Berxwedêrên bajaran salvegera damezrandina YPS'ê pîroz kirin

Şervanên YPS'ê di salvegera yekemîn a damezrandina YPS'ê de axivîn û gotin, "Têkoşîna me dewam dike. Heta azadiya Rêberê me û gelê me, wê têkoşîna me bidome." Şervanan bang li ciwanan kirin, ji bo tevlî nava refên YPS'ê bibin.

Dewleta Tirk, tevî operasyonên hewayî yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, ku di 24'ê Tîrmeha 2015'an de dest pê kir, di heman demê de êrîşî 'Xwerêveberiyên Demokratîk' ên ji 10'ê Tebaxa 2015'an û pê ve hatin ragihandin, kir. Dewletê xwest bi rêya van êrîşan gelê Kurd tine bike. Bi vê armancê, dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê li Cizîr, Sûr, Silopiya, Nisêbîn, Dêrik, Gever, Şirnex, Hezex, Kerboran, Farqîn; Rezan, Bismil, Qoser, Sêrt, Wan û Gimgimê êrîşî 'Xwerêveberiyên Demokratîk' kir. Li dijî van êrîşên tinekirinê, gel û ciwanên Kurd di 19'ê Çileya 2016'an de Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) ava kirin û bi berxwedaneke mezin bersiv dan êrîşan. Dewleta Tirk ku derbên gelekî giran ji berxwedana YPS'ê xwar, bi çekên giran û operasyonên leşkerî bajarên Kurdan hilweşand û xwest berxwedana gelê Kurd têk bibe.

Şervanên Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) salvegera yekemîn a damezrandina YPS'ê pîroz kirin û bi vê wesîleyê ji ANF'ê re axivîn.

PSÎKOLOJIYA ARTÊŞA TIRK JI HEV KET

Cûma Azad di şexsê Ş. Rûken, Ş. Rojber û Ş. Sîpan de salvegera 1. a damezrandina YPS'ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelên Kurdistanê û hemû şehîdan pîroz kir.

Azad da xuyakirin ku wan bi bandora ruh, coş û moralê Apoyî YPS ava kirine û ew jî li Hezexê tevlî nava berxwedana YPS'ê bûye. Azad diyar kir, dewleta Tirk bi çekên giran û teknîkê xwest, berxwedanê têk bibe, lê YPS Hezexê bi berxwedaneke mezin li dijî êrîşên tinekirinê û komkujiyan, gelê xwe parastiye.

Cûma Azad da xuyakirin, dewleta AKP'ê piştî ku bi berxwedana xurt a YPS'ê hesiya û fêhm kir nikare serî li gelê Kurd bide tewandin, dest bi bikaranîna hemû çekên xwe yên giran, tank û topan kir û bi vî rengî êrîşî gelê Kurd û bajarên Kurdan kir.

Azad got, "YPS'ê di cihd e bersiv da van êrîşên hovane. Gelek kuştiyên artêşa Tirk çêbûn û psîkolojiya artêşê ji hev ket. Di berxwedana bajaran de lehengî û fedakariyeke gelekî mezin derket holê.

Di serî de gelê Hezexê, lazim e tevahiya gelê Kurd xwedî li têkoşîna hevrêyên me yên li berxwedana bajaran şehîd bûn, derkeve. Ez bawerim wê gelê Hezexê xwîna şehîdan li erdê nehêle."

LEHENGÊN MEZIN DERKET HOLÊ

Çayan Koçgirî jî got, "Ez salvegera yekemîn a damezrandina YPS'ê di şexsê Ş. Çeko, Ş. Nûda, Ş. Rojger û Ş. Varbîn de li hemû şehîdên xweparastinê pîroz dikim" û diyar kir, di dema avabûna YPS'ê de wî bi xwe li Hezexê cihê xwe di nava berxwedanê de girt.

Koçgirî diyar kir, ragihandina YPS'ê di nava ciwanên Kurd de rê li ber coş û kelecaneke mezin vekir û got, "Gelê me jî di pêvajoyeke bi vî rengî de destek da zarokên xwe û berxwedan mezin kir. Û bi berxwedana xwe nîşan dan ku wê xwe bi rê ve bibe û xwe biparêze. Û ji dewleta Tirk re gotin ku wê nema karibe komkujiyan bîne serê gelê Kurd. Dewleta Tirk a ku bi vê biryardariya gelê Kurd hesiya, tirsiya. Lewma bi hêzên xwe yên taybet û çeteyan êrîşî bajarên Kurdan kir."

