'Berxwedana me ya li dijî dagirkeriyê wê li her deverê bidome'

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir, dewleta Tirk hewl dide Başûrê Kurdistanê dagir bike û got, heta ku ku şer bidome wê berxwedana gelê Kurd jî li her deverê bidome.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik got, "Ev yek hewldanek ji bo dagirkirinê ye, ji bo kontrolkirinê ye. Ji aliyê siyasî ve hewldanek ji bo teslîmgirtina îradeya Başûrê Kurdistanê ye. Heta ku şer bidome wê berxwedana gelê Kurd jî li her deverê bidome. Ji Xakurkê heta Behdînan, ji Dersimê heta Serhedê wê li her deverê bidome."

Beşa dawî ya hevpyevîna bi Bayik re.

Dewleta Tirk ji sala 1983'an ve 'operasyonên li derveyî sînor' pêk anî. Navên nepixandî li hemûyan kir û tişta hêvî dikir ji ti ji wan wernegirt. Supurge, Sizma, Çelîk, Atmaca, Tokat, Balyoz, Çekîç, Mûrat, Sandvîç, Guneş... Niha jî navê 'Pençe' lê kiriye. Du salên dawî dewleta Tirk qonax bi qonax hewl dide dagir bike, bi cih bibe û vê yekê jî bi hevkarên xwe dike. Beriya her tiştî hûn dikarin qala cudahiyên sereke bikin?

Berê ji bo derbê li tevgera me bixin ev operasyon dihatin kirin. Lewma di her firsendê de ji bo pêşî li pêşketina têkoşîna me ya tevgera azadiyê bigirin operasyonên wiha dihatin kirin. Lê belê bi destpêkirina Şerê Sêyemîn ê Dinyayê re polîtîkaya xwe guhertiye. Operasyonên berê di çarçoveya hevsengiyên sedsala 20'an, di çarçoveya statuya Rojhilata Navîn a sedsala 20'an de dihatin kirin, êrîşên bi wî rengî bûn. Wê demê sînorên heyî, statuyên heyî qebûl dikir û bi vî rengî êrîş dikir. Bi Şerê Sêyemîn ê Dinyayê re rewş guherî, hevsengiyên berê yên li Rojhilata Navîn ji holê rabûn. Di pêvajoya hilweşîna hevsengiyan de Kurd bûn xwedî hêzeke girîng. Dewleta Tirk di rewşeke wiha de li şûna ku pirsgirêka Kurd çareser bike, xwe demokratîk bike û bi vî rengî cihê xwe di sîstema nû ya Rojhilata Navîn de werbigire; li şûna ku weke hêzeke demokratîk a ku pirsgirêka Kurd çareser kiriye bibe parçeyek ji sîstema nû ya li Rojhilata Navîn, ji ber ku pirsgirêka Kurd çareser nekir û ne xwedî zîhniyeteke demokratîk e hem dixwaze têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bieciqîne, hem jî di hevsengiyên nû de di çarçoveya feraseta belavkariyê de dixwaze hîn bi bandor bibe. Tayyîp Erdogan ev yek bi rengekî vekirî got. Got, 'Peymana Lozanê ne serketinek e'. Bi vî rengî diyar kir ku ew sînorên li Lozanê hatine xêzkirin qebûl nake. Di vê çarçoveyê de tiştên weke, 'Sînorê Tirkiyeyê ji Helebê heta Kerkûkê û hwd.' got. Vê yekê di çarçoveya Mîsakî Mîlî de nabêje ku sala 1919'an di Kongreya Sêwasê de hate qebûlkirin. Ji ber ku Mîsakî Mîlî wê demê welatê hevpar ê Kurd û Tirkan bû. Wê Kurd bibûna xwedî jiyana xweser. Di vê çarçoveyê de wê Kurd û Tirk Mîsakî Mîlî ya dagirkirî rizgar bikirabûna û li welatê hevpar bibûna dewleteke xwe dispêre yekîtiya her du gelan. Di wir de înkara Kurdan tine bû.

Çend roj berê Bînalî Yildirim ji bo di hilbijartinên Stenbolê de bandorê li dengê Kurdan bike qala mebûsên Kurdistanê û Laz ên li meclîsa destpê kir. Rewşa wê demê bi polîtîkayên niha re li hev nake. Desthilatdariya AKP'ê ya heyî nêzîkatiya meclîsa destpêkê ya sala 1920'î qebûl nake. Berevajî, di polîtîkaya qirkirinê ya piştî sala 1924'an dest pê kir, israr dike. Bi înkarkirina Kurdan re dixwaze xwe li herêmên Mîsakî Mîlî jê re tê gotin belav bike. Çawa ku Kurdistanê weke qadeke ji bo belavbûna neteweya Tirk dibîne, niha jî sînorên Mîsakî Mîlî yên berê jî weke qadeke belavbûna netewetiya Tirk dibîne. Divê êrîşkariya wan a di vê astê de tê kirin hinekî bi vî rengî were nirxandin. Di demekê de ku hevsengiyên berê yên li Rojhilata Navîn ji holê radibin û hevsengî û statuyeke nû derdikeve holê, dewleta Tirk hem dixwaze Kurdan bieciqîne -ji ber ku Kurd bûne xwedî hêz, dikarin di nava hevsengiyên nû de hebin, dikarin bibin xwedî azadiya xwe- hem jî eger jê bê dixwaze xeyala xwe ya Osmaniya nû pêk bîne. Di Osmaniya nû ya niha de zîhniyeta dema Împaratoriya Osmanî nîne. Zîhniyeta heyî ji zîhniyeta wê demê gelekî paşdemayî ye. Wê demê di nava Osmaniyan de neteweperestiyeke mîna niha tine bû. Osmanî sîwana miletên cuda bû. Niha ne sîwana miletên cuda ye; xeyala Osmaniya nû ew e ku bi temamî Tirk serdest bin û nasnameyên din bên qirkirin. Lê dema tê hesabê wan dibêjin, di serdema Osmanî de hemû nasname bi hev re dijiyan -Xiristiyan, Misilman, Yahûdî, Kurd, Ereb, Rûm, Bûlgar-, bi vî rengî pesnê wê demê didin. Lê dewleta Tirk niha polîtîkaya neteweperestî, şovenîzm, tinekirina gelên cuda dimeşîne ku di serdema Osmanî de nebû. Bi berfirehkirina sînorên Tirkiyeyê re bêguman dixwazin Kurdan tine bikin. Di dema şerê Kobanê de çi gotin? Gotin, 'Ne Kobanê, Ayn El Ereb e'. Di dema krîza Kerkûkê de gotin, 'Ew der bajarê Tirkan e'. Divê cudahiya êrîşên nû yên dewleta Tirk bi vî rengî were dîtin.

Li aliyê din di çarçoveya vê polîtîkaya belavkarî û dagirkeriyê de, nokeriyeke Kurd heye ku destekê dide wan. Tişta ku ya bi navê ENKS'ê li Rojava, li Efrînê kir li pêş çavan e. Tevî ku ti hêza xwe tine bû bi hevkariya bi çeteyan re qaşo wê bibûna xwediyê Efrînê. Lê belê niha Kurd li wir tên qirkirin. Di nava vê nokeriyê de asteke welê ya xiyanetê heye ku li ti devera dinyayê nîne. Dibêje, 'Ne ya min be, divê ne ya Kurdekî din be'. Niha jî di dagirkirina Başûrê Kurdistanê de PDK tê bikaranîn. PDK bi rastî jî bi nêzîkatiyên rojane û teng dibe amûrek ji van polîtîkayên dewleta Tirk re. Tifaqa AKP-MHP eger jê bê dixwaze beşek ji xaka Sûriyeyê tevlî xaka xwe bike. Eger şert û mercên siyasî guncaw bibe dixwaze bi van derfetên xwe û hêza xwe ya dagirkeriyê Başûrê Kurdistanê jî tevlî xaka xwe bike. Polîtîkayeke xwe ya bi vî rengî heye. Lê eger ev nebe, niha hewl dide li Başûrê Kurdistanê herêmek tampon ava bike. Bi bikaranîna derfetên teknîkî re hewl dide sînoran bi temamî bigire. Bala xwe bidin ser; li seranserê Îranê û li sînorê Sûriyeyê dîwar lê dike. Ji ber ku Başûrê Kurdistanê herêmeke çiyayî ye derfetên xwe nîne ku dîwar lê bike, li aliyê din gerîla destûrê nade. Lê belê bi êrîşên dagirkeriyê re dixwaze mîna niha herêmeke tampon ava bike û piştre vê dagirkeriyê li tevahiya Başûrê Kurdistanê belav bike. Em nizanin êdî bi PDK'ê re kîjan têkiliyên veşartî pêk aniye, kîjan soz dane PDK'ê. Bi rastî jî em nizanin ku PDK çawa baweriya xwe bi sozên dewleta Tirk tîne, çawa jê bawer dike û tevlî van operasyonan dibe.

