Bihuşta 8 hezar salî ya Amedê ji aliyê dewleta Tirk ve tê talankirin
Bihuşta 8 hezar salî ya li sêgoşeya Deriyê Mêrdînê, Çiyayê Kirklar û Deriyê Nû, ku li qiraxa Çemê Dîcleyê ye, di oxira rantê de talan dibe.
Bihuşta 8 hezar salî ya li sêgoşeya Deriyê Mêrdînê, Çiyayê Kirklar û Deriyê Nû, ku li qiraxa Çemê Dîcleyê ye, di oxira rantê de talan dibe.
Bexçeyên Hewselê, ku ji sala 2015'an û vir ve di Lîsteya Mîrateya Çandî ya Cîhanê UNESCO de ye, li gorî xala 9. a Qanûna Îmarê ya bi hejmara 3194 û benda (g) a paragrafa 1. a xala 2. a Biryarnameya di Hukmê Qawnûnî de ya bi Hejmara 644'an, bi erêkirina Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê, di 28'ê Kanûnê de weke 'Herêma Projeya Taybet' hat ragihandin. Tevî ku divê proje ji raya giştî re bê ragihandin û bê betalkirin jî, ji wê rojê ve li ser projeyê daxuyaniyek jî nehatiye dayîn. Di ser re, dîrok û ekolojî tê binpêkirin.
Li Bexçeyên Hewselê şopa şaristaniyên Hîtît, Hûrrî-Mîtanî, Asûr, Aramî, Ûrartû, Îskît, Med, Pers, Makedonya, Part, Ermenî, Roma, Sansanî, Bîzans, Emewî, Abbasî, Şeyhogûllari, Hamdanî, Merwanî, Selçûklû, Înalogûllari, Nîsanogûllari, Artûklû, Eyyûbî, Mogol, Akkoyûnlû, Safawî û Osmanî heye. Tevî vê qada ji 10 hezar donimî, ku Bexçeyên Hewselê lê ye, bajar di serdemên antîk de, weke 'embarên zad' tê bikaranîn.
BIHUŞTA LI SER RÛYÊ ERDÊ: HOSER
Bexçeyên Hewselê ku bi bedewî û bereketa xwe, mîna efsaneyekê navdar e, tê gotin navê xwe ji Hoserê tê. Ku Hoser tê wateya 'cihê gelek dar lê ne'. Li gorî rîwayetê, Hz. Mûhammed dema diçe Mîracê, cihekî tijî dar dibîne û dibêje 'dibe ku bihuşt ev der be'. Li gorî rîwayeteke din, gotina Hewselê ji peyva Esfel (ya bi çûk tê dîtin) tê. Çil hezar kesên li Nisêbînê ji ber hêzên Îranî reviyan û xwestin bikevin nava bajarê Amedê, destûr ji wan re nayê dayîn bikevin nava bajêr û neçar dimînin li cihekî dûrî bajêr bi cih bibin. Ji ber vê yekê, ji gelê li vê derê re Esfel hatiye gotin. Ji ber ku destûr ji vî gelî re nehat dayîn bikeve nava bajêr û ji ber pirsgirêkên debarê, gelê li vir dest bi çandiniyê kiriye û bi vî rengî ev bexçe afiriye.
LI BEXÇEYÊN HEWSELÊ ZÊDEYÎ 180 CELEBÊN ÇÛKAN DIJÎN
Li van bexçeyên ku li ser rêya çûkên koçber e, zêdeyî 180 celebên çûkan dijîn. Her wiha ji seyê avê, şîşo, kûze, roviyê sor, berazê beyar, sihorî, marmarok, mar, beq û beqê Firatê (Rafetus euphraticus) ku li ser tevahiya cîhanê tenê li çemên Firat û Dîcleyê dijîn, gelek heywan hene.
QADA JI 14 HEKTARÎ WÊ BI RAPORÊN SEXTE JI ÇÊKIRINA AVAHIYAN RE BÊ VEKIRIN
Piştî ku Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ev herêm weke 'qada rekreasyonê ya taybet' ragihand, li şûna çandina daran wê mizgeft û qaşo 'cihên balkêş' bên avakirin. Tevî ku qada ji 14 hektarî ya 'Projeya parastina îmara nava Sûrê' ya ji 32 hektarî di Rapora Etudên Jeolojîk de weke herêma qedexe hatiye îlankirin jî, ev rapor weke 'dikare avahî lê bên çêkirin' ji aliyê wezaretê ve hatiye guhertin.
DI SALA 2014'AN DE JÎ HEMAN HEWLDAN HAT KIRIN, LÊ BERXWEDAN BI SER KET
Pêvajoyeke bi heman rengî di Adara sala 2014'an de rû da bû û Bexçeyên Hewselê ji aliyê Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ve weke 'cihê rezerva avahiyan' hatibû îlankirin. Lê belê gelê Amedê, bi taybetî ciwan xwedî li vê dîroka 8 hezar salî derketin, li Bexçeyên Hewselê kon vedan û li ber xwe dan. Ne tenê ji Amedê, ji tevahiya Kurdistan û Tirkiyeyê bi sedan mirovî li vê derê nobeda ekolojî û dîrokê girtin. Di encamê de Bexçeyên Hewselê hatin rizgarkirin. Lê belê piştî du salan, piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê, ku Rewşa Awarte hate ragihandin, projeyên talankirina Hewselê careke din xistine rojevê. Eger ev proje bi cih bê anîn, wê bi sedan heywan ji qada xwe ya xwezayê bê derxistin, li şûna wan ê blokên ji beton bên çêkirin û ev qada daristanî di oxira rantê de bê talankirin.