Koçgirî da zanîn, piştî berxwedana Cizîrê dewleta Tirk gav bi bav êrîşî bajarên Kurdan kir û got, "Hêzên ku li Cizîrê komkujî kirin, anîn Hezexê û bi vî rengî xwestin berxwedanê têk bibin. Lê belê tevî hemû êrîşên tinekirinê yên dewleta Tirk, lehengî û fedaîtiyeke mezin rû da. Û di şexsê hevalên me yên şehîd de berxwedan û lehengiyeke mezin derket holê. Derbên giran li dijmin hatin xistin. Ji ber vê têkçûnê dewleta Tirk serî li teknîkê da. Bêguman rêbaza şerê dewleta AKP'ê ji sedî 90 şerê taybet, ji sedî 10 jî teknîk e. Me ev yek bi rengekî vekirî di berxwedana Hezexê de dît. Hêza leşker û polîsan a dewleta Tirk ji bo şer bike, tine bû."

Koçgirî ji gelê Kurd xwest, ku nekeve nava xefika şerê taybet a dewleta Tirk, piştgiriya hev bike û got, "Bila gelê me birînên hev bipêç e. Ciwanên kurd jî lazim e ji niha û pê ve weke kadroyeke/î YPS'ê tevlî pêvajoyê bibin."

YPS'Ê PÊŞÎ LI ARTÊŞA TIRK GIRT

Hêvî Erdal di destpêka axaftina xwe de yekemîn salvegera damezrandina YPS'ê pîroz kir û anî ziman, ku piştî ragihandina Xwerêveberiya Demokratîk ew çû Nisêbînê û li wê derê berxwedana gel, xendek û bendên li dijî dewleta Tirk hatibûn danîn, dîtiye.

Hêvî Erdal got, "Min di destpêkê de nizanîbû ev tê çi wateyê. Lê belê gava min coş, kelecan, moral û keda zarok, dayik û mirovên extiyar ên li ber wan bendan dît, vê yekê bandor li min kir û tevlî nava berxwedana Nisêbûnê bûm. Vê berxwedanê nîşan dida ku êdî sebra gelê me li pêşberî êrîşên tinekirinê yên dewleta Tirk nema ye. Dewleta Tirk bi êrîşa li dijî Xwerêveberiyê re dixwest gelê Kurd tine bike. Li dijî êrîşên tinekirinê yên dewleta Tirk, ciwanên Kurd di bin navê Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) de xwe bi rêxistin kirin û pêşî li artêşa Tirk girtin. Berxwedana hevalên me artêşa Tirk şikand."

BI BERXWEDANA BAJARAN RE DESTAN HAT NIVÎSANDIN

Hêvî Erdal destnîşan kir, gelê Kurd bi berxwedana bajaran re destaneke mezin nivîsandiye û got, "Dewleta Tirk a ku li pêşberî ruhê fedayî yê hevrêyên me yên şehîd bûn, li bin ket, bi bikaranîna teknîkê û hêzên taybet xwest mîna Sûr û Cizîrê, Nisêbînê jî tine bike.

Vê berxwedanê gelekî bandor li me kir. Bêguman weke şopdarên hevalên xwe yên şehîd û gelê xwe, em ê xwedî li vê berxwedanê derkevin. Ez bawerim wê gelê me jî xwedî li berxwedana zarokên xwe derkeve û vê berxwedanê mezin bike. Û di serî de jin û ciwan ez bang li her kesî dikim, ku cihê xwe di nava vê berxwedanê de bigirin."

HETA KU GELÊ ME AZAD BIBE, WÊ BERXWEDANA ME BIDOME

Nûjiyan Nisêbîn salvegera damezrandina YPS'ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelên Kurdistanê pîroz kir û got, "Di demekê de ku şerê taybet û êrîşên tinekirinê yên dewleta Tirk giran bû, ez ji Nisêbînê tevlî nava berxwedana YPS'ê bûm. Gelê me li dijî êrîşên dijmin serî netewand û li ber xwe da. Min cihê xwe di nava berxwedaneke bi vî rengî ya watedar de girt. Heta ku Rêberê me û Kurdistan azad bibe, berxwedana me ya YPS'ê wê dewam bike. Û bang li hemû ciwanan dikim, ku cihê xwe di nava vê berxwedanê de bigirin û berxwedanê geş bikin."