PDK îro xwe dispêre dewleta Tirk û li Iraqê polîtîkayê dimeşîne. Li dijî Iraqê dewleta Tirk bi kar tîne. Li dijî YNK'ê dewleta Tirk bi kar tîne. Ji xwe li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd bi dewleta Tirk re polîtîkayê dimeşîne. Lewma êrîşên dema dawî yên dewleta Tirk di nava şert û mercên Şerê Dinyayê yê Sêyemîn de weke encama cudabûna têkiliyên dewleta Tirk û PDK'ê derdikevin holê. Berê bi hev re tevdigeriyan, dixwestin hin darbeyan lê bidin. Herduyan ji bo berfirehkirina qada xwe ev polîtîka dimeşandin. Niha jî ne tenê ji bo derbê li gerîla bixin vê têkiliyê dikin. Di çarçoveya polîtîkaya Iraqê, polîtîkaya Rojhilata Navîn de van êrîşan dike. Dewleta Tirk di çarçoveya van polîtîkayan de hewl dide li hin herêman bi cih bibe. Çawa ku li gelek deveran baregehên xwe hene, niha jî bi dagirkirina herêmên nû dixwaze baregehên xwe zêde bike. Wê vê yekê veguherînin polîtîkaya serdestiya li tevahiya Başûrê Kurdistanê. Ji xwe hevalê me Fermandarê Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan got, ev yek ne êrîşek e; hewldana ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye.

Divê êdî polîtîkayên dewleta Tirk ên der barê Başûrê Kurdistanê ne tenê weke êrîşekê, weke hewldanek ji bo dagirkeriyê bê dîtin. Her wiha hin hêz meseleyê weke tenê 'dagirkirina Xakurkê' biçûk dibîne. Tevgereke were biçûkxistin nîne. Ji ber ku bi bikaranîna hemû hêz û derfetên xwe dixwaze hin herêman dagir bike. Bêguman pêwendiya xwe bi hilbijartinê ve jî heye. Serketina di hilbijartinên Stenbolê de ji bo desthilatdariya AKP'ê gelekî girîng e. Ji ber vê yekê dixwaze propaganda vê bike û deng ji hêzên şovenîst û neteweperest werbigire. Beriya niha yek ji herêmên stratejîk û girîng ên herêma Xakurkê girê Lêlîkanê bi destûr û piştgiriya PDK'ê dagir kiribû, niha jî hewl dide Şekîfê dagir bike û lê serdest bibe. Lewma êrîşeke berfireh ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê û tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd e. Wê bi ser bikeve ya bi ser nekeve ew mijareke cuda ye. Weke ku we jî got, heta niha gelek operasyon hatin kirin lê ti ji wan bi ser neketin. Niha armanca xwe guherî, cuda bû. Di vê çarçoveyê de dixwazin dagirkeriyê belav bikin. Bêguman wê stratejî û taktîkeke Tevgera Azadiyê li dijî vê hebe. Wê têkoşîneke xwe ya demdirêj a li dijî vê hebe. Têkoşîna me ya li dijî van êrîşan hemûyan wê bi biryardarî bidome. Bi berfirehkirina têkoşîna xwe wê bersiv ji êrîşên dagirkeriyê re bê dayin. Çawa ku 35-40 sal in em li dijî van êrîşa bi israr li ber xwe didin, çarçove, ast û armanca êrîşan çi dibe bila bibe, wê berxwedana ji bo hesreta sed salî ya gelê Kurd, têkoşîna 40 salî bidome.

Heta salek beriya niha bi qasî ku em zanin, li Bamernê, Şeladizê, Batufa, Kanimasi, Kiribî, Sinekê, Sirî, Kubkê, Kumri, KoxêSpî, SerêZêr, GeliyêZaxo û Amediyê baregehên leşkerî yên Tirk hene. Her wiha li Hewlêr, Duhok, Zaxo û Amediyê şaxên MÎT'ê hene. Li Başîka, Soran, Kalaçolan û Zûmarê kamp ava kir. Li herêma Harîrê li balafirgeha kevn kamp ava kir û dest bi bikaranîna wê kir. Li xeta Silêmaniye, Helebçe, Germiyanê bi navê 'şîrketên taybet' û 'personel'an hin saziyên xwe hene. Zêdeyî hezar 350 şîrketên Tirk kar dikin; eşkere ye ku hinek ji wan paravan in û yekser bi MÎT'ê re dixebitin. Aliyê siyasî, çandî û aborî jî li aliyekî din. Ev tabloyeke çawa ye û wê bigihêje ku derê?

Pirsa we ji xwe nîşan dide ku ya heyî wê tevgera dagirkeriyê bi ku ve bibe. Başûrê Kurdistanê êdî veguherandiye mandayekê. Başûrê Kurdistanê heta niha ji her alî ve di kontrola sîstema mêtinger qirker de ye. Me ev yek ji xwe di referandûma serxwebûnê ya sala 2017'an de dît. Her kes zane ku dewleta Tirk helwesteke çawa nîşan da. Gotin, 'Em ê deriyê sînor ê Xabûrê bigirin wê birçî bimînin'. Ya rast, nikarin Xabûrê bigirin. Eger Xabûrê bigirin wê aboriya wan têk biçe, lê ji bo nîşandan niyeta dewleta Tirk û desthilatdariya AKP'ê ew gotin girîng e. Wekî din piştî referandûma serxwebûnê dema ku krîza Kerkûkê rû da, Tayyîp Erdogan bi xwe got, 'Kerkûk bajarekî Tirkmenan e'. Dewlet Tirk bi vê polîtîkaya xwe re nêzîkatiya xwe ya weke 'tu bi temamî di kontrola min de ye, tu nikare derkeve derveyî polîtîkayên min' eşkere kir. Niha ewqas baregehên leşkerî hene; wê baregehan berfireh bikin, li Lêlîkan û Şekîfê baregehan ava bike, amadekariyan dike ku li deverên din baregehan ava bike. Ev hemû nîşan didin ku Başûrê Kurdistanê êdî ji dagirkeriyê jî wêdetir bi temamî dikeve bin mêtingeriya wan. Dixwazin Başûrê Kurdistanê welê bikin ku bi temamî polîtîkayên Tirkiyeyê lê bi bandor bin. Dewleta Tirk bi rêya vê yekê dixwaze Iraqê kontrol bike, li hemberî Îranê pozîsyona xwe xurt bike. Li gel vê yekê dixwaze petrola Kerkûkê bi temamî kontrol bike. Polîtîkayên Tirkiyeyê vê yekê radixin pêş çavan. PDK dibe amûrek ji vê yekê re. Polîtîkayên PDK'ê Başûrê Kurdistanê niha kiriye parçeyek ji Tirkiyeyê ne ji Iraqê. Polîtîkaya PDK'ê ya ku Tirkiyeyê li dijî hin hêzan bi kar tîne Başûrê Kurdistanê xistiye vê rewşê.

Tirkiye ya ku ewqasî daye nava Başûrê Kurdistanê wê li hemberî Iraqê pozîsyona xwe çi be? Mesela; tevî ku Iraq ji Tirkiyeyê dibêje ji kampa Başîka derkeve, Tirkiye jê dernakeve. Tirkiye nîşanî Iraqê dide ku gotinên wê ji bo wan ne cidî ye. Ji xwe Tayyîp Erdogan demekê ji bo Serokwezîrê Iraqê gotibû, 'Tu kî ye, tu xwe çi dihesibîne, kî te cidî digire, ti wateya gotina te ji bo min nîne'. Gelo ev nayê wê wateyê ku ji Iraqê re bi rengekî vekirî dibêje, ti hêza te li hemberî min nîne? Bi dagirkirina qadên herî girîng ên Iraqê re ev yek got.

Lewma divê rewşa Başûrê Kurdistanê ya heyî bê nîqaşkirin û nirxandin. Ev yek tevgereke dagirkirinê ye. Hewldanek ji bo mêtingeriyê ye. Ji aliyê siyasî ve teslîmgirtina îradeya Başûrê Kurdistanê ye. Li Başûrê Kurdistanê niha rêveberiyeke xwedî îradeya siyasî û azad heye gelo? Mijara nîqaşê ye. Ne tenê rewşa PDK'ê wiha ye, li ser YNK'ê jî zextê dike. Dewleta Tirk dixwze di ser YNK'ê de jî ya dixwaze bike. Ji xwe YNK û Goran jî hevparê hikumeteke wiha ne.  Gelo ev Kurdistaneke çawa azad e? Hêza ku vê dike li Bakurê Kurdistanê qirkirinê dike. Ji bo Kobanê dibêje ne bajarê Kurdan e. Efrînê dagir dike, dixwaze Rojava dagir bike. Di dema referandûma serxwebûnê de û piştî wê, helwesta xwe tê zanîn. Dewleteke bi vî rengî li Başûrê Kurdistanê bi bandor e. Lewma rewşa li Başûrê Kurdistanê ji vî alî ve bi rastî cidî ye. Encamên dema bê yên vê tevgera dagirkeriyê û wesayeta siyasî nayê dîtin.

