'Bîr û baweriya Ocalan gihiştiye cîhanê, tecrîd bê wate ye'

Çalakvanê Siyasî Îbrahîm Mihemed got, “Bîr û baweriya Rêber Ocalan gihiştiye cîhanê. Li tevahî cîhanê li ser vê paradîgmaya alternatîf nîqaş û nirxandin tên kirin. Ji bo wê ye ku nikarin bi vê tecrîdê bigihêjin armancên xwe.”

Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi destê hêzên navxwe û navneteweyî dîl hate girtin û radestî dewleta Tirk a dagirker hate kirin, dikeve sala xwe ya 25’an. Ev 24 sal in Ocalan li Girava Îmralî di nava tecrîd û mercên giran ên jiyanî de li ber xwe dide.

Di vê çarçoveyê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li her derê çalakî û helwestên xwe gelê Kurd, hêzên azadîxwaz û dilsoz nîşan didin. Çalakvanên Siyasî yên Başûrê Kurdistanê jî nerazîbûnên xwe nîşan didin. Di vê çarçoveyê de Çalakvanê Siyasî yê Başûrê Kurdistanê Îbrahîm Mihemed ji ANF’ê re axivî.

‘KOMPLO Û TECRÎD NE QANÛNÎ, EXLAQÎ Û MIROVÎ YE’

Mihemed bal kişand ser Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Komplo û tecrîda li ser Abdullah Ocalan hata bêjî, ne qanûnî, ne exlaqî û ne mirovî ye. Dewleta Tirk a dagirker û taybet faşîst Erdogan fobiya wî li hember Kurdan heye û hez ji Kurdan nake. Dewletên Navneteweyî jî ji tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku 22 meh in ti agahî jê nayê girtin, berpirs in.

‘BÎR Û BAWERIYA RÊBER OCALAN GIHIŞTIYE CÎHANÊ’ 

Çavdêrê Siyasî Îbrahîm Mihemed qala tecrîdê jî kir û ev nirxandin kir: “Ev tecrîd heman demê tê awteya binpêkirina qanûnên ku bi xwe danîne û qenet pê tînin. Bi taybet CPT a ku qaşo saziyeke li dijî êşkenceyê ye, divê bi rola xwe û erkê xwe rabe. Ev kes, kesekî siyasî ye; dema em dibînin li ber vê bêdengin, ev yek tê wateya ku ew jî şirîk û hevkar in. Çima mirovek wiha tê tecrîdkirin ku xwedî fikir û bîr e, pradîgma û siyaset e? Ev bîr û baweriya Rêber Apo, bîr û baweriyeke ku li gel modernîteya sermayedarî nîne, dijî sîstema dewletnetewe ye. Li gorî van wisa ye ku bi vê tecrîdê, rêgiriyê li fiki û hizrên, pradîgmaya gelan a ramanên Rêberê gelan Ocalan bigirin. Ev ji bo wan xewn û xeyalekê wêdetir tiştek din nîne. Ji ber ku bîr û baweriya Rêber Ocalan gihiştiye cîhanê. Li tevahî cîhanê li ser vê pradîgmayê alternatîf e nîqaş û nirxandin tên kirin. Ji bo wê ye nikarin bi vê tecrîdê bigihêjin armancên xwe.”

Mihemed destnîşan kir ku sedemê hemû alozî û krîzên li Tirkiyeyê serî hildaye, çavkaniya xwe ji şerê li dijî Kurdan digire û wiha domand: “Şerê li dijî PKK’ê, nebûna aştiyê ye. Ji ber ku hemû dahat û dewlemendiya sererd û binerd a Tirkiyeyê beşek mezin ji bo şer tê pêşkêşkirin. Ji bo wê yekane rêya çareseriyê Tirkiye dest bi projeyeke nû ya aştî li gel Kurdan bike ye. Êdî dem hatiye ku gelên Tirkiyeyê jî di nava aştiyê de bijîn. Bi aram bijîn. Ji ber ku nîjatperestî heta vê kêliyê li nava Tirkiyeyê xurt e, heta niha nekariye ev projeya girîng a aştiyê ku sûdê bide hemû gelên Tirkiyeyê pêk bîne.”

‘RÊBEREK HEMÛ JIYANA XWE JI BO AŞTÎ Û DAWÎ ANÎNA ŞER FEDA KIRIBE, DIVÊ GEL XWEDÎ LÊ DERKEVE’

Çavdêrê siyasî qala raman û bîrmendiya Rêberê Gelê Kurd û bandora wê kir û got. “Rêber Apo bi hemû ew bîr û baweriye ya heyî, raman û îdeoloiya derxistî, da nîşandan ku Rêbereke rast ê ne tenê gelê Kurd, Rêberek yê wan gelan e ku weke Rêberê xwe dibînine. Ji bo wê ne tenê gelê Kurd divê hemû gelên herêmê, gel Tirk, Ereb, Faris û Kurd xwedî lê derkevin. Ji ber ku ev Rêber jiyan, xebat û têkoşîna xwe ji bo hemû wan gelan e dike ku ev gel bi aşît bijîn û dawî li şer bê anîn. Dema ku armanc û hêviya Rêberek wiha be, divê xelk jî li hember vî mirovî wefadar be. Xwedî li vî bîrmend, fîlozofî derkevin.”

Mihemed qala xwedîderketina gelê Başûr a li Ocalan jî kir û ev anî ziman: “Girînge ku xelkê me yên li Başûrê Kurdistanê hemû hewldanên wan ji bo azadkirina vî mirovî be. Hêviya me ew e ku ji vê hilbijartinê gelê Kurd piştevaniyek xurt bigire û dîsa mûxalefet dersek ji Erdogan bigire. Divê maseya 6 kursî jî bizane ku hemû desthilatên hatî çareserî ji bo doza Kurd nedîtine û tine bûne. Erdogan jî ji van desthilatan yek a herî bihêz bûye, ew j niha têk diçe. Divê gelên Tirkiye, bi Kurd û Çerkez, Laz pişta xwe daye Erdogan. Ji ber ku xizmeta gel nake, sozên dayî hemû nerast bûn û pêk neanîne. Ji bo wê ye ku dema wê hatiye gelên Rojhilata Navîn, gelê Ewropa û herêmê çalakiyên xwe xurt bikin ji bo azadiya Rêber Apo.”

‘LI BER VÊ XEBATÊ JI DERVEYÎ TÊKOŞÎN, AZADÎ, SERKETIN Û DEMOKRASIYÊ RÊYEKE DIN NÎNE’

Herî dawî çavdêrê siyasî ev got: “Ev karwanê têkoşîna demokratîk teqez wê bi ser bikeve; ji ber ku ti rêyeke din li ber vê xebata têkoşînê nîne ji derveyî azadî, serketin û demokrasiyê.”