Bi hin taybetmendiyên xwe ve gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ya ku xwedî dewlemendiyeke mezin a çandî ye, polîtîkayên asîmîlasyonê û parçekirinê yên rejîmê didome.

Netewe û bawermendiyên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwedî dewlemendiyeke mezin in. Ji ber ku gelek netewe û bawermendiyên cihê bi hev re dijîn, yek ji wan qadan e ku avakirina neteweya demokratîk bi hêsanî dikare lê pêk were. Heke pergaleke demokratîk ava bibe, wê gel bi zimanê xwe yê zikmakî û îradeya xwe bijîn him jî wê Îran li Rojhilata Navîn bibe yek ji welatên xurt. Lê avadaniya totalîter a rejîma Îranê destûrê nade vî tiştî, li dijî nasnameyên etnîk û çandî û li ser gelên Kurd, Belûc û Ereb polîtîkayeke asîmîlasyonê ferz dike. Di heman demê de şîddetê li jinê dike, dixwaze îradeya jinê bişkîne. Gelek netewe û bawermendiyên li Îranê vê rewşê qebûl nakin û li ber xwe didin. Li Îranê gelek neteweyên wekî Kurd, Faris, Belûcî, Azer, Gîlek, Mazenî, Talîş, Ermen û Cihû hene. Piraniya van neteweyan di wextê de li ber xwe dane û polîtîkayên zextan qebûl nekirine. Gelê Gîlek, Mazen û Belûcî di demê de berxwedanên mezin kirine. Îro jî gelên Belûc, Kurd û Ereb daxwaza heqê xwe yê neteweyî dikin û organîzasyonên wan ên siyasî çalak in.

HERÎ ZÊDE KURD RÊXISTINKIRÎ NE

Gelên ku bi rêxistinkirî li dijî pergalê têdikoşin jî Kurd in. Lê mixabin gelê Kurd ê ku di wextê de berxwedaneke mezin nîşan da û şoreşgerên wan ên mezin hene, îro beşeke wê ya zêde hatine bêdengkirin û dîsa beşek jê ketine bin bandora polîtîkaya asîmîlasyonê ya dewletê, îro beşek ji wan xwe Faris dibînin. Talîş jî wekî gelê Belûcan parçe bûn. Asîmîlasyonê bandoreke mezin li vî gelî jî kiriye, piraniya wan bi Farisî diaxivin. Li Efganistan û Pakistanê hejmara wan gelekî zêde ye. Belûc di navbera Efganistan, Pakistan û Îranê de dijîn. Ereb jî bêtir li Ahwazê dijîn, ango bêtir li herêmên başûr li ber peravên kendavê ne. Li Îranê gelê Azer jî gelek in. Wan jî di demê de berxwedaneke mezin nîşan dane lê dewleta Tirk ji bo ku Azeran bikişîne ba xwe, di nav hewldaneke mezin de ye. Ji ber ku mezheba wan Şîa ye dewleta Îranê Azeran nêzî xwe dike. Tirkiye jî di vî warî de hestên neteweyî bi kar tîne û dixwaze wan ber bi xwe ve bikişîne.  Rêxistinbûna siyasî ya gelê Azer li Îranê qels e.

Yek ji gelên li Îranê dijîn jî Ermen in. Ji demên berê ve jî ji bo mafên xwe yên neteweyî berxwedaneke mezin nekirine.

REJÎM POLÎTÎKAYA PARÇEKIRINÊ PÊK TÎNE

Îran di warê ol û baweriyê de jî gelekî dewlemend e. Li Îranê bawermediyên wekî Şîa, Sunnî, Zerdeştî, Xirîstiyanî, Yarsanî û Bahayî heye.

Herêma Rojhilatê Kurdistanê jî di nav her çar parçeyên Kurdistanê de di warê dewlemendiyên li ser erdê û bin erdê gelekî xurt e. Di warê bawerî, devok û çandê de jî parçeyekî dewlemend e. Li herêmê Hewramî, Soranî, Lorî, Kelhûrî, Kurmancî û Lekî tê axaftin. Lê rejîma Îranê vê dewlemendiyê di çarçoveya polîtîkaya parçekirina Kurdan de bi kar tîne. Hewreman û Loran wekî Kurd nabînin û dixwaze vî tiştî li ser gelan ferz bikin. Ji destpêkê de li ser Loriyan ev siyasete hatiye kirin, ji ber vê jî beşek jê xwe wisa dibînin.

KURDAN HER DEM LI BER XWE DAN

Li Îranê herî zêde Kurdan li dijî rejîmê li ber xwe dane. Kurd li Îranê û di nav gelên Rojhilatê Kurdistanê bi şervaniya xwe tên naskirin. Berxwedana Simkoyê Şikak, berxwedana Qazî Mihemed heta Dr. Abdurahman Qasimlo û Dr. Sadik Şerefkendî, têkoşîna pêşmergeyên Komala yên ku PDK û Kak Fûat Mûstafa Sûltanî pêşengtiya wê kirine û herî dawîn jî berxwedana PJAK’ê mînakên şênber in. Di serî de bajarên wekî Kirmanşan, Sine, Merîwan, Saqiz, Bokan, Ûrmiye bi berxwedana xwe derketine pêş. Îro jî rejîma Îranê herî zêde ev der ji xwe re kiriye hedef. Bajarê Kirmanşahê ya ku bajarekî Kelhor û Yarsanî tê zanîn, bajarê herî mezin ê Kurdistanê ye. Li Kirmanşanê Sunnî û Şîa hene. Di nav eyaletê de çanda eşîrtiyê hê jî didome.

Yek ji taybetiya xurt a Rojhilatê Kurdistanê jî ev e ku di qadên wekî wêje, huner û sporê de gelekî li pêş e. Yek ji qada ku wêjeya Kurdî lê xurt e Rojhilatê Kurdistanê ye. Kurd li Mehabad û Loristanê wekî eşîran û li cihên wekî Hewremanê jî wekî tayfayan xwe rêxistin kirine. Li Loristanê çanda eşîrê serwer e. Lorî bi berxwedaniya xwe tê naskirin, di nav jinên Lorî de siwarbûna hespê û bikaranîna çekê navdar e. Bêtir heywanan xwedî dikin.