Pale Nisêbîn, di şexsê Kawa, Xebat, Bedran, Fûat û Bagokan de salvegera damezrandina YPS'ê li Rêberê Gelê Kurd, gelên Kurdistanê û li şehîdan pîroz kir û got, "Bi vê wesîleyê ez hemû şehîdên me bi rêzdarî bibîr tînim. Ragihandina YPS'ê ji aliyê ciwanên Nisêbînî ve bêguman bandor li me jî kir. Ragihandina YPS'ê ji bo me mîlandek e. Salek berxwedanê di ser ragihandina YPS'ê re derbas bû. Bi berxwedana bajaran bersiv ji plana têkbirinê ya dewleta Tirk re hat dayîn. Dewleta Tirk a ku dixwest serî li gelê Kurd bide tewandin, ket rewşeke welê ku serî bitewîne. Ket rewşeke welê ku bêje 'em ê teslîm nebin'. Ya ku dewlet xist vê rewşê çi bû? Têkoşîna Pakîze, Sêvê, Mehmet Tûnç, Xebat, Binevş û gelê me bû. Têkoşîna bendan a zarokên gelê Kurd bû. Vê berxwedana YPS'ê bandor li me kir. Di vê çarçoveyê de tevlî berxwedanê bûm."

EM Ê NESEKININ, EM Ê LI BER XWE BIDIN

Pale Nisêbîn da xuyakirin, ku wan kolan, tax û bajarê xwe diparastin û ev yek ji bo wan di asta şoreşê de girîng bû. Pale Nisêbîn da zanîn, di berxwedana bajaran de berdêlên mezin hatin dayîn got, "Nisêbîn yek ji kelehên berxwedanê bû. Vê berxwedanê tirs berda dilê dijmin. Ji ber vê yekê gotin 'Em ê xanî li ser piyan, serî li ser milan nehêlin' û bi rengekî êrîşî Nisêbînê kirin. Ji ber ku ev bi ser nexistin, vê carê bi hev ketin. Ev yek jî bi saya têkoşîna Xeyriyan pêk hat. Hevalê Xeyrî digot, 'çavekî me, destekî me, lingekî me jî bimîne em ê nesekinin, em ê li ber xwe bidin'. Vê gotin û helwestê dijmin xist vî halî. Hevalên me yên birîndar, tevî birînên xwe çeperên xwe parastin. Ciwanan di têkoşîna li dijî JOH û POH de destaneke dîrokî nivîsandin. Tevî hebûan derfetan jî berxwedaneke mezin hat kirin. Vî ruhî ev gotin bi hevalê Xeyrî da gotin. Vî ruhî Sendroma Nisêbînê bi dijmin da jiyîn. Vî ruhî rê li ber serketinê vekir."

Pale Nisêbîn diyar kir, ew ê li ser şopa Ekînan, Binevşan, Xebatan û hemû şehîdan bimeşin û bang li ciwanên Kurd kir, ku tevlî berxwedana YPS'ê bibin.

GELÊ ME BI COŞEKE MEZIN TEVLÎ BERXWEDANÊ BÛ

Cahît Amed jî di destpêka axaftina xwe de salvegera damezrandina YPS'ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelên Kurdistanê pîroz kir. Amed da xuyakirin, piştî tevlîbûna li nava refên YPS'ê wî di nava berxwedana Sûrê de cih girt û got, "Dewleta Tirk piştî ragihandina YPS'ê ji Gimgimê heta Cizîrê li her cihî dest bi pêleke giran a êrîşê kir. Li dijî van êrîşên tinekirinê yên dijmin, berxwedaneke dîrokî hat nîşandan. Gelê me jî ji ber berxwedana ciwanên Kurd, ket nava coş û kelecaneke mezin."

Cahît Amed anî ziman, gelê Kurd bi ve coş û kelecanê tevlî berxwedana bajaran bû û got, "Ev berxwedana me ya dîrokî dewam dike. Bang li hemû ciwanên Kurd dikim ku cihê xwe di nava berxwedana YPS'ê de bigirin û vê berxwedanê mezin bikin.