Berxwedana xwe kir mîrate û ji dîrokê re hişt

Agir Erdêxan ku bi felsefeya Apoyî canê xwe ji bo gelê xwe feda kir, weke milîtanekî baxçeyê jiyanê yê mirovahiyê mîrateya berxwedanê ji dîrokê û hevrêyên xwe re hişt.

AGIR ERDÊXAN

Agir Erdêxan şervanekî heqîqetê yê Serhedê bû ku xwedî kesayetiyeke wêrek û sane bû, li nasnameya xwe digeriya. Hevalê Agir ku dûrî nasnameya xwe mezin bû, dema li zanîngehê dixwend xwendekarên welatparêz ên Kurd nas kir û dest bi lêgerîna nasnameya xwe kir. Di encama vê lêgerînê de xwe gihand felsefe û îdeolojiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Fêhm kir ku jiyana azad û wekhev di nava PKK'ê de de ye û tevlî bû. Kesayetiya wî ya ji dil û dilnizm bi çiyê re bû yek. Di her kêliyê de xwe li nava vê jiyanê afirand û bi wêrekî, îrade û hunera xwe ya şervaniyê bû fermandarekî pêşeng.

Agir Erdêxan (Bûrak Olmez) sala 1994'an li navçeya Hanan a Erdêxanê ji dayik bû. Beşek ji zarokatiya wî li gund derbas bû. Jiyana li gund reng da zarokatiya wî û piştre ji bo xwendina dibistanê çû bajêr. Hingî jî nakokiyên wî destpê kirin. Di salên xwendina lîseyê de nakokiyên çînî yên ji ber sîstemê hatin afirandin, bala wî kişand. Bêedaletiya di nava sîstemê de ji bo wî bû sedem ku bikeve nava lêgerîna li edaletê. Ji ber derdora li nav mezin bû, dûrî nasnameya xwe mezin bû. Ev yek heta salên zanîngehê dewam kir. Dema ku çû zanîngehê, xwendekarên welatparêz nas kir û dest bi lêgerîna li nasnameya xwe kir. Zilma ku ji ber nasnameya Kurdan li wan tê kirin ji nêz ve dît. Her ku êrişên faşîst dît, lêgerîna xwe ya li nasnameyê hîn xurt kir. Bi demê re bû xwedî têgihiştineke polîtîk. Kete nava lêgerîna wê yekê ku li derveyî vê jiyana hatiye afirandin, bêyî înkarkirina nasnameya mirovan karibe jiyanekê peyda bike. Zanîbû ku di nava sîstemê de nikare bersivê ji van pirsên xwe re bibîne. Her wiha pê hesiya ku civakeke polîtîk a exlaqî tenê li derveyî sîstemê dikare bê afirandin û felsefeya azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd nas kir. Ev jiyana bi pêşengiya PKK'ê hate avakirin roj bi roj hîn bêhtir bala wî kişand. Ev îdeolojî û felsefe ji lêgerînên wî re bû bersiv. Baweriya xwe bi wê yekê anî ku ne li nava vê jiyana li sîstemê, lê belê li çiyê bi pêşengiya îdeolojiya Abdullah Ocalan dikare têbikoşe. Bi vê baweriyê ji bo tevlî nava tevgera azadiyê bibe berê xwe da çiyê.

DEMA KU NÛ GIHÎŞT ÇIYÊ

Sala 2014'an gihîşt çiyayên azad. Hîn di destpêkê de çiya ji bo wî bû sedema kelecaneke mezin. Bi perwerdeyên nû re ziraviyên jiyana gerîla fêhm kir. Di nava van perwerdeyan de rastiya civakî baş nirxand, jiyana nû ay li çiyê coş û kêfxweşiyeke mezin di dilê wî de afirand. Bi vê coş û kelecanê tevlî nava jiyanê bû. Weke gerîlayekî li çiyê ji bo bibe şervanê azadî û edaletê, ji bo karibe di nava jiyana gerîla de xwe bi pêş ve bibe kete nava hewldaneke mezin.

FERMANDAREKÎ PÊŞENG

Di nava jiyana gerîla de şareza bû. Her tim bi coşa kêliya destpêkê tevlî bû. Bi hesta berpirsyariyê nêzî jiyanê û hevrêyên xwe bû, di her karî de serketin ji xwe re kir esas ku bi vê nêzîkatiyê bala hevrêyên xwe kişand. Ji bo karibe xwe di felsefeya Apoyî de hîn bêhtir kûr bike û bibe gerîlayekî Modernîteya Demokratîk tevlî Akademiya Mahsûm Korkmaz bû. Di akademiyê de kesayetiya xwe nirxand, têkoşîneke xurt ji xwe re kir esas. Ji aliyê dîrokî ve civak û welatê xwe hîn baştir nas kir û bîreke civakî di şexsê xwe de ava kir. Li akademiyê ne tenê dîrok û civak, her wiha taybetmendiyên civaka zayendîperest jî nirxand. Weke mêrekî ev taybetmendî nirxand û di kesayetiya xwe de lêpirsîn kir. Nêzîkatiya xwe ya li jinê bi van gotinan anî ziman: "Weke milîtanekî Rêber Apo û kadroyekî avakirinê ya jiyana nû, qada ku herî zêde bala min dikişîne naskirina rastiya jinê ye. Mijara ku herî zêde jê re bûm biyanî rastiya jinê ye. Vê yekê baş zanim, ku azadî wê li ser bingeha xwegihandineke rast a bi jinê re wê pêk were. Ji ber vê jî heta ku li ser pîvanên jiyana azad ên Rêbertî diyar kiriye xwe bigihînim hevrêyên xwe yên jin, ez ê azad bibim." Ev kûrbûnên Agir Erdêxan bala hevalên jin jî kişand û bandor li têkiliyên wî kir. Her tim hevrêtiyeke xwe dispêre azadiyê ji xwe re kir esas.

Ji bo hesab ji dijmin bipirse û li ber neheqiyê rabe, ji bo bersiveke hîn mezin bide xwe pêşniyar kir ku biçe Botanê. Her wiha xwest welatparêziya xelkê Botanê ji nêz ve nas bike û bi şerê li Botanê bibe gerîlayekî xwedî tecrûbe. Her tim bû milîtanek ku mezin difikirî. Piştî akademiyê derbasî herêma Metînayê bû.

Li herêma Metînayê ku şer lê giran bû ji bo karibe wezîfeyên xwe yên dîrokî bi cih bîne, di her kêliyê de xwe kûr dikir. Li wê derê şerê li dijî dagirkeran moraleke mezin da wî. Dema ku gihîşt Metînayê bi daxwazeke mezin tevlî nava jiyanê bû û ked da. Bi enerjiya ji perwerdeyê wergirtî şer kir. Îrade û dilê wî yê ji îradeya Apoyî kir ku di nava jiyanê û şer de bibe fermandarekî serketî û xurt. Agir Erdêxan (Bûrak Olmez) di êrişeke dagirkeriyê ya 2017'an de şehîd bû. Weke milîtanekî fedaî yê baxçeyê jiyana mirovahiyê, berxwedan weke mîrate ji dîrokê û hevrêyên xwe re hişt.