Ji polîtîkaya dewleta Tirk a dema referandûma sala 2017'an ders nehatiye derxistin. Weke ku tê zanîn dewleta Tirk artêşa xwe li ser sînor bi cih kiribû. Lewma mirov bi rastî jî nizanin êdî çi bêjin. Ji me bêhtir divê hêzên siyasî, welatparêz, demokrat û şoreşgerên li Başûrê Kurdistanê vê mijarê nîqaş bikin. Gelê Başûrê Kurdistanê gelekî welatparêz e. Raperîna destpêkê ya mezin raperîna Babanzade ye. Wekî din raperîna Şêx Mehmûd Berzencî heye. Ji ber vê yekê bi taybetî herêma Soran serdestiya derve qebûl nekiriye, timî li ber xwe daye. Ji aliyê dîrokî ve rastiyeke wiha ya gel heye. Lê belê li hemberî vê dagirkeriyê bêdengiyek heye. Mîna ku dewleta Tirk tenê li dijî PKK'ê şer dike, tenê ji ber PKK'ê dagirkeriyê dike. Halbûkî ev polîtîkayên dewleta Tirk di çarçoveya belavkirina li Rojhilata Navîn tên kirin. Li her deverê dixwaze îradeya Kurdan têk bibe, destketiyên wan ji holê rake. Herêmên Kurdistanê hemûyan weke qadeke belavbûna neteweyî ji bo xwe dibîne. Mebest ji belavbûna neteweyî ew e; wan deveran dagir bike û bike Tirk. Demografiyê diguherîne. Civakên cuda lê bi cih dike. Yek ji armancên stratejîk ên dewleta Tirk ew e ku Başûrê Kurdsitanê heta Kerkûkê dagir bike, wê derê tevlî xaka xwe bike. Dema ku vê dike jî ne xwedî nêzîkatiyeke welatê hevpar ê Kurd û Tirkan e ku di Mîsakî Mîlî ya sala 1919'an de hate destnîşankirin. Eger nêzîkatiyeke xwe ya bi vî rengî hebûya, eger weke welatê hevpar ê Kurd û Tirkan binirxandibûya, eger hebûna Kurdan qebûl bikirabûna, ji xwe di navbera Kurdan û Tirkiyeyê de ewqas pirsgirêk nedibû. Eger feraseteke xwe ya wiha hebe wê destpêkê pirsgirêka li Bakurê Kurdistanê çareser bike. Wê li Bakurê Kurdistanê Kurdan înkar neke. Wê polîtîkaya qirkirina Kurdan nemeşîne. Wê civakên din li Kurdistanê bi cih neke û demografiya Kurdistanê neguherîne. Wê ewqas Kurdan koçber neke. Lewma gel û hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê divê vê rewşê nîqaş bikin. Eger vê nîqaş nekin û pêşî lê negirin wê îradeya wan bi temamî ji dest biçe, ji aliyê leşkerî û siyasî ve bikevin bin kontrolê. Ji xwe heta asteke girîng ev yek pêk hatiye. Eger pêşî li vê negirin dibe ku destketiyên Başûrê Kurdistanê hemû bikevin rewşeke metirsîdar. Divê hem Kurd, hem Iraq hem jî welatên din vê bibînin.

Deverên ku niha dixwazin dagir bikin deverên stratejîk in. Piştî ku ew deverên stratejîk hatin wergirtin wê ne hêsan be ku dewleta Tirk ji wan deveran bê derxistin. Ji xwe dewleta Tirk li devera ku bi cih bûye bi hêsanî derneketiye, dernakeve jî. Dema ku mijar Iraq û Başûrê Kurdistanê be ku li gorî xwe lawaz dibîne, wê bi temamî kontrol bike. Sibe ya wê dernekeve ya jî ji bo dernekeve wê mercên gelekî giran nîşan bide. Lewma em bang li gelê Başûrê Kurdistanê dikin ku di vê mijarê de hesas be. Ev yek tevgereke dagirkeriyê ye û gerîlayên azazdiyê li ber xwe didin. Em bang li gelê Başûrê Kurdistanê dikin ku tevlî vê berxwedanê bibe. Berxwedana heyî ya gerîla berxwedana parastina destketiyên gelê Başûrê Kurdistanê ye. Ji bo gelê Başûrê Kurdistanê li ber xwe dide. Divê ev rastî bê dîtin û gelê Başûrê Kurdistanê bi temamî tevlî vê berxwedanê bibe. Em bang dikin ku rewşa dagirkirina Başûrê Kurdistanê bê nîqaşkirin. Ev rewş ji rêzê nîne, ne rewşeke ku bêjin 'şerê li dijî PKK'ê ye' û derbas bikin. Bandorê li rewş û jiyana aborî, siyasî, çandî û civakî ya Başûrê Kurdistanê dike. Hewldanek ji bo têkbirina îradeya siyasî ya gelê Başûrê Kurdistanê ye. Encamên vê wê dema bê giran be. Ji bo encamên welê giran rû nede, divê gelê Başûrê Kurdistanê, jin, ciwan, rêxistinên siyasî li hev bicivin û piştgiriyê bidin berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê.

Artêşa Tirk ji 27'ê Gulanê û pê ve dest bi pêleke nû ya êrîşê kir. Lê belê ji roja destpêkê ve gerîla çalakiyên xurt û berfireh dikin û hewl didin li qadê asê bike. Hem jî derbên giran li wan didin. Sal û nîvek e li herêmê şerekî çawa diqewime?

Beriya niha yek ji girên stratejîk ên herêma Xakurkê girê Lêlîkanê dagir kiribû. Leşkerên xwe danîbû wê derê û baregehek ava kiribûn. Lê belê gerîlayan çalakiyên xurt kirin û leşkeran gelek windahî dan. Bêguman vê yekê planên desthilatdariya AKP'ê têk bir. Ji wan hebû ku bi kontrolkirina Lêlîkanê wê herêmê bi temamî kontrol bike. Lê belê di nava sal û nîveke derbasbûyî de gerîla li vê qadê derbên gelekî girîng li leşkeran xistin. Leşkerên Tirk nekarîn derkevin derveyî Lêlîkanê. Ji xwe helîkopteran bi kontrola balafirên keşfê û balafirên şer dadiketin û radibûn. Li aliyê din hevkariya xwe ya bi PDK'ê re didomîne û bi vî rengî hewl dide li herêmê bimîne. Lê welê li wan hat ku nikaribe vê rewşê bidomînin. Ji ber vê yekê biryar dan ku dagirkeriyê berfireh bikin. Xuya ye ev biryar berî demeke dirêj hatiye wergirtin. Bi guncawbûna şert û mercên hewayî bi bikaranîn balafirên keşfê 27'ê Gulanê dest bi êrîşan kirin. Li vê derê ne tenê li dijî dewleta Tirk şer tê kirin. Dewleta Tirk li vê derê xwe dispêre PDK'ê û bi vî rengî li ser piyan dimîne. Ji xwe di televîzyonê de jî eşkere bû; li nava gundiyan digerin, xwarinê didin gundiyan. Bi vî rengî eşkere bûye ku artêşa Tirk bi PDK'ê re li wê derê di nava têkiliyê de ye. Yanî helwesteke PDK'ê ya li dijî dagirkeriyê nîne. Li gel vê yekê hewl dide gundiyan teşwîq bike ku piştgiriyê bide artêşa Tirk, têkiliyê bi artêşa Tirk re deynin. Ev têkilî çi ye? Bêguman eger li dijî gerîla şer tê kirin, wê demê wê wan bike ajan, ji bo deverên gerîla ragihînin wê wan bike noker. Di berdêla vê ajantiyê de wê ji dewleta Tirk pereyan werbigirin. Di çarçoveya mirovên bi pereyan hatine kirîn artêşa Tirk wê îstîxbaratê werbigire û bixwaze derbê li gerîla bixe. Vê yekê li Behdînan dike. Em zanin ku di êrîşên hewayî de yên li gelek deverên Behdînanê agahî hatine dayin. Yên ku agahiyên deveran dane eşkere bûne ku bi MÎT'ê û Parastinê re dixebitin, di vê çarçoveyê de deverên gerîla tespît dikin û lê didin. Di vê mijarê de teredûta me nîne. Eşkere ye ku MÎT û Parastin bi hev re dixebitin. Em dikarin bêjin, gelek gerîla ji ber vê yekê şehîd bûn. Her wiha Parastin li derveyî herêma Behdînanê ji bo li Qendîl û derdora wê jî îstîxbaratê bide MÎT'ê di nava hewldanan de ye. Li gorî agahiyên ji me re tên, dixwazin deverên rêveberên PKK û KCK'ê tespît bikin û ji bo lêdanê agahiyan bidin. Ji xwe du rêveberên MÎT'ê yên me ew zevt kirin gotin ku PDK di mijara îstîxbaratê de gelekî alîkarî daye wan.

