‘Bila birayê min yê nexweş û hemû girtiyên nexweş bên berdan’

Xwişka girtiyê nexweş Adnan Yalçin, Nurcan Yalçin der barê birayê xwe de agahî dan û da zanîn ku birayê wî ji dema hatiye girtin heta niha 24 sal in li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê hatiye sirgûnkirin.

Binpêkirinên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê roj bi roj zêdetir dibin. Li hêla din gelek girtiyên nexweş li girtîgehan hene û rewşa gelekan jê jî di asteke xetere de ye. Yek ji girtiyên bi nexweşiya giran Adnan Yalçin e. Xwişka girtiyê nexweş Adnan Yalçin, Nurcan Yalçin diyar kir ku birayê wê 24 sal in li girtîgehê tê girtin û bi nexweşiya pençeşêrê ketiye. Yalçin got, birayê wê nayê derman kirin û xwest, li gel birayê wê hemû girtiyên nexweş bên berdan.

Rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê her ku diçe girantir dibe. Li gorî daneyên Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li girtîgehan 457 jê giran, bi giştî hezar û 333 girtiyên nexweş ên ku divê bên berdan, hene. Di sala 2019’an de herî kêm 48 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane. Bi salan e ev pirsgirêka wijdanî û ehlaqî nehatiye çareserkirin.

Yek ji girtiyên bi nexweşiya giran Adnan Yalçin e. Yalçin sala 1996'an hate girtin û 36 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. 24 sal in Yalçin girtî ye. Dema ku Yalçin hate girtin nexweşiyên fitiqa piştê û zerik pê re hebû. Ji ber şert û mercên nebaş ên girtîgehê nexweşiya penceşêra roviyan pê re peyda bû. Sala 2015'an Yalçin emeliyat bû û piraniya roviyên wî hatin jêkirin. Li gel berpirsyarên girtîgehê diyar kirin ku Yalçin nikare li girtîgehê jiyana xwe berdewan bike jî Saziya Tipa Edlî bi hinceta 'dikare bi tenê bijî' pêşî li berdana Yalçin girt.

‘BIRAYÊ MIN NAYÊ DERMAN KIRIN’

Xwişka girtiyê nexweş Adnan Yalçin, Nurcan Yalçin der barê birayê xwe de agahî dan û da zanîn ku birayê wî ji dema hatiye girtin heta niha 24 sal in li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê hatiye sirgûnkirin. Yalçin anî ziman birayê wî Adnan nexweşê penceşêra roviyan e û gelek nexweşiyên weke hepatit û fitiqa piştê jî lê peyda bûne. Xwişk Yalçin destnîşan kir ku nexweşiya birayê wê gihiştiye asteke xeter û got: Divê bi lezgînî li nexweşxaneyê bê dermankirin. Sala 2015'an dema birayê min li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dihate girtin, emeliyat bû û piraniya roviyên wî hatin jêkirin. Dema ku di emelyatê de jî bû krîza dil derbas kir. Piştî hate emelyatkirin û krîz derbas kir jî ti şopandina nexweşiya birayê min nehate kirin. Niha em nizanin nexweşiya wî di kijan astê de ye û li girtîgehê jî nayê derman kirin. 3 sal e birayê min ji Amedê sirgûnî Dîlokê hatiye kirin. Bi sedan girtiyên nexweş li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê terkî mirînê hatine kirin û birayê min jî yek ji wane. Niha em ji rewşa birayê min bi fikarin.”

‘GIRTIYÊN NEXWEŞ TERKÎ MIRINÊ HATINE KIRIN’

Di berdewama axaftina xwe de xwişka girtiyê nexweş Yalçin anî ziman ku nexweşxaneyê rapora ku birayê min nikare li girtîgehê bimîne da, lê belê Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê ev rapor red kir û rapora 'dikare li girtîgehê bimîne' da û wiha pê de çû: “Rewşa girtiyên nexweş li gorî berjewendiyên hikûmetê tê nirxandin. Birayê min 5 sale bi nexweşiya giran li girtîgehê li ber xwe dide. Li gorî rapora ÎHD’ê hezar û 333 girtiyên nexweş ên ku divê bên berdan, hene. Ji van girtiyên nexweş jî rewşa 457 girtiyan jî xirabe û divê demildest werin berdan. Ji van yek jî birayê min e. Li gel nexweşiya wî girane jî hîna di girtîgehê de tê girtin. Em weke malbat û xizmên girtiyan em dixwazin ev sîstema li dijî girtiyên nexweş were guhertin û roje berî rojekê girtiyên nexweş werin berdan.”

‘KUJER Û TECAWÛZKAR TÊN BERDAN’

Bi domdarî Yalçin bilêv kir ku li gel sedan girtiyên nexweş li girtîgehan tên girtin û nayê berdan, hikûmeta AKP’ê kujêrên komkujiyan û kesên destdirêjiyê li jinan û zarokan dikin serbest berdidin. Yalçin bertek nîşanî serbest berdana kujerên Komkujiya Sêwazê Ahmet Turan Kiliç ku 27 sal bûn di girtîgehê de bû, ji hêla serokê giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan ve hate efûkirin da û ev tişt got: “ Li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê dîlên azadiyê terkî mirinê hatine kirin. Li dewsa girtiyên nexweş werin berdan kujer û tecawûzkar tên berdan. Em weke malbatên girtiyan vê polîtîkaya hikûmeta AKP’ê ya li dijî girtiyên nexweş şermezar dikin. Divê birayê min ji derve re were tedawîkirin lê bi salan e dewlet zilmê li birayê min yê nexweş dike. Ger ku ev êşkence nebe, wê demê ev çiye gelo? Ragirtina girtiyan a di nava şert û mercên xerab de, li gel kîn û nefretê, îşkence ye. Ez vê yekê jî AKP’ê pirs dikim. AKP hevkarên xwe yek bi yek berdide gelo çima nexweşên terkî mirinê hatine kirin nayên berdan? Divê demildest ev nêzîkatiya li ser girtiyên nexweş bê guhertin û girtiyên nexweş serbest bên berdan.”

‘BILA ÊDÎ DARBEST JI GIRTÎGEHAN DERNEKEVE’

Yalçin derbirî ku ew êdî naxwazin ti darbestên girtiyên nexweş ji girtîgehê derkevin û wiha got: “Di sala 2019’an de herî kêm 48 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Herî dawî li Sêrtê girtiyê nexweş yê 74 salî Nebî Îlham û jina bi navê Nurcan Bakir ji ber pirsgirêkên tendirustiyê dawî li jiyana xwe anî. Divê êdî dewlet van mirinan rawestine û hemû girtiyên nexweş werin dermankirin û serbest berdan. Heta kengê wê malbat darbesta ji girtîgehê derxe. Ez bang li tevahiya partiyên siyasî, DEMM û CPT dikim ku ji bo girtiyên nexweş bikevin dewrê. Çi ji destê kê tê ji bo girtiyên nexweş divê bike.”