Binarê Qendîl: 24 saetan balafirên keşfê digerin

Welatiyên Binarê Qendîlê diyar kirin ku 24 saetan balafirên keşfê li esmanên Qendîl digerin û bê navber sivîl, bax û baxçeyan bombe dikin. Welatiyan gotin ku jiyana ji bo wan nemaye li herêmê.

Gera me ya li nava gund û devera Binarê Qendîlê dewam dike. Welatiyên Binarê Qendîlê ku em li gel wan daxivin diyar dikin ku 24 saetan balafirên keşfê li esmanê herêmê digerin û herêmê bombe dikin, ziyan bi bax û baxçeyên wan dikevin.

Îro em li gundê Sûredê ku gelek caran balafirên şer ev gund bombe kiriye bûn. Dema em li nava gund digeriyan gundiyan em agahdar kirin ku balafirên keşfê digerin û baldar tevger bikin. Welatiyan anî ziman ku tevgera balafirên keşfê li esmanê herêmê kêm nabin.

Malên ku hatibûn bombekirin hê jî kavilên wan weke xwe li erdê bûn û ev jî bandorekî mezin li ser xelkê herêmê dike.

Dema em li nava gund bi agahdar digeriyan em rastî welatiyê bi navê Ehmed Ebdullah ku di encama bomberdûmanên balafirên şer ên Tirk de ziyaneke mezin li ber mala wî ketiye hatin. Ebdullah diyar kir ku 9 bombe li nêzî mala wî ketiye û ziyaneke mezin gihiştiye mal û zeviya wî û got: “Heta niha ji ber vê bomberdûmana ku ziyanek mezin gihişte me kesê ne hikûmeta Herêma Kurdistan û ne jî saziyeke mirovî alîkarî nekiriye. Bersivek jî nedaye daxwazên me.

Ebdullah diyar kir ku ji ber firîna balafir û bomberdûmanên rojane tên kirin nikarin biçin ser rez û baxçeyên xwe û got: “Rewş gihaye astekî xelkê deverê nikarin li nava gund bijîn. Dewleta Tirk nêzî 200-300 gundên deverê bi bombeyan wêran kiriye. Tirkiye Kurdistanê talan dike. Di dema rejîma Sedam Huseyîn de dewleta Tirk seyek li ser vê axê kuştibû, ji ber wî seyî ve bi dehan leşkerê Tirk kuştin. Mixabin îro her roj em tên qetilkirin, lê kes nîne ku xwedî li me derkevin.”

Yek ji welatiyê heman gundî Hesen Îbrahîm ê ku sala borî di encama bomberdûmanên balafirên şer ên Tirk de ziyanek mezin bi bax û baxçeyê wî jî bû, diyar kir ku baxçeyên wî darên gozê bû û hemû têk çûn. Îbrahîm got: “10 bombe li nava baxçeyê min dan. Baxçe bi temamî têk çû. Çima aliyek li ber vê ranabe. Ji ber balafirên şer jiyana li vir herimî ye. Kêliyên ku em daxivin jî balafirên keşfê li esmanan digerin. Destpêkê balafirên keşfê digerin û deverê keşif dike û piştre jî balafirên şer tên bombe dikin. Balafirên şer bandorekî mezin li ser derûniya gundiyan jî kiriye.”

Hecî Hisên û hevsera wê jî yek ji welatiyên gundin ku nikarin baxçeyên xwe şîn bike ne. Hisên anî ziman ku hêviyeke wan a wisa nemaye ku her kêliyekê dibe jiyana xwe ji ber bombeyên Tirk ji dest bidin. Hesen got: “Ji ber bomberdûmanên bê navber ti planeke welatiyekê nîne ji bo kar. Nêzî 6-7 sal in dewleta Tirk bi dijwarî herêmê bombe dike. Bi hemû rê û rêbazê dewleta Tirk ziyanê dide me. Balafirên şer dema bombe dike, armanca ne PKK ye. Armanc ziyan dayîna welatiyên herêmê ye. Bi dehan car ji ber bomberdûmanê welatî bûne qûrbanî. 24 saetan li esmanên navçeyê balafirên keşfê digerin û bombe dikin.”