‘Berpirsyarê êrîşan Iraq û PDK ye’

Hevserokatiya Meclîsa Reveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyekê êrîşên li ser Şengalê şermezar kir û diyar kir ku berpirsyarê êrîşan Iraq û PDK ye.

Balafira bêmirov û biçek (SÎHA) a Tirkan li navenda Komelgeha Xanesorê wesayîtek hedef girt û di encamê de Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda qetil kirin. Hevserokatiya Meclîsa Reveberiya Xweser a Şengalê derbarê êrîşên li dijî Şengalê û pêşengên Êzîdiyan daxuyaniyek nivîskî weşand û di daxuyaniyê de diyar kirin û berisyarê êrîşan Iraq û PDK ye.

‘DEWLETA TIRK DIJMINÊ ÊZÎDIYAN E’

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku êrîş di rojên girîng û pîroz de li dijî civaka Êzîdî û li dijî pêşengên têkoşîna parastin û azadiya Êzîdiyan Merwan Bedel pêk hat. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku ev êrîş di rojeke pîroz a Êzîdiyan de, di roja yekemîn a rojiya Êzî de hate kirin û ev tişt hatin gotin: “Hevalê me Merwan Bedel ji bo amadekariyên cejnê ji bo zarokên xwe bibe bazarê ji mal derketibû. Dema êrîş pêk hat zarokên wî Dinya Merwan (11) û Dîcle Merwan jî ligel wî bûn. Em baş dizanin ku dewleta dagirker a Tirk ku dijminê civaka Êzîdiye û ev roja pîroz bi zanebûn hilbijartiye. Ji ber ku armanca dijmin ew e ku roja me ya pîroz ji bo me veguherîne roja bi êş û bi jan.