Bertîlxwerê Elbakê Mûgdat ê AKP’î!

Li Elbak a hê birînên erdhejê nehatî pêçan hinek AKPy’iyên ku ketin tevgerê li dorî Mûgdat Sarihan ê AKP’yî kom dibin bi vekirî pere û bertîlan ji xelkê digirin.

Li navçeya Elbak a Wanê hinek rêveberên AKP’î bi sozên ji bo ciwanên bêkar, kar peyda bikin 15 hezar TL pere kom dikin. Serokê AKP’î yê navçeyê Mûgdat Serihan ê ji ciwanan û gundiyên ku daxwaza xizmetê dikin pere kom dike, ji bo sûdê ji hezar TL ê ku weke alîkariya ji bo şewbê tê belavkirin bigire jî serlêdan kir.

Di demê dawî de li navçeya Elbak a Wanê ji ber şewba korona girtina sînorê Îranê ya bi temamî bi polîtîkayên li ser çandinî û lawirvaniyê krîzên giran ên aboriyê derketin. Serokê AKP’ê yê navçeya Elbak Mûgdat Sarihan û hinek kesên li dorî wî kom bûne, li ciwanên bê kar digerin û soza karpeydakirinê ji bo wan didin. Rêveberên AKP’î yên ji bo ciwanan bi gotina ‘Karê we wê Îş-Kur çareser bike, lê pere lazim e’ dixapînin, 10 heta 15 hezar TL bertîl digirin.

CIWAN DIKEVIN DESTÊ SELEFXURAN

Ciwanên ku pereyê Mûgdat Serihan ê AKP’î dixwaze peyda nakin serî li rêya çûna gel selefxweran didin û dibin deyndar. Hinek jî, berhemên bi nirx ên li gel xwe difiroşon û hinek jî lawirên xwe difiroşin û didin Şarihan û çeteyên wî. Ciwanên ku denydarê selefxuran dibin, berhemên dawî yên bi nirx ên di destê xwe de mayî jî difoşin jî piştî nayê girtina kar diçin ji Sarihan ê AKP’î daxwaza razandina pereyên xwe dikin. Mûgdat Sarihan ê li her devera Elbakê hêza dewletê bikar tîne û bi gotina; ‘Her tişt di destê min de ye’ midûrên saziyan û xebatkaran tehdît dike û bi gotinên; ‘Bê agahiya min ti îhaleyekî hûn nakin, bê agahiya min hûn tu kesê nagirin kar. Bê agahiya min, hûn tiştekî tenê jî bikin ez ê we weke PKK’yî gilî bikim’ tehdîdan dike.

‘BI ALÎKARÎKIRINA RÊXISTINÊ’ TEHDÎDA GIRTINÊ

Sarihan xebatên xwe bi rêveberên şaredariyên qeyûman re didomîne. Zextê li ser personelên Şaredariya Elbakê dike û dibêje; ‘Gundiyên ku daxwaza xizmetê dikin, berê wan bidin min, ezê bi wan re bicivim. Biryar a mine ku em xizmetê ji bo wan bikin an ne’ ji van kesan jî pere digire. Sarihan ji bo welatiyan tîne ziman ku ji bo alîkarîkirina wan pere kom dike û li pêşberî vê jî ekîp wê ji bo wan xizmetê bike. Sarihan li vir jî ji bo welatiyan di rewşekê de li gel qeyûm an cihekî din giliyê wî bikin ‘Bi alîkarîkirina rêxistinê’ derbarê wî de lêpirsîn bide destpêkirin, tehdîdan dike.

BÊ KU BIÇIN KAR XWEDÎ MEAŞIN

Sarihan hevjîn û xizmên xwe li ser ÎŞKUR re weke ku li dibistanan kar dike dide nîşandan, bê ku biçe kar girêdayî meşa dike.

JI BO HEZAR TL’YAN JÎ SERLÊDAN KIRIBÛ

Mûgdat Sarihan ê AKP’î bi vê têr nebû, ji bo alîkariya 1 hezar TL a dewlet di pêvajoya şewbê de ji bo malbatên hejar belav dike, li ser wexfên li Wanê hene serlêdan kiribû. Serlêdana Sarihan hate redkirin.