Biradost û Balekayetî ji aliyê Îranê ve tê bombekirin

Hate ragihandin ku îro jî pasdarên Îranê bi dijwarî herêmên Biradost û Balekayetî yên Başûrê Kurdistanê bombebaran dike.

Hat ragihandin ku hêzên Pasdarên Îranê nêzî saetekê ye ku her du herêmên Biradost û Balekayetî bi dijwarî bombebaran dike.

Deverên binarê çiyayê Helgurd, sînorê Gundejorê, Çîxî Derî û Bêrme Sard ên herêma Balekayetî, her wiha deverên Berbizina, gundê Perex û gundên Ketîne yên herêma Biradostê ji aliyê rejîma Îranê ve bi dijwarî tên bombebarankirin.

Hat hînbûn ku bombebarana li herêmê hîn jî didome. Têkildarê ziyanên canî û madî agahiyek nehatiye bidestxistin.

Ev 8 roj in ku hêzên Pasdarên rejîma Îranê herêmên Balekayetî û Biradostê bi dijwarî bombebaran dikin. Di 28’ê Îlonê de jî rejîma Îranê navend û baregehên hizbên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê bombebaran kir ku di encamê de heta niha yek jê jina du canî, 13 kes hatine qetilkirin û her wiha 58 kes ku piraniya wan sivîl in jî birîndar bûn.