Niha jî dixwazin vê yekê li Xakurkê û derdora wê bikin. Gerîla li dijî vê li ber xwe didin, wê li ber xwe bidin. Dewleta Tirk bi seferberkirina hemû derfetên xwe hewl dide li van deveran bimîne. Ji xwe 4-5 sal in bi Plana Têkbirinê re bi temamî berê xwe daye polîtîkaya şer. Li ku derê destketiyên Kurdan hebe êrîşî wir dike. Li Bakurê Kurdistanê ji xwe dîktatoriyeke faşîst dike. Parlamenter, hevşaredar, siyasetrmedar girtî ne. Zilma giran li gel dike. Her devera Kurdistanê weke herêma qedexekirî ragihandiye. Heman polîtîkayê dixwaze gav bi gav li Başûrê Kurdistanê bixe meriyetê. Li dijî vê berxwedanek heye. Tevgera Azadiyê ya Kurd jî li dijî şerê topyekûn berxwedana xwe didomîne. Di encama vê berxwedanê de li nava dewleta Tirk pirsgirêkên leşkerî, siyasî, aborî, çandî û dîplomatîk rû dan ku li pêş çavan e. Welê li desthilatdariya AKP-MHP'ê hatiye ku nema dikare desthilatdariya xwe bidomîne. Ketiye nava hilweşîneke siyasî. Aboriya wan têk çû li derve û hundir piştgiriya siyasî winda kirin. Di nava van şert û mercan de sal û nîvek e li Lêlîkan û derdora wê li dijî dagirkeriyê berxwedaneke mezin hate nîşandan. Eşkere ye ku ev şer wê bidome. Dibe ku dewleta Tirk hin dever dagir kiribe. Lê belê nepêkan e ku hemûyan kontrol bike. Gerîla baş bi van heêman zane, hem jî xwedî tecrûbeya berxwedanê ne. Wê vÎ şerî bi taktîk, rê û rêbazên nû bidomîne û dewleta Tirk di nava vî şerî de bifetisîne. Mîna ku Rêber Apo dibêje; dewleta Tirk nikare bi şer vê pirsgirêkê çareser bike, nikare têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd biecizîne. Heta ku şer bidome wê berxwedana gelê Kurd jî li her deverê bidome. Ji Xakurkê heta Behdînanê ji Dersimê heta Serhedê wê li her deverê bidome.

Qada Çiyayê Şekîf ku êrîş lê giran e, xwedî girîngiyeke stratejîk e. Êrîşa li vê derê û hewldana bicihbûnê, tê gotin ku bêyî Îranê nabe. Gelo hûn çi difikirin di van êrîşên dawî de bi hevkarî an jî destûra Îranê hatiye kirin ya na? Di vê mijarê de agahiya we heye?

Bêguman Şekîf, Xakurkê ji bo Îranê jî girîng e. Her çiqas pirsgirêkên me bi Îranê re hebin jî, divê Îran nexwaze ku Tirkiye li Xakurkê li wê herêmê serdest be. Nirxandina normal bi vî rengî ye. Jİ ber ku Îran zane, texmîn dike ku eger Tirkiye li wan herêman bi cih bibe wê ji bo wê pirsgirêkên çawa derkevin holê. Lê belê li gel vê yekê Îran û Tirkiye her tim li dijî tevgera me hin helwestan nîşan didin, daxuyaniyên hevpar didin. Hin daxuyaniyên Tirkiyeyê hebûn, gelek caran Îranê ew red kirin.  Lewma ne hêsan e ku mirov zanibin ku Îran di vê mijarê de polîtîkayeke çawa dimeşîne. Dibe ku Îran polîtîkayeke piralî dimeşîne. Îran ji aliyê polîtîkayê ve ne welatekî hindik e ku tecrûbeya xwe nebe. Dewleteke ji 3-4 hezar salî ye. Yek ji wan welatan e ku tecrûbeya xwe ya dewletê, tecrûbeya dîplomatîk, lîstikên dîplomatîk û şer baş zane. Ji ber vê yekê mirov dikarin bêjin ku polîtîkayên Îranê piralî ne. Li aliyekî daxuyaniyên Îranê hene ku nîşan dide piştgiriyê dide dagirkeriya dewleta Tirk. Ji aliyê eniya Îranê ve daxuyaniyên bi vî rengî tên dayin. Lê li aliyê din tê gotin ku Îran li dijî vê dagirkeriyê ye. Em nizanin ku ji aliyekî ve dixwaze piştgiriyê bide dewleta Tirk û li aliyê din me teskîn bike. Lê em dişopînin. Ev yek jî eşkere ye; serdestiya dewleta Tirk a li van deveran wê Îranê aciz bike. Lê belê aciziya xwe heta niha bi rengekî vekirî nîşan nedaye. Me nerazîbûneke wiha nedît. Çend meh berê Suleyman Soylû got ku der barê liv û tevgera hevpar de wan li hev kirine, Îranê jî red kir. Lewma em nikarin tiştekî şênber bêjin. Bi demê re em ê bibînin. Bi rastî jî Îran bi dewleta Tirk re hevkariyê dike, ya jî dewleta Tirk bi esasî bi PDK'ê re di nava hevkariyê de ye û vê yekê dike? Wê bi demê re baştir bê fêhmkirin. Tê fêhmkirin ku dewleta Tirk di vê dagirkeriyê de herî kêm kiriye ku hêzên navneteweyî bêdeng bin. Ya jî qala destwerdaneke DYE ya li Îranê tê kirin ku di demeke nêz de pêk were. Gelo bi piştgiriya DYE re bi PDK'ê re dixwaze Îranê ji vî alî ve jî tengav bike, em pê nizanin. Lê belê em hemû dibetiyan dişopînin.

Êrîşên dawî piştî hevdîtinên berfireh ên Tirkiyeyê yên bi Iraqê, rêveberiya PDK'ê û Îranê dest pê kirin. Hûn dikarin sekna aliyan vebêjin?

Rast e, beriya dagrikeriya li Xakurkê Serokwezîrê Iraqê çû Tirkiyeyê, piştre Serokkomarê Iraqê çû Tirkiyeyê. Wezîrê Karên Derve yê Tirk çû Iraqê, bi rêveberiya Başûrê Kurdistanê re jî hevdîtin kir. Bi Îranê re ji xwe gelek hevdîtinên wan pêk tên. Lewma eşkere ye ku di van hevdîtinan de dagirkerî hatiye nîqaşkirin. Bi Iraqê re ev nîqaş timî tê kirin. Iraq dibêje ew êrîşa li xaka xwe qebûl nake û divê dewleta Tirk ji Başîka derkeve. Hikumeta Iraqê ji polîtîkaya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê aciz e. Lê belê niha ne di wê pozîsyonê de ye ku li dijî dewleta Tirk karibe helwesteke vekirî nîşan bide. Li aliyê din hikumeta Iraqê di nava xwe de jî xwedî pirsgirêk e. Yanî Tirkiye di ser DYE re di şerê dijî PKK'ê de piştgiriyê werdigire. Iraq jî ji ber vê yekê zêde li dijî êrîşên dewleta Tirk nikare dengê xwe derxîne. Dibe ku dewleta Iraqê van êrîşan qebûl nake. Iraq di rewşa heyî de ne êrîşên dewleta Tirk ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê qebûl dike, ne jî destwerdanê li Şengalê na jî herêmên din bike. Berjewendiyeke Iraqê di vir de nîne. Di hevsengiyên heyî yên leşkerî û siyasî de bi rengekî vekirî helwestê nîşan nade. Lewma bêdeng dimîne. Xuya ye Iraq dibêje, 'Em jî li dijî PKK'ê ne'. Bi vî rengî êrîşên dewleta Tirk meşrû dike. Piştgiriyeke vekirî ya siyasî, leşkerî didin an nadin, li gorî me divê nedin. Di vê de berjewendiya wan nîne. Lê dewlet in, di hevdîtinan de di çarçoveya bazarên cuda de têkiliyên cuda bi hev re pêk tînin.

