Binpêkirinên mafên li Girtîgehên Wanê zêde dibin

Şaxa ÎHD’ê ya Wanê têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehên li bajar raporek amade kir.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Wanê têkildarî binpêkirina mafên girtiyên li girtîgehên Wanê tên ragirtin raporek amade kir û bi civînek çapemeniyê bi raya giştî re parve kir.

Serokê Şaxa ÎHD’ê Mûrat Melet û endamên komeleyên beşdarî civînê bûn.

Rêveberê ÎHD’ê Servet Ertak rapor xwend û diyar kir ku li girtîgehên Tîpa T, Tîpa F û Ewlehiya Bilind ên Wanê bi hinceta vîrûsa koronayê mafên yasayî yên girtiyan ji holê hatine rakirin û got: “Li girtî li girtîgehan bi binpêkirinên wek, di serdema şewbê de girtiyên derxistine derveyî qawişê li ser wan lêgerîn hatiye kirin, mafê navbera civakî hatiye binpêkirin, girtiyên xwestine mafên xwe yên tenduristiyê bikar bînin bi pêvajoya 15 rojan a karantînê re, rûbirû hatine hiştin. Girtî ji bo nekevin karatnînayê dest ji mafên xwe yên tedawiyê kişandine.”

Ertak da zanîn ku girtî bi zehmetî xwe digihînin dezenfektan, mendîlên şil, maske û lepikan û got: “Girtî neçar dimînin sê çar rojan lepikek û maskeyek bikar bînin. Kelûpelên paqijiyê bi sînorkirî û kêm tên temînkirin. Girtî ji pirtûkên kurdî bêpar dimînin. Hatiye tespîtkirin ku çar sal in girtî girtî û hikumxwar tên kategorîzekirin. Bêyî tu hêcet were nîşandan, rojname, kovar û pirtûkên ji aliyê girtiyan ve tê xwestin an qet nadin girtiyan an jî dereng didin wan. Mafê girtiyan ên ragihandin ê û azadiya mafê agahî wergirtinê tê astengkirin.”

GIRTÎGEHA TÎPA T

Ertak hevdîtina bi hin girtiyan ku hatiye kirin jî eşkere kir û got li Girtîgeha Tîpa T a Wanê bi girtî Feyyaz Başak re hevdîtin hatiye kirin. Ertak got Feyyaz Başak diyar kiriye ku di qawîşan de hejmara girtiyan gelek zêde ye û di qawîşek divê 3 kes bimînin lê 14 girtî dimînin û hin girtî neçar in li erdê rekevin. Ertak got girtî Başak gotiye ku ew nikarin xwe bigihînin kelûpelên paqijiyê, tedawiya girtiyan nayê kirin, girtiyên nexweş ranakin nexweşxaneyê û mafên wan ragihandinê hatine desteserkirin û wêneyên malbatan ji bo girtiyan şandine nadin girtiyan. Ertak da zanîn ku Feyyaz Başak gotiye ku alava hilmij nedane Harûn Sîvîm, girtiyên bi navê Abdulbari Tenîk û Ramazan Adilbeylî tevî ku nexweşên kronîk in jî sewqî nexweşxaneyê nehatine kirin û gefa wê wan bixin karantinayê li wan hatiye xwarin.

GIRTÎGEHA TÎPA T

Ertak anî ziman ku li Girtîgeha Tîpa T a Wanê bi girtî Hulya Ertaş re jî hevdîtin hatiye kirin û Ertaş gotiye ku ew ji kelûpelên paqjiyê bêpar dimînin û mafên girtiyên ên pirtûk, rojname û kovaran hatine desteserkirin û nikarin bigirin.

GIRTÎGEHA EWLEHIYA BILIND A WANÊ

Ertak destnîşan kir ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê bi girtî Ferhat Sayiner re hevdîtin hatiye kirin û Sayiner diyar kiriye ku aktîvîteyên wan ên wek werzîş û sohbetê hatine destesekirin û bênavber û ji nişkeve lêgerîn li qawîşên wan tê kirin. Ertak anî zman ku Sayiner di hevdîtinê de gotiye ew nikarin kelûpelan ji karantînayê temîn bikin û pirtûk, rojname û kovaran nadin wan û du meh in kargoyên girtiyan nedane wan.

GIRTÎGEHA TÎPA F

Ertak diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa F a Wanê jî bi girtî Metîn Ûyar re hevdîtin hatiye kirin û Ûyar aniye ziman ku girtî bi zehmetiyên giran re rûbirû ne û îdareya girtîgehê guh nade daxwaz û gazinên girtiyan. Ertak got Ûyar diyar kiriye ku rêveberiya girtîgehê pirtûkên kurdî nade girtiyan.