Berxwedana Şengalê wê bi xweseriya demokratîk bi ser bikeve

Wezîfeya bingehîn a hemû Êzidiyan, dildarên azadiyê û mirovên bi salane zilm û zordarî lê tê kirin e, ku xwedî li vê projeya xweseiya demokratîk derkevin û bixin meriyetê.

Projeya Xweseriya Demokratîk a Şengalê ya ji 23 xalan pêk tê, mirov dikarin weke mewziyeke girîng a civaka Êzidî bi nav bikin, ku di têkoşîna azadiyê de hatiye afirandin. Projeya navborî, çend roj berê ji aliyê Meclîsa Demokratîk a Şengalê ve hate ragihandin.

Projeya Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi mehan dihate nîqaşkirin. Ev proje ji bo civaka Êzidî tê wateya rêvebirina xwe bi xwe, parastina axa xwe ya pîroz Êzîdxanê û bûyîna xwedî îrade. Projeya Xweseriya Demokratîk, ku bi berxwedana piştî fermana 73'an derkete holê, di dîroka civaka Êzidî de rewş û gaveke cuda ye.

Ji aliyê dîrokî û civakî ve gaveke nû ye. Civaka Êzidî, ku di herikîna dîrokê de çandeke dewlemend afirandin û felsefeya Zerduştî gihand roja îro, bi rêya vê projeyê berxwedana xwe ya li dijî hemû komkujiyên fîzîk, zilm û zordariyê raxistin pêş çavan. Êzidî protîpa gelê Kurd e. Ji bo mirov bibîne bi çi zilm û zordarî bi serê gelê Kurd ve hatiye, lazim e mirov li rewşa Êzidiyan binerin. Serpêhatiya vê civakê mîna eynika dîroka bindestan e.

Ji daneheviya hezaran salan a vê civaka qedîm, rêbaza jiyana çandî ya gihaştiye nişfê serdema heyî û zimanê ku heta roja îro bi kar tîne, tê dîtin ku cewhera rastî ya Kurdan e. Civaka Êzidî ku ti carî ji pîrozmendiya ax, roj û avê qut nebû, di parastina hebûna Kurdan de bi rista sereke radibe. Lê belê axa wan bi hezaran salan hate talankirin û dagirkirin û ji ber vê yekê pirtûka wan a pîroz jî di nav de ti belgeyên wan ên nivîskî nehatine hiştin.

Dînamîzma wan a çandî hatiye hilweşandin û şewitandin, hatiye talankirin, bi dehan caran ferman li wan rabûne, keç û jinên ciwan bi zorê hatine revandin, li bazaran hatine firotin û destavêtin û destdirêjî li wan hatiye kiriye. Bi piştgiriya hêzên hegemonîk, çeteyên DAIŞ'ê yên ji mirovahiyê bêpar mane, bi fermana 73'an re xwestin civakeke ewşend qedîm û bingehîn ji holê rakin. Ji ber vê yekê dest davêjin jin û keçên Êzidî, wan weke xenîmetê li bazaran difiroşin, dest davêjin û dirêjî wan dikin. Lê belê, li hemberî van kiryarên hovane û li derveyî mirovahiyê, civaka Êzidî li ber xwe da, bi biryardarî axa xwe neterikand û naterikîne. Ji ber vê ykeê, ji xalên projeya xweseriya demokratîk a civaka Êzidî jî tê fêhmkirin, ku êdî dikarin xwe biparêzin. Bi vê bîr û baweriyê, projeya xwe ya xweseriyê dixin meriyetê.

Civaka Êzidî bi hewldanên berfireh ên Tevgera Azadiyê xwe bi rêxistin kir û pêşî li helandina çandê girt. Di vê oxirê de berdêlên giran da û hê jî dide. Êzidî sûdê ji tecrûbeyên çil salan ên Tevgera Azadiyê ya Kurd digirin. Destketiyên gelê Kurdistanê, bi taybetî yên li Rojavayê Kurdistanê, bû moral û kelecan ji ragihandina Projeya Xweseriya Demokratîk re. Asta ku bi keda pêncî salî yıa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi sekna bi hezaran şehîdên azadiyê û gelê Kurd bi dest ketiye, girîng û hêja ye.

Di van rojan de, ku serdemeke dîrokî heye, ragihandina vê projeya xweseriyê ji bo Êzidiyan û hemû gelên hewl didin jiyana xwe azad bikin, gelekî girîng e. Ev projeya ku di encama dayina berdêlên giran de derkete holê, tevî ku dereng jî be vîn û parastina Êzîdxanê destnîşan dike. Projeya Xweseriya Demokratîk a Şengalê, ji bo hilanîna tola jinên ku destavêtin û destdirêjî li wan hate kirin, ji bo pêşîgirtina li rûdana fermanên nû, xwedî wateyeke mezin e.

Girîng e civaka Êzidî bi vê bîr û baweriyê xwedî li projeya xwe derkevin, li ser bingeha xwe rêxistiniyê, divê ji niha û pê ve xwe bi xwe bi rê ve bibin. Pêwîste qadên hevpar ên jiyanê ji bo bicihanîna biryaran bên birêxistinikrin, sîstema parastinê bê xurtkirin û teqez ev yek bigihêje hemû Êzidiyan.

Bi xebatên xwe yên siyasî, civakî, çandî, aborî û xweparastinê re Projeya Xweseriya Demokratîk a Şengalê di heman demê de qadeke xebatê ya jinê ye. Jin wê di vê çarçoveyê de xwe bi rêxistin bikin û rêxistinbûna xwe li gorî vê ava bike. Bi sîstema xweseriya demokratîk re jin wê xwe îfade bike û li nava civakê, di hemû mekanîzmayên rêveberiyê de bi awayekî wekhev cih bigirin û weke sîstemeke jinê wê bi rêxistin bikin û biparêzin.

Asta tevlîbûna giştî ya li xweseriya demokratîk, divê bi ti awayî bandorê li rêxistinbûna xweser, vakirina sîstema xweser a jinê neke. Li gel tevlîbûna bi rengekî wekhev li rêxistiniya giştî ya li her qadên jiyanê, ji qada xwecihî ya bi rêbaza xweser heta nava organên rêxistinî yên herî bilind, divê jin karibin bi hişmendiya cewherî, rêxistinbûna xwe ya zayendî û xweser biafirîne.

Ji ber vê yekê, Projeya Xweseriya Demokratîk di heman demê de sîstemeke ku jin xwe bi awayekî xweser, demokratîk û wekhev lê bi rêxistin dike. Ji ber vê yekê wezîfeya bingehîn a hemû Êzidiyan, dildarên azadiyê û mirovên bi salane zilm û zordarî lê tê kirin e, ku xwedî li vê projeya xweseiya demokratîk derkevin û bixin meriyetê.