Hevdîtinên Serokkomarê Iraqê yên li Tirkiyeyê bi rastî jî balkêş in. Der barê dewleta Tirk de, der barê desthilatdariya AKP'ê de ku ewqasî êrîşî gelê Kurd dike, parlamenter, hevşaredar jî di nav de bi hezaran siyasetmedar girtiye, li Başûrê Kurdistanê di nava hewldana dagirkeriyê de ye, gefa dagirkirinê li Rojava dixwe, Efrîn dagirkriye, êrîşî Şehbayê dike, ji rojnamevanekî ku bi MÎT'ê re dixebite pesnê desthilatdariya AKP'ê, rêveberiya AKP'ê daye. Bi rastî jî ev ne ya fêhmkirinê ye. Têkiliyên navbera dewletan dikare bibe, ji xwe em bêjin nebêjin jî dibe. Em tiştekî ji vê re nabêjin, lê belê desthilatdariya AKP'ê ya ku li Kurdistanê û Tirkiyeyê zilmê li gelê Kurd, hêzên demokrasiyê dike, Xakurkê, Başûrê Kurdistanê dagir kiriye, êrîşî Şengalê dike, dijminatiyê li Kurdên li Rojava dike, di hevpeyvînekê de pesnê wê dide. Ji bo hilbijartinên Stenbolê pesnê wê dide û piştgiriyê dide. Ev hevpeyvîn bi rastî jî nêzîkatiyeke apolîtîk e, li giraniya wî nehatiye. Dewleta Tirk teqez di hevdîtinên bi Serokkomarê Iraqê re qala şerê dijî PKK'ê kiriye. Wê jê re gotibe ku berê xwe bide van deveran, ne li dijî Iraqê ye, ne li dijî Başûr e, li dijî PKK'ê ye. Ji xwe gotineke din ji dewleta Tirk nayê hêvîkirin, li gorî vê yekê jî diviyabû helwesteke hîn polîtîk bihata nîşandan. Helwesta Îranê ji xwe ne şênber e. Li aliyekî bi Tirkiyeyê re di nava têkiliyê de ye, hewl dide Tirkiyeyê ji DYE'yê vegire, lê li aliyê din tê zanîn Tirkiye di asta herêmî de bi Îranê re ji her alî ve li dijî hev in. Ji ber vê yekê bi polîtîkaya Tirkiyeyê bawer nake, bi mesafe nêzîk dibe. Di nava nêzîkatiyeke welê dualî de ye. Lê eşkere ye ku ne dewleta Iraqê, ne rêveberiya PDK'ê ne jî Îranê li dijî dagirkeriya heyî îtirazeke vekirî nekirine, dengê xwe bilind nekirine. Bêguman dewleta Tirk ji vê rewşê cesaretê werdigire û di hewldana dagirkeriyê de hîn bi rengekî bêperwa tevdigere.

Di demekê de ku DYE hewl dide dorê li Îranê bigire, di têkiliyên DYE-Tirkiyeyê de pirsgirêk hene, pêwendiya êrîşeke wiha bi hêzên navneteweyî re heye?

Bêguman her dewlet dema ku dest bi êrîşeke dagirkeriyê dike, polîtîkayên hêzên navneteweyî yên li herêmê bi bandor in li ber çavan werdigirin û li gorî wê helwestê nîşan didin. Lewma nikare bê gotin ku ev êrîş ji hêzên navneteweyî cuda ye. Tirkiye hevalbendê DYE ye, hevalbendê NATO'yê ye. Ji xwe demeke dirêj e êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Van êrîşan jî ji berê ve bi piştgiriya DYE, NATO'yê dike. Lewma niha jî vê piştgiriyê dibîne. Pirsgirêkên xwe hene, lê belê bi gotina 'di têkoşîna dijî terorîzmê de em bi Tirkiyeyê re ne' her tim ev êrîş rewa dîtin, bêdeng man. Dibe ku ji aliyê konjonkturî ve van êrîşan nexwazin, lê belê helwesta wan a giştî ya DYE û NATO'yê rewadîtina van êrîşan e, piştgiriya van êrîşan e. Em bi vê zanin. Wekî din niha Tirkiye bi Rûsyayê re jî xwedî têkiliyeke xurt e. Pirsgirêkên xwe hebin jî polîtîkayeke ku hev bi kar tînin dimeşînin. Hem hev bi kar tînin, hem jî li dijî hev helwestê nîşan didin, têdikoşin. Divê têkiliyên Rûsya-Tirkiyeyê bi vî rengî werin dîtin. Ji ber vê yekê Tirkiye zane ku eger van êrîşan bike wê Rûsya jî bêdeng bimîne. Li aliyê din, di vê demê de ku DYE dor li Îranê girtiye dibe ku bi êrîşeke wiha re dixwaze Îranê li vê qadê tengav bike. Dibe ku Tirkiye di têkiliyên bi DYE re vê dagirkeriyê weke pêngava tengavkirina Îranê nîşan bide, bike hincet. Em nizanin, gelo DYE dikare bixwaze ku vê qadê di ser Tirkiyeyê re li dijî Îranê bi kar bîne? Ev yek jî pêkan e. Ji ber ku tê zanîn, ji bo tengavkirina Îranê piştgiriyê dide hin hêzan, têkiliya xwe bi hin hêzan re heye.

Hebûna pirsgirêkên navbera DYE û Tirkiyeyê tê zanîn. Lê belê ev ji aliyê giştî ve ne pirsgirêkeke DYE Tirkiye ye. Bi taybetî li Sûriyeyê di vî alî de pirsgirêkên xwe hene. Ji ber ku Tirkiye naxwaze Kurd li Sûriyeyê bibe xwedî ti mafî, êrîşî Kurdên li wir dike. Lê belê li aliyê din hêzên koalîsyonê, DYE li dijî DAÎŞ'ê bi Kurdan re têkoşîneke hevpar dimeşîne. Têkiliyeke bi vî rengî derkete holê. DYE dixwaze vê têkiliyê bidomîne. Nikare li gorî daxwazên Tirkiyeyê li dijî hêza ku bi hev re li dijî DAÎŞ'ê şer kiriye tevbigere. Hin pirsgirêkên ji ber vê yekê hene, naxwe Tirkiye ji nava NATO'yê derneketiye. Di asta herêmî de bi polîtîkayên NATO'yê ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê Tirkiye van êrîşên xwe di vê çarçoveyê de dispêre endametiya xwe ya NATO'yê. NATO jî sala derbasbûyî daxuyanî dabû; 'Em sînorên Tirkiyeyê diparêzin, li pişt Tirkiyeyê ne ku sînorê xwe ji êrîşan diparêze'. Ji ber vê yekê heta ku DYE û Ewropa polîtîkaya xwe ya der barê Kurdan neguherîne û li dijî polîtîkaya Tirkiyeyê ya qirkirina Kurdan dernekeve, divê were zanîn ku wê li dijî êrîşên bi vî rengî dernekeve. Eger van êrîşên Tirkiyeyê li dijî xwe bibîne wê helwestê nîşan bide. Ji ber ku hîn jî qada hewayî ya Iraqê di bin bandora DYE de ye. Lewma dikare qada hewayî bigire, helwestê nîşan bide. Eger helwesteke wiha nîşan nedabe, hingî êrîşên Tirkiyeyê yên li Başûrê Kurdistanê rewa dibîne. Li dijî polîtîkayên xwe weke pirsgirêkê nabînin, destekê didin Tirkiyeyê û di mijarên din de jî dixwazin ber bi xet û polîtîkaya xwe ve bikişînin.

Dewleta Tirk a ku êrîşên xwe yên leşkerî ıyên li Bakur û Başûrê Kurdistanê didomîne, li Bakurê Sûriyeyê jî nasekine. Hewl dide herêmên dagirkirî bi xwe ve girê bide, gefê li qadên din jî dixwe. Li Îdlibê şerek heye ku DYE, Rûsya û hevalbendên wan jî di nav de hene. Rola Tirkiyeyê ya di vir de çi ye, vê rola xwe li dijî Kurdan çawa pêk tîne?

Tirkiyeyê niha Efrîn, Cerablûs, Bab, Mare, Ezaz dagir kiriye. Li ser Îdlibê bandora xwe heye. Ya rast li deveyî Minbicê rojavayê Firatê ji aliyê Tirkan ve hatiye dagirkirin. Ne rast e ku mirov bêjin çete wan deveran kontrol dikin. Di bin dagirkeriya Tirk de ye. Eger ne ji dagirkeriya Tirk be çete nikarin li wir bimînin, nikarin li wir bisekinin. Beriya her tiştî divê bûyer bi vî rengî were nirxandin. Li wir OSO heye, hêzên din hene; na ne welê ye. Di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye. Eger dewleta Tirk vekişe wê ew hêz rojekê jî nikaribin li wir bimînin. Dewleta Tirk bi hêsanî ji wir venakişe. Ji xwe li deverên ku dagir kiriye niha sîstema xwe ya îdarî, çandî, perwerde û tenduristiyê ava dike. Li dibistanan Tirkî hîn dike. Deverek çawa tê dagirkirin û bi xwe ve tê girêdan, bi wî rengî tevdigere. Niha rewşa rojavayê Firatê bi vî rengî ye. Di dîzaynkirina Sûriyeyê de dixwaze vê derê weke amûreka bazariyê bi kar bîne. Niha baştir tê fêhmkirin ku Tirkiye di vê dagirkeriyê de piştgiriyê ji DYE, ji Ewropayê werdigire. Eger bê bîra mirovan, dewleta Tirk dema ku Efrîn dagir kir, DYE gotibû 'Rojavayê Firatê me eleqedar nake'. Yanî dijderneketina li dagirkirina Efrînê, ranewestandina êrîşên dewleta Tirk bi vî rengî îfade dikir. Niha tê fêhmkirin ku ne tenê bi bêdengiyê piştgirî daye wan, her wiha dagirkirina wê derê ji aliyê Tirkiyeyê ve li gorî berjewendiyên xwe dîtiye.

