Berxwedana malbatên girtiyan di roja 25’emîn de didome

Berxwedana malbatên girtiyan li Baroya Amedê di roja 25’emîn de didome.

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan li Baroya Amedê dane destpêkirin, di roja 25’emîn de berdewam dike. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistinên HDP'ê yên navçe û bajaran ên Amed, Mêrdîn, Sêrt, Elih, Bedlîs û Şirnexê tevlî daxuyaniyê bûn.

Di destpêkê de Hevseroka HDP’a Amedê Gulistan Atasoy axivî. Atasoy, diyar kir ku edalet ji bo her kesî pêwîst e û wiha got: “Îro 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê ye lê binpêkirina mafên mirovan duh xwe dîsa da nîşan dan. Garîbe Gezer duh bi şev li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tîpa F'yê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da. Di demên dawî de li girtîgehan hiqûqeke dijminane tê meşandin. Her wiha dayikên bu bi rojan in ji ber bêdaletiyê û bêhiqûqiyê ku li girtigehan tê jiyîn di nobetê de ne. Em jî bi vê minasebetê îro li vir in.”

ÇALAKVANA TJAYÊ ÇELEBÎ: TÊKOŞÎNA ME YA LI HEMBERÎ BÊEDALETIYÊ WÊ BIDOME

Li ser navê TJA’yê aktîvîsta TJA’yê Şukran Çelebî axivî û nobeta xizmên girtiyan silav kir. Çelebî, destnîşan kir ku ew ê li dijî bêhiqûqî û bêedaletiyê têbikoşin û wiha axivî: "Daxwazên dayikan daxwazên me ne. Em ê li dijî vê bêhiqûqiyê û helwesta dijminane ya li hemberî gelê xwe têbikoşin.. Em TJA, wek dayikan û wek jinên têkoşer li hemberî vê zilmê serî natewînin û em ê tu carî serî netewînin. Em dibêjin bi rêya aştî, hiqûq û demokrasiyê jiyanek wekhev daxwaz dikin lê belê ew li hemberî van daxwazên me bi zindanan û bi zordestiyê bersivê didin.” 

AYDENÎZ: DAYIKÊN ME JI BO EDALETÊ TÊDIKOŞIN

Piştî Çelebî Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz axivî û ev tişt anîn ziman: "Tirkiye ji bo veşartina pirsgirêkên xwe zilm û zordestiya li dijî Kurdan ji xwe re wek rêbazekê daye pêşiya xwe. Dayikên me bi salan e ji bo ku mafên mirovan neyê binpêkirin û ji bo aştiyek bi rûmet têdikoşin. Ji ber ku îro li Tirkiyeyê edalet nemaye. Wekî ku Emîne Şenyaşar li ber edliyeya Rihayê gotibû edalet di binê erdê de ye, îro dayikên me ji bo lêgerina edaletê têdikoşin. Tirkiye herî zêde bi zilm û zordestî û bi çûyîna darazê dixwaze xwe li ser piyan bihêle. Ji ber vê yekê jî herî zêde li ser girtîgehan zilm û zordestiya xwe dimeşîne. Lê yê ku plana çokdanînê dabûn pêşiya xwe îro çok danîne û wê têk biçin. Têkçûyîna rejîma wan jî wê bi têkoşîna dayik û jinan be.”  

Aydenîz, di berdewamê de balê kişand ser tecrîdê û têkildarî mijarê wiha axivî: "Polîtîtîkayên tecrîdê ji Îmraliyê belavî tevahiya girtîgehên Tirkiyeyê dibe. Destpêkê li Îmraliyê dest pe kirin, lê îro li ser tevahiya beşên civakê tecrîd tê meşandin. Weke jin û dayikên kurd em ê dengê xwe li dijîm tecrîdê bilind bikin. Em ê piştgiriya xwe ya ji bo dayikan jî bidomînin."

WAN 

Nobeta bi heman rengî ya li Baroya Wanê hatibû destpêkirin jî di roja duyemîn de berdewam kir. Xizmên girtiyên Îbrahîm Alkan, Emrah Abî û Sînan Karelî demekê li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî nobet girtin.