‘Bi êrîşan em ê dest ji çanda xwe bernedin‘

Nîştecihên Şengalê cejna Êzî di nava şînê de pîroz kirin û berê xw dan şehîdgehê û serdana gora Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel kirin.

Li Şengalê her sal di hefteya yekê ji meha Kanûnê civaka Êzidî û sê rojan rojî  digirin û roja 4’ê dikin cejin. Beşek ji Êzidiyan hefteya duyemîn ji meha Kanûnê vê cejnê pîroz dikin. Li gorî salnameya Laleşê piraniya xelkê Şengalê di hefteya yekemîn de cejnê pîroz dikin û ji vê re jî têgotin, “Hesabê Mergeha”.

Di roja yekemîn ya Rojiyên Êzî de Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel û zarokên xwe bûn hedefa êrişa balafirên Tirk û hevalbendên wan. Ji ber şahadeta şehîd Merwan 3 roj in li Şengalê konê sersaxiyê û şînê hatibû vedan, lewma nekarîn cejnê pîroz bikin. Li şûna wê malbatên şehîdan û jin îro serdana gorên şehîdan û bi taybet jî gora şehîd Merwan kirin.

‘EM Ê LI SER ŞOPA ŞEHÎDAN BIMEŞIN‘

Bi boneya rojê, endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Rîhan Xidir axivî û anî ziman ku ev roj ji bo wan gelek girîng e û got: “Lê dijimin dixwaze rojên me ê pîroz li me reş bike, ji ber wê di vê rojê de hevalê me Merwan bedel kirin hedef. Lê bi van êrîşan em ê dest ji çanda xwe bernedin û em ê rojên xwe pîroz bikin. Em jî wek Êzîdî dibêjin, wê yên bûne sedema van êrîşan hesab bidin. Em bi êrîşan û şehîdan lawaz nabin, berovajiyê wê em ê bi hezaran keç û xortên Êzidî li pey şopa wan bimeşin.“