Bi bê avhiştinê zorê li wan dikin ku Sûrê biterikînin

Di destpêka rojiya Remezanê de li taxên Alîpaşa û Lalebey a Sûrê elektrîk û av ji ser taxê qut kirin.

Gel ev 5 roj in ku pêdiviya xwe ya avê ji taxên cîran û ji mizgeftan dabîne dike. Dewlet di hilweşandinê de û gel jî di terknekirina malên xwe de bi israr e.

Dewleta Tirk a bi rêveberiya AKP’ê ku nekarî berxwedana Sûrê bişkîne û Sûr hilweşandî, qîma xwe bi vê jî neanî û bi navê ‘’camewerîkirina lezgîn’ biryara desteserkirina Sûrê da. Niha jî li gorî vê biryarê dixwaze taxên Alîpaşa û Lalebeyê hilweşîne. Ji bo ku gel li mala xwe, li kuçe û taxa xwe xwedî derdikeve jî ev 5 roj in şêniyên taxê bê elektrîk û bê av têne hiştin.

ŞÊNIYÊN TAXÊ BIBIRYAR IN KU LI BER XWE BIDIN

Piraniya şêniyên taxê yên ku biryara hilweşandinê li ser wan hatiye standin malbatên mexdûrên koçberbûnê ne. Şêniyen taxê bibiryar in ku taxên xwe terk nekin û dibêjin heta dawiyê ew ê li ber xwe bidin. Gel pê dizane ku hilweşadina du taxan wê derbasî taxên din jî yên Sûrê bikin.