BI DÎMEN

Bi boneya salvegera damezrandina KNK’ê li Osloyê resepsiyon hate dayîn

Bi boneya 25’emîn salvegera damezrandina KNK’ê li Osloyê resepsiyon hate dayîn. KNK’ê ji roja damezrandina xwe û vir ve bi armanca avakirina yekîtiya neteweyî, xebat meşandine. Têkildarî van xebatan û Nûneriya KNK’ê ya li Norwecê agahî hatin dayîn.

25’EMÎN SALVEGERA DAMEZRANDINA KNK’Ê

Li navçeya Frogner a paytexta Norwec Osloyê bi boneya 25’emîn salvegera damezrandina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) resepsiyon hate dayîn.

Resepsiyon ji aliyê Nûneriya KNK’ê ya li Norwecê ve hate organîzekirin. Gelek Kurdistanî û dostên Kurdan ên Norwecî beşdarî resepsyonê bûn.

Ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştre axaftina vekirinê hate kirin. Nûnerê KNK’ê yê Norwecê Saîd Sanandaç mêhvan silav kirin û bi kurtî qala xebatên ku KNK’ê ji rojava damezrandina xwe û vir ve bi armanca avakirina yekîtiya neteweyî meşandine, kir. Her wiha têkildarî Nûneriya KNK’ê ya li Norwecê agahî hatin dayîn. Di resepsiyonê de li ser dîroka damezrandina KNK’ê sînevîzyon hate temaşekirin.

Di dawiya axaftinan de, peyamên pîrozbahiyê yên partî û saziyên cur be cur ên Kurdistanî û Norwecî hatin xwendin.

Pîrozbahî piştî stranên hunermend Tîrêj Ûrmiyê û Welat Kobanê, bi dawî bû.