‘Bi îmzeyan îradeya gelê Başur derdikeve holê’

‘’Bi riya îmzeyan îradeya gelê Başurê Kurdistanê derdikeve holê. Û diyar dike ku dagirkerî û dijmin qebûl nake.’’

Parlementerê Berê yê Herema Kurdistan û Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) Evdillah Melle Nûrî û Mamosteyê Zankoya Silêmanî Hawjîn Melle Emîn derbarê kampanyaya îmzeyan de, ku ji bo leşkerên Tirk ên dagirker werin derxistin piştgiriya xwe aşkere kirin û derbarê êrîşên dagirkeriya Tirk nirxandin kirin.

Endamê KNK’ê Evdilla Melle Nûrî kampanyaya îmzeyê weke karekî pir baş û sîvîl, civakî pênase kir û axaftina xwe wiha domand: “Hêvîdarim ku hemû gelê Kurdistan, parlementer, rewşenbîr, mamosteyên zanko û ayînî, kirêkar, xwendakeran hemû piştgirî bidin. Deng bidin vê kampanyayê. Tiştê ku Tirkiye dike dagirkerî ye û dijminatî ye. Aniha li Heremê Kurdistan bi dehan bingeh û baregehên leşkerî hene. Bi awayekî dijminane nêzî gelê Başurê Kurdistan dibe. Dijminatiya Tirkan aşkere bûye. Balafirên xwe dişîne li Silêmanî li gelek dewerên dîn êrîşê sîvîlan dike û şehîd dixe. Ji bo derxistinê Tirkiye wek dijminek, erkê hemû gel piştevanî yektir bibin.”

Evdilla got pir girîng e ku ew îmzeyên ku kom dibin bigihêjin Parlementoyê û Hukumeta Heremê, nûnerên Yekîtiya Gelan, Parlementoya û Hukumeta Iraq û sefaretên welatan. Evdilla got,“Bi riya îmzeyan îradeya gelê Başurê Kurdistanê derdikeve holê. Û diyar dike ku dagirkerî û dijmin qebûl nake.’’

“Yê terorîst ne PKK ye, Erdogan û rejîma wî ye. Hatinê leşkerê Tirk bo Başûrê Kurdistan peywendî bi Kurdbûna me heye, peywendî PKK nîne. Beriya ku PKK li Başûr be êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Başûr hebû”, Evdilla bi van gotinan bertekên xwe nîşanî dewleta Tirk a dagirker û şefê faşîst yê Erdogan da û domnd, “PKK li Lîbya nîne, PKK li Suriye nîne, PKK li Efrîka nîne, PKK li Baxdat nîne. Tevgera siyasî ya Erdogan tevgereke dagirkeriyê ye. Di vê çarçoveyê êrîşê Başûrê Kurdistanê dike. Tirkiye PKK ji bo têkbirina Heremê kiriye hincet. Bila bê zanîn ku şerê Tirkiye têkbirina Herema Kurdistanê ye. Rastiyek jî heye divê mirov bibêje PKK nûnertiya qezayek an bajarek na, PKK pirsyarek herî rewa yê gelê Kurd dike.”

Evdilla, got,’’Bêdengiya parlemento û hukumeta Herêm û partiyên siyasî, bi cur cur xizmetê dagirkerî dikin. Erkên wan e ku helwestên wan hebe.“

Hawjîn Melle Emîn, kampanyaya îmzeyê çalakiyekî girîng nirxand û wiha got: “Gelê Başûrê Kurdistanê û hêzên siyasî hemû pêk ve hêza xwe ji bo vê çalakiyê bike yek dikare dagirkerî li ser axa Başûrê Kurdistanê derbixe.”

Mamosteyê Zankoya Silêmanî Hawjîn, li dijî gotina “PKK terorist e, PKK bila ji axa Başûrê Kurdistanê derbikeve” helwest nişan da û got,“PKK rûmetekiye ji bo Kurd û Kurdistanê. PKK, hêza rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê ye. Li çar parçe Kurdistanê şerê PKK’ê şerê gelê Kurd e. Hatinê leşkerên Tirk bo Başûrê Kurdistan peywendî bi planên Tirkiyeyê ya Mîsak-î Mîllî heye. Peywendî bi ferz kirinekî nexşeyeke nû heye. Şerê PKK’ê ji bo wan tene hincet e. Tirkiye li hember şerê PKK şikestiye. Bi hincet hatiye û dagir kiriye.”

Hawjîn herî dawî wiha bang kir: “Hukumeta Herema Kurdistan, hêzên siyasî divê li hember vî bêdeng nemînin. Peşmergeyên Kurdistan divê xwedî helwest bin. Iraq divê bi zelalî û vekirî helwestê xwe li hember dagirkerî nîşan bide. Bernameya dagirkeriyê heye. Bernameyek xwedî guhartina demografî dike heye. Jenosîda gelê Kurd hedef dikin.”

Di 30 Hezîranê de bi pêşengtiya Jinên Ciwan ên Tekoşer, li Qendîlê bi çarçoveya Pêngava “Birûxîne’’ ya Seferberiya Heftenîn ji bo derxistina leşkerên Tirk ên dagirker ji axa Başur û Iraqê kampanyaya îmzeyê hate destpê kirin.

Kampanyaya îmzeyê li seranserê Başurê Kurdistanê didome.