Niha Rûsya, Sûriye û Îran dixwazin dest li Îdlibê werdin, lê DYE û Ewropa li dij derdikevin. Dibêjin, 'wê trajediya mirovî rû bide'. Dibêjî  qey li Efrînê trajediya însanî nebû. Trajedî li aliyekî li Efrînê qirkirin bû. Ew xak ji Kurdan tê paqijkirin, hinekî din tên bicihkirin. Li Îdlibê rewşeke wiha nîne. Lê belê polîtîkaya DYE û Ewropayê ya der barê Îdlibê piştgirî daye Tirkiyeyê.  Li gorî berjewendiyên xwe dîtiye ku Tirkiye tevî çeteyên xwe wê deverê dagir bike. Ji ber ku hebûna Tirkiyeyê û çeteyan a li wê derê di dîzaynkirina Sûriyeyê de weke hêza bazarê, hêza zextê bi kar tîne. Ev eşkere ye. Rûsyayê dagirkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyeyê ve pejirandiye, lê belê ya esasî niha ew e ku Efrîn, Îdlib, Cerablûs û herêmên din li dijî polîtîkayên Rûsya û Sûriyeyê weke qadeke leşkerî siyasî tên bikaranîn. Ev eşkere ye. Yên ku li Îdlibê li dijî destwerdana Rûsya û Sûriyeyê derdikevin Tirkiye nîne, DYE û Ewropa ye. Divê ev rastî were dîtin. Xuya ye DYE û Ewropa dixwzin di ser Tirkiyeyê re li van deveran polîtîkaya xwe ya der barê Sûriyeyê bimeşîne.

Tirkiye niha gefê li gund û herêmên kampên ku Efrîniyan koçî wan deveran kirine dixwe. Tirkiye dixwaze wan deveran jî dagir bike. Ya rast dixwaze van deveran dagir bike û bi vî rengî Heleb, yanî Sûriyeyê kontrol bike. Rûsya û Sûriyeyê qaşo di berdêla derxistina çeteyan ji Helebê çavên xwe li dagirkirina Cerablûs û Babê girtin. Ji nedîtî ve hatin ku Tirkiye li Îdlibê bi bandor be. Li pêşberî dagirkirina Efrînê bêdeng man. Niha jî Tirkiye hewl dide vê polîtîkayê li dijî Rûsya û Sûriyeyê bi kar bîne. Ji ber vê yekê tê dîtin ku têkoşîna li rojavayê Firatê wê bidome. Bêguman heta ku Efrîn hatibe dagirkirin, Kurd bêguman wê ji bo rizgarkirina Efrînê li wê qadê li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê têbikoşin. Ev yek tiştekî xwezayî ye. Ma dibe ku Kurd, Efrînî vê dagirkeriyê, vê qirkirinê qebûl bikin? Kurd nikarin dagirkirina Efrînê ku devera herî bedew a Rojava ye qebûl bikin, nikarin qirkirina li wir qebûl bikin. Lê belê dewleta Tirk jî dixwaze dagirkeriya xwe bidomîne. Ji ber vê yekê Tirkiye û Kurd wê li wê derê li dijî hev derkevin. Têkoşîna Kurdan a li wê derê wê bidome. Her wiha Bab, Cerablûs jî dagirkirî ne. Ji ber vê yekê wê li gel her hêza li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê helwestê nîşan didin, têbikoşin. Ev yek jî pêwîstiya têkoşîna polîtîk e. Bêguman Efrînî û Kurd ji bo Tirkiyeyê û çeteyan ji wir dexînin, ji bo dawî li dagirkeriya Tirkiye û çeteyan bînin, wê bi hemû hêzên ji hebûna Tirkiyeyê û çeteyan aciz in têkiliyê deynin, tifaqê bikin. Ji xwe Kurd têkoşîna xwe dimeşÎnin. Heta niha di vê têkoşînê de bi tenê man. Rûsyayê ew herêm hîn jî li balafirên şer ên Tirk negirtiye.

Em dikarin vê jî bibînin; eşkere ye ku li Sûriyeyê di ser Îdlibê re wê têkoşîneke dijwar pêk were. Di rewşa heyî de nepêkan e ku Rûsya û Sûriye vê rewşê qebûl bikin. Lê belê DYE, Ewropa û Tirkiye hewl didin rewşa heyî biparêzin. Di vê çarçoveyê de hewl didin zextê li Sûriyeyê û rejîmê bikin. Tirkiye xwe dispêre DYE'yê û vê rewşa xwe didomîne. Rûsya jî, Sûriye jî vê dibîne. Xwe di pozîsyona mafdar de dibînin û li dijî vê polîtîkayê têdikoşin. Helwestên nû, şerê nû ku li gorî hevsengiyan timî diguherin wê dawiya vê têkoşînê diyar bikin. Lê belê Rûsya û DYE naxwazin bi temamî li hemberî hev rabin, rastiyeke wiha jî heye. Ji ber vê yekê rewşa li wê derê bi şerekî dijwar çareser dibe, ev nehêsan e. Bi hevdîtinên siyasî wê çawa çareser bibe, ev jî nehêsan e. Lewma têkoşîn didome. Girîng e ku ev têkoşîn timî bê şopandin, divê Kurd li gorî vê yekê polîtîkayên xwe diyar bikin. Kurd divê pêvajoyê bişopînin û têkoşîna li dijî dagirkirina Efrînê bênavber bidomînin. Divê nîşanî dost û dijminan her kesî bidin ku dest ji Efrînê nayê berdan.

Di mijara S-400'î de Tirkiye wê di nava hevsengiya DYE-Rûsyayê de tercîheke çawa bike û ev ê bandoreke çawa bike?

Niha Tirkiye Rûsyayê, S-400'î weke şantajekê bi kar tîne. Tirkiye di vir de rewşa xwe ya siyasî, jeopolîtîk pêşkêş dike. Dibêje, 'Bi temamî dest ji min bernadin, ji ber vê yekê dikarim şantajê bikim'. Di çarçoveya vê şantajê de hewl dide hin tawîzan bi dest bixe. Lê belê sînorekî vê jî heye. Wê heta ku derê karibe şantajê bike, wê heta ku derê karibe xwe ferz bike? Êdî Tirkiye hatiye dawiya vê yekê. Ji ber ku nepêkane Tirkiye ji NATO'yê derkeve. Rûsya jî bi vê zane. DYE û Ewropa jî bi vê zanin. Wê demê DYE, Ewropa, NATO wê li ser Tirkiyeyê ferz bikin. Ji ber ku derketina Tirkiyeyê ji nava NATO'yê, mutefîkbûna wê bi Rûsyayê re nepêkan e, pêk nayê. Ji ber ku dewleta Tirk zane di tercîheke wiha tund de wê hevsengî hemû bihejin. Gelek tiştên ku jê ditirsin dibe ku wê demê bi serê Tirkiyeyê ve bên. Lewma wê çareseriyekê bibînin. Tirkiye hem dixwaze werbigire, hem jî naxwaze li dijî NATO'yê derkeve. Hewl didin çareseriya vê peyda bikin. Hinek dibêjin wê bikire û bide Azerbaycanê. Hinek jî dibêjin wê ji bo ewlekariya qesrê bi kar bîne. Gotinên wiha jî hene. Lê belê NATO û DYE jî bi biryar xuya dikin. Eger bi rastî jî li gorî gotina wan kirîna S-400'î wê di mijara teknîkê de ji bo NATO'yê bi rîsk û metirsîdar be, hingî wê nehêlin ku Tirkiye bikire. Lê eger tiştekî wiha tine be, wê demê dibe ku rêyeke navberê peyda bikin. Lê eşkere ye; hin bandorên neyînî yên van polîtîkayên Tirkiyeyê dikarin rû bidin. Dibe ku ji bo tifaq û desthilatdariya AKP-MHP'ê rewşeke zehmet derxîne holê.

Tifaqa AKP-MHP'ê rewşa Tirkiyeyê hemû derfetên Tirkiyeyê weke amûreke şantajê bi kar tîne. Hate dîtin ku ev yek heta deverekê bi bandor bû. Di vê pêvajoyê de bi Rûsyayê re hin kar kir. Di dagirkirina Efrînê de destûr ji Rûsyayê wergirt. Eger ne ji destûra Rûsyayê bûya, DYE'yê ji nedîtî ve nehatibûya, Tirkiye bixwasta biketibûya wê derê wê nekarîbûya. Lewma heta niha bi kar anî. Dikare were gotin ku hatiye dawiya vê. Lê belê Tirkiye dest ji têkiliya bi Rûsyayê jî bernade. Yanî divê were dîtin ku wê têkiliya bi Rûsyayê re heta astekê bidomîne. Wê hewl bidin ku van têkiliyan hem ji bo berjewendiyên Rûsyayê hem jî ji bo berjewendiyên Tirkiyeyê bi kar bînin. Tirkiyeyê gelek caran xwe weke şantajê bi kar anî. Ev polîtîka heta astekê meşand. Lê belê eşkere ye ku eger vê polîtîkaya şantajê ji bo demeke dirêj bidomîne wê lê vegere. Sînorên vê yekê hene. Lewma di mijara fuzeyên S-400'î de ya esasî ew e ku divê bê dîtin wê nêrînên DYE'yê hîn bêhtir derkevin pêş û xwedî giranî bin. Ji ber ku Tirkiye wê ji NATO'yê dernekeve, wê têkiliyên xwe yên bi DYE û Ewropayê re bidomîne. Tercîha esasî, têkiliyên polîtîk û aborî yên esasî wê bi wan deveran re bike. Lê belê bi Rûsyayê re jî wê hin têkiliyên aborî û polîtîk bidomîne. Sînorê vê yekê jî wê bi têkiliyên Tirkiye yên bi DYE û NATO'yê re eşkere bibe.

Gelo hûn jî tevlî wê nêrînê dibin; Tirkiye ji bo bandora xwe ya li Sûriyeyê bidomîne divê bi DYE û hevalbendên wê re li hev bike, ji bo vê jî divê dest ji polîtîkaya xwe ya li dijî Kurdan berde?

Ev yek eşkere ye; Tirkiye wê di têkoşîna Sûriyeyê de ji aliyê esasî ve nebe parçeyek ji polîtîkaya Rûsya û Sûriyeyê. Dibe ku hewl dide ji nakokiya navbera Sûriye, Rûsya û DYE'yê sûdê werbigire, lê belê tercîha xwe ya esasî wê DYE be. Ji ber vê yekê ye ku DYE li Îdlibê piştgiriyê dide Tirkiyeyê. Eger Tirkiye li Sûriyeyê bi temamî li dijî DYE derkeve wê karibe rewşa xwe ya li Îdlibê biparêze? Ya jî dema ku Rûsya û Sûriyeyê berê xwe dan Îdlibê, DYE, Ewropa û NATO wê ewqasî nerazîbûnê nîşan bidin? Lewma eşkere ye ku wê tercîha xwe ber bi DYE ve bike. Lê belê naxwaze ku Kurd bibin xwedî maf. Alozî jî di vir de derdikeve holê. Wekî din di vir de berê xwe dide polîtîkaya şantajê. Bi sûdwergirtina ji nakokiyên DYE û Rûsyayê, dixwaze polîtîkaya xwe bidomîne. Lê belê ev yek eşkere ye; Kurd wê li wir li ber xwe bidin. Dema ku Kurdan li ber xwe dan hingî hevsengiyên Sûriyeyê wê ser û bin bibin. Hêzên koalîsyonê û DYE nikare vê bidin ber çavên xwe. Ne hêsan e ku bidin ber çavên xwe. Ji ber vê yekê, tevî ku Tirkiyeyê xwest rojhilatê Firatê dagir bike, ji ber ku encamên wê gelekî giran bû ku hêzên koalîsyonê û DYE nikarin rakin, niha hewl didin rêyeke navberê bibînin. Hewl didin ku hem dilê Tirkiyeyê xweş bikin, hem jî bikin ku Kurd li dij dernekevin.

Heta ku Tirkiye ji bo çareseriyê nêzî pirsgirêka Kurd a li Bakurê Kurdistanê nebe, nepêkane ku dest ji polîtîkaya xwe ya li dijî Kurdan a li Sûriyeyê berde. Lewma hîn li wê derê, li Bakurê Sûriyeyê têkoşînek didome. Ev têkoşîn di navbera Kurdên ku dixwazin destketiyên xwe biparêzin û helwesta êrîşkar a Tirkiyeyê de diqewime. Tirkiye wê bi hêsanî dest ji polîtîkaya xwe ya li dijî Kurdan bernede. Ji ber vê yekê timî xwe ferz dike. Vê yekê li ser DYE, li ser hêzên koalîsyonê ferz dike. Hewl dide polîtîkaya xwe ya li dijî Kurdan bi tevahiya dinyayê bide qebûlkirin. Ji xwe krîza siyasî ya li Tirkiyeyê pirsgirêkên dîplomasiyê, sedema bingehîn a hundir û derve nêzîkatiya ji ber neçareserkirina pirsgirêka Kurd e, nêzîkatiya înkarê ye. Dest ji vê jî nayê berdan. Lewma gotina, 'Tirkiye ji bo hebûna xwe ya li Sûriyeyê bidomîne wê dest ji polîtîkaya xwe ya li dijî Kurdan berde' nêrîneke rasyonek a neîf e. Divê neyê jibîrkirin, Tirkiye demeke dirêj e ji rewşa polîtîkaya rasyonel derketiye, ji rewşa afirandina polîtîkayê derketiye. Lê belê ev yek eşkere ye; berxwedana Kurdan wê ne tenê hevsengiyên li Sûriyeyê ser û bin bike, di heman demê de wê Bakurê Sûriyeyê li Tirkiyeyê bike çirav. Der barê polîtîkayên li Tirkiyeyê dibe ku rewşeke şikestinê biafirîne. Lewma Tirkiye nikare vê yekê bide pêş çavên xwe û dibe ku neçar bimîne hin mijaran qebûl bike. Ji ber vê yekê eger Kurd bi rengekî qewîn bisekinin wê hem DYE hem jî Tirkiye neçar bimînin jiyana demokratîk û azad a Kurdan qebûl bikin. Gelên Bakurê Sûriyeyê, şoreşgerên Rojava li dijî DAÎŞ'ê ewqasî têkoşiyan, ewqasî civak bi rêxistin kirin, xwedî tecrûbeya leşkerî ne û potansiyele xurt a leşkerî ne. Xwedî wê hêz û potansiyelê ne ku Tirkiyeyê ji vê polîtîkaya dagirkeriyê ya li dijî Kurdan vegerîne. Hêza bingehîn a ku Tirkiyeyê ji êrîşkariya li Bakurê Sûriyeyê vegerîne ev e.

Di meseleya ‘herêma ewle’ ya S-10’an de di çapemeniyê de derket holê ku lêgerîna qanihkirinê ya Tirkiye û Bakurê Sûriyeyê tê kirin û DYE qasidiyê dike. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?

Li Bakurê Sûriyeyê Kurd, Ereb û Suryanan li ser axa xwe rêveberiyeke xweser ava kirine. Ev rêveberî ne li ser axa Tirkiyeyê, di nav sînorên Sûriyeyê de ava kirine. Jixwe wan gelek caran diyar kiribûn ku ew tu carî êrîşî Tirkiyeyê nakin û bi ser de Tirkiye êrîşî wan dike. Niha wê DYE qasidiya çi bike? Divê DYE pêşiya vê helwesta êrîşkar a Tirkiyeyê bigire. Bakurê Sûriyeyê û Şoreşa Rojava tiştekî ji Tirkiyeyê naxwazin. Doza Kurdan li Tirkiyeyê nehatiye çareserkirin. Gelên Bakurê Sûriyeyê û Kurd dixwazin li Tirkiyeyê doza Kurdan were çareserkirin. Ango dixwazin Tirkiye demokratîze bibe. Ev daxwazeke rewa ye. Di polîtîkaya wan de tu carî mudaxelekirina Tirkiyeyê tune. Lê dewleta Tirk êrîşî jiyana xweser a Kurdan û xwebirêvebirinê dike.

DYE li wê derê ye. Di pêvajoya têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê li wê derê hêzêk bi cî kirin, têkilî bi Kurdan re danîn. Li dijî DAÎŞ’ê şer kirin. YPG, YPJ û QSD’ê li bejahiyê DAÎŞ têk birin. Niha jî Kurd tevî gelên Bakurê Sûriyeyê pergaleke xweser ava dikin û dixwazin Sûriye bibe welatekî demokratîk. Tirkiye jî ji vê pergalê re dibêje ‘terorîst’. Li derdora vê têgehê hincetên êrîşkirinê ava dikin. Ev rewş DYE’yê dixe nav rewşeke xerab a ku têkiliyên wê him bi Kurdan û him jî bi Tirkiyeyê heye. DYE dixwaze ji vê rewşa xerab xwe rizgar bike. Ji ber vê jî DYE him bi rêveberiya Kurdan a li wê derê û him jî bi hêzên siyasî û leşkerî yên Tirkiyeyê re têkiliyan didomîne. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, li ser sînor bi qasî pênc kîlometreyan wê hêzên parastina sînor cih bigirin. Ev hêza sînor wê ne li bajaran be, bêtir wê li qadên bejahiyê be. Li gorî nîqaşan wê li van deran wê çekên giran tunebe û hêzên ji wê derê ew ê li ser vê xeta sînor bin. Bi vê re wê hincetên ku Tirkiye îddîa dike, wê ji holê were rakirin.

Li wê derê YPG, YPJ û QSD jixwe heye. Lê dewleta Tirk bi zextên siyasî û şantajan dixwaze bandora Kurdan a li wê derê bişkîne. Qaşo gef tê xwarin! DYE qasidiyê dike lê li holê rewşeke wisa tune ye ku qasidî were kirin. Divê pêşiya Tirkiyeyê were girtin. Nîqaşên li ser sînor ên bi hêzên Kurdan ên siyasî û leşkerî didome. Hê encamek nehatiye bidestxistin. Gelo wê Kurd vî tiştî qebûl bikin, zehmet e ku qebûl bikin. Ji ber ku ev der ya wan e, bi têkoşînê bi dest xistine. Jixwe gelên wê derê ne. Ne mumkun e ku daxwazên Tirkiyeyê yên li wê derê werin qebûlkirin. Jixwe ew der herêmeke ewle ye. Em ne bawer in ku hêzên demokratîk û şoreşger ên li wan deran van zextên Tirkiyeyê qebûl bikin. Em ne bawer in zextên DYE’yê jî qebûl bikin. Ji ber ku ew der jixwe bi îstîkrar e û ewle ye. Gelên din ên ku di şer de koç kirine, hatine li van deran bi cih bûne. Tirkiye gefan li ewlehiya wê derê dixwe. Tirkiye çawa ku êrîşî Efrînê kir û Kurd da koçkirin, niha dixwaze heman tiştî li rojhilatê Firatê jî bike.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di vê heyamê de li ser Bakurê Sûriyeyê peyamek da. Gelo îxtîmal heye ku Tirkiye were asteke erênî?

Rêber Apo ji bo Bakurê Sûriyeyê û aloziya li Sûriyeyê nêziktêdayîna wî ya çareseriyê heye. Polîtîkayên Rêber Apo qala çareseriya demokratîk dike a ku her kes dikare li ser wê li hev bikin. Him Sûriye dikare bibe welatekî demokratîk û him jî nasnameyên cihê dikarin bi hev re bijîn. Rêber Apo diyar dike ku bi şer tu kêşe çareser nabe û divê ev kêşe bi muzakere,diyalog û lihevkirinê were çareserkirin. Heke Tirkiye hebûna Kurdan nas bike çima li wê derê wê alozî hebe. Ji ber ku Kurd dixwazin tenê qada xwe bi rê ve bibin. Dixwazin di nav sînorên Sûriyeyê de û di çarçoveya zagonî de vî tiştî bikin. Gelo Tirkiye wê vî tiştî qebûl bike? Nê hêsan e ku Tirkiye bi vê feraseta xwe bersiveke erênî bide nêziktêdayîna Rêbertî. Ji bo ku Tirkiye ji nav krîz û aloziyan rizgar bibe, pêdiviya wê bi nêziktêdayîna nerm û maqûl a Rêber Apo heye. Rêber Apo jixwe diyar dike ku ne bi tenê warê Sûriyeyê de, li Tirkiyeyê jî wê kêşe li ser vî tiştî werin çareserkirin û bi vî awayî Tirkiye dikare îstîkrara siyasî, aborî û civakî bi dest bixe.

Tirkiye ya di bin rêveberiya AKP û MHP’ê de ditengije. Tişta ku Rêber Apo dibêje ji bo wan jî derfetek e. Ji ber ku feraseta wan naguhere, di polîtîkaya înkarkirina Kurdan de israr dike. Ji ber vê jî divê feraseta wan were guhertin. Tişta bingehîn divê feraseta demokratîkbûnê bi pêş bikeve. Ji ber ku bi darê zorê demokratîkbûn pêk nayê. Feraseta demokratîkkirinê çandek e, fikrek e. Ya rast ev di dîroka Tirkiyeyê de heye. Di dîroka Tirkiyeyê de têkoşîna demokrasî û azadiyê hate dayîn. Tirkiye naşibe welatên din ên Rojhilata Navîn. Derfet û potansiyela demokratîkbûnê zêde bûye. Demokrasiya navxweyî, zorê dide dînamîkan. Çanda têkoşîna demokratîk êdî hatiye wê astê ku AKP nikare polîtîkayên xwe bidomîne. Zemîna xeta erênî heye, lê ev tişt jixweber pêk nayê. Bi têkoşîna demokrasiyê pêk tê.

Gotinên Rêber Apo yên ji bo Tirkiye, Sûriye û Rojhilata Navîn heke ji aliyê hêzên demokrasiyê werin parastin, wê demê avadaniyeke siyasî ya demokratîk dikare derkeve holê. Ji ber vê jî Rêber Apo di hevdîtina bi parêzerên xwe de qala siyaseta Tirk-Îslam û siyasetek din kiriye. Rêber Apo diyar kiriye ku bi siyaset û feraseta demokratîk kêşe dikarin werin çareserkirin. Dem wê vî tiştî nîşan bide. Li Tirkiyeyê gel bi têkoşîna xwe desthilatdariya AKP û MHP’ê ditengijînin. Vê polîtîkaya êrîşkar pûç hatiye derxistin. Di hilbijartinan de derketiye holê ku piştgiriya civakê ya ji AKP’ê re qels bûye. Xeta AKP’ê hatiye redkirin. AKP têk çûye. Ev jî diyar dike ku li Tirkiyeyê potansiyela demokratîkbûna Tirkiyeyê xurt e.

Têkiliyên Bakurê rojhilatê Sûriyeyê ya bi rejîma Sûriyeyê û Rûsyayê, mehkûmî têkiliyên Rûsya-Tirkiyeyê hatiye kirin. Rizgariya ji vê aloziyê heye?

Têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê, bandorê li têkiliyên Bakurê rojhilatê Sûriyeyê dike. Heke ne ji ber têkiliyên Rûsyayê yên bi Tirkiyeyê bûne wê dagirkeriya li Efrînê pêk nehata, Sûriye û Rûsyayê li hemberî Tirkiyeyê helwesta xwe nîşan bidana, wê lihevkirina Sûriye û Rûsyayê ya bi Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê hêsantir bûya. Me berê diyar kiribû ku Efrîn ji bo Kurdan gelekî girîng e û Efrîn di warê têkiliyên bi Rûsya û Sûriyeyê de wê bandoreke mezin ava bikira. Lê rejîma Sûriyeyê û Rûsya kete nav nêziktêdayîneke ne demdirêj. Ji bo derxistina çeteyan Tirkiye bi kar anîn. Lê Rûsya û Sûriye ne li ser lihevkirina bi Kurdan re, bi feraseteke kevn bi Tirkiyeyê re peyman çêkir û ji ber vê ev rewş derket holê. Rewşa niha Sûriye û Rûsyayê ditengijîne.

Ev tişt gelekî zelal e, ji bo Kurdan parastina hebûna xwe û jiyana azad gelekî girîng e. Gelekî ku hebûna wê tune hatiye hesibandin wê li hebûna xwe bifikire û wê xwerêveberiyê ji xwe re bike esas. Di dema şerê li dijî DAÎŞ’ê têkiliya Kurdan bi DYE’yê re çêbû. Kurdan wê demê bangî Rûsya û Sûriyeyê jî kiribûn. Lê wan mudaxeleyî vê rewşê nekirin. Dema ku DAÎŞ’ê êrîşî mirovayetiyê kir koalîsyona navneteweyî derket holê bi Kurdan re têkilî danîn. Heke Kurd nebûna wê rejîma Sûriyeyê tunebûya. Yên ku li dijî Sûriyeyê şer kirin, li dijî Kurdan jî şer kirin. Kurdan ev têk birin. Bi nêziktêdayîna klasîk li van têkiliyan nihêrîn û ev tişt jî wan nabe encamê. Ji ber vê jî dema Kurdan têkilî bi DYE’yê re danîn wekî ku ev têkilî li dijî Rûsya û rejîmê kirine, dihat fêmkirin.

Eniyên di sedsala 20’emîn de bi awayekî cihê derketine holê. Tu şertek tuneye ku bi hêzekê têkilî were danîn û dijminatî li hêzên din were kirin. Divê her kes vî tiştî fêm bike û polîtîkaya Kurdan fêm bikin. Rêber Apo dixwaze dixwaze di nav sînorên Sûriyeyê de kêşeyên bi rejîmê re were çareserkirin lê divê xweseriya demokratîk a Kurdan û rêveberiya wan a xweser jî di çarçoveya zagonî de were qebûlkirin. Daxwaza Kurdan ev e. Ne ku dewleteke din ava bikin û li dijî hêzekê bin.

Çareseriya Rêber Apo ev e. Heke Rûsya û Sûriye hebûn û xweseriya Kurdan qebûl bikin wê ji vê aloziyê rizgar bibin. Sûriye dikare xweseriya demokratîk a Kurdan qebûl bike û gaveke wisa biavêje. Ev tê wateya demokratîkbûna Sûriyeyê jî. Bi feraseteke wisa hêzên navneteweyî û koalîsyon jî dikarin bi Sûriyeyê re li ser hin tiştan li hev bikin. Dikare wan ji bo mafê nasnameyên cihê û xweseriya wan qanih bike. Yan jî li hemberî çareseriyeke wisa, wê her kes çareseriyê qebûl bike û hurmetê nîşanî wê bide.