçî anî û got, ''Meral Daniş Beştaş li ser mijara ku wê doz çawa were rêvebirin malbat qanih kirin, li ser navê partiyê barê siyasî dayî ser xwe  û Nuşîrevan Elçî ku ewreq di dema xwe de nedaye, divê pêşî li ber Roboskîyan, li ber hemû gelê Kurd û raya giştî ya heqxwaz rexndana xwe bidin, hesab bidin; ev berpiyariya wan heye. Lê çi seyr e ku van du mirovan heta niha rexneyeke wiha li xwe neanîne.''

PÊŞNIYARA KONFERANSÊ

Encû got ji bo ku rêyên dîtir yên vekirina dosyayê werin vekirin divê konferansek were amadekirin û got, ''Baroyên Kurdistanê, rêxistinên mafê mirovan, parêzerên mafê mirovan û rêxistinên civaka sivîl bila konferansekê li dar bixin. Ev konferans bila pêvajoya Roboskiyê bi berfirehî û bi zelalî nîqaş bike. Ji bo ku ev dozên wiha nebin amûrê navûdendiyê û tazmînatê bila aqilekî hevpar were çêkirin. Bila ev konferans bang li Beştaş û Elçî bike û bike ku rexnedana xwe bidin. Em jî zanibin bê ka çi kêmasî li kû derê hatiye kirin.''

'BI DESTÊ LEŞKEREN AKP'Ê HATIN KUŞTIN'

Encû bang li AKP'ê jî kir û got ''36 birayên me bi destê leşkerên hikûmetê hatin kuştin, hûn nikarin ji vê rastiyê birevin.''

BULDAN REXNE LI XWE ANÎ

Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan got, komkujî bi zanebûn hatiye kirin û berpirs bi teqezî wê hesab bidin.

Buldan her wiha li ser rexneyên malbatan jî got, ''Rexneyên malbatê li ser seran û ser çavan'' û domand, ''Heke kêmasiya me ya partiyê hebe, ji holê rakirina vê kêmasiyê peywir û berpirsyariya me ya herî mezin e. Li bara kêmasiyeke ji me, li ser vê gorê, ez rexnedana xwe didim û soz didim. Lê bila malbatên me zanibin, ti caran ne tenê bûn û ji niha û pê de jî wê ne tenê bin.''

'BI PEJIRANDINA DEWLETÊ QETIL KIRIN'

Buldan herî dawî got: ''Em careke dî li ser goran bang li rêveberên vî welatî dikin. Heke ev mirov bi agahiya we, bi pejirandina we, li gel ku we dizanîbû ji bo ku mehê 50 lîre bi dest wan bikeve, diçine wî aliyê sînor, we ew qetil kiribin divê hûn berpirsan derxînin dadgehê. Ti kes wê nikaribe ji berpirsyariyê bireve. Di serî de dadgehên leşkerî, heke li hemû dadgehan ev doza Roboskî tê redkirin divê mirov bifikire. Ev doz çima dikeve, çima tê redkirin? Naxwe berpirs, kujer diyar in. Lê her kes direve ku berpirsan bîne ber dadgehê.''