Berxwedana li Hewlêrê di roja 112'an de ye

Greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Nasir Yagiz kete roja 112’an. Her wiha greva bêdawî û dorveger a hemwext jî bi dewrgirtina koma 56’an didome.

Berxwedana greva birçîbûnê ya li Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê di roja 112’an de ye. Her diçe rewşa tendurisiyê ya Yagiz giran e, lê biryardariya wî û hêviya serketinê hêz û taqeta wî zêdetir dike. Çalakiya grevê ya bêdawî û dorveger ji aliyê koma 56’an a jinan ve hate dewrgirtin.

Di merasîma dewrgirtinê de endama Nûnertiya HDP’ê Muzeyen Guneş, bal kişand ser berxwedana ku Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê Leyla Guven pêşengtiyê ji wê re dike û got ku ”Niha li her derê jin bi hêz û rengê xwe beşdarî çalakiyan dibin.”

Guneş diyar kir ku bi vê çalakiyê re li dijî tecrîd, zilm û gefên Erdogan ên li ser Kurdistanê berxwedaneke mezin ya gelê Kurd tê kirin. Guneş destnîşan kir ku jin li her derê xwedî li çalakiyê derdikevin û anî ziman ku koma 56’an ji aliyê jinan ve hatiye dewrgirtin.

Endama Nûnertiya HDP’ê Muzeyen Guneş serketina jinê ya şervanên YPJ’ê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriye bi taybet bidawîkirina DAÎŞ’ê silav kir. Guneş anî ziman ku serketina jinê ya li Dêra Zorê nêzîk e û him ji bo piştgirî û silavê bidin şervanan û ji bo xwedî li pêvajoyê derkevin, koma jinan îro çalakî dewr girtine.