Endezyar Herêm Mehmûd li navçeya Kelarê 19 roj in di greva birçîbûnê de ye. Mehmûd ku heta niha 6 kîlo li xwe kêm kiriye anî ziman ku pirsgirêkên giran ên tenduristiyê hîn li wî rû nedaye û nerazîbûn nîşanî zextan da.
Mehmûd got, "Carna çav û lingên min diêşin. Vîna min xurt e, ez ê çalakiyê bidomînim." Mehmûd diyar kir, hêzên asayîşê bi rêya telefonê lê geriyane û gef lê xwarine.
Mehmûd da xuyakirin ku hêzên asayîşê jê re gotine, "Eger tu neyê asayîşê wê encamên wê ji bo te nebaş bin."
Mehmûd got, "Bi gefan ez ji çalakiya xwe venagerim. Ez ê têkoşîna xwe mezintir bikim. Eger zext zêde bibin ez ê çalakiya xwe veguherînim rojiya mirinê."
Mehmûd spasiya kesên ku piştgiriya wî dikin kir û got, "Ti carî ji têkoşînê bêhêvî nebin. Hêviyên me ji bo serketinê ne."