Bi rêya tecrîdê pêşî li aştiyê digirin

Hevseroka Şaxê Wanê ya TUHAY-DER'ê Kûdret Temel destnîşan kir ku bi rêya tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşî li aştiya li Tirkiyeyê tê girtin.

Hevseroka Komeleya Piştgirî û Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Wanê (TUHAY-DER) Kûdret Temel nerazîbûn nîşanî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da. Kûdret Temel bi bîr xist ku bi mehan e destûr nayê dayin ku hevdîtin bi Ocalan re bê kirin û destnîşan kir, astengkirina hevdîtinan xitimandina aştiya li Tirkiyeyê ye.

Temel diyar kir ku divê tavilê destûr bê dayin ku xizm û parêzerên Ocalan pê re hevdîtinê bikin û got, "Divê tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe, binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan biqedin. Em ji bo aştiyê destê xwe dirêj dikin, lê mixabin ew ji bo aştî pêk neyê dixebitin."

'LI GIRTÎGEHAN BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVAN ZÊDE BÛN'

Temel got, "Tecrîdkirina Ocalan astengiya herî mezin e li pêşiya aştiyê" û wiha dewam kir: "Yên tecrîdê ferz dikin naxwazin aştî bê Tirkiyeyê. Bi salan e gelek mirovan jiyana xwe ji dest dan û hîn jî jiyana xwe ji dest didin. Beriya niha ji bo bidawîkirina tecrîdê grevên birçîbûnê hatin kirin. Grevên birçîbûnê bi rengekî serketî bi dawî bûn. Parêzer û malbata Ocalan derfet dîtin ku pê re hevdîtinê bikin. Piştre bi banga Ocalan dawî li grevên birçîbûnê hate anîn. Lê belê tecrîd hîn jî dewam dike. Tecrîd binpêkirina mafên mirovan e. Em naxwazin careke din grevên birçîbûnê dest pê bikin. Ji ber vê yekê divê tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe."

Temel anî ziman ku li gel tecrîdê, li girtîgehan binpêkirina mafên mirovan jî zêde bûye û got, "Girtiyên nexweş divê tavilê bên berdan. Tevî qedexekirina hevdîtinê û axaftina bi telefonê ya bi girtiyan re divê dawî li binpêkirina mafên mirovan, êşkenceyê û girtina li hucreya yekkesî bê anîn. Bi taybetî girtiyên nexweş û extiyar divê tavilê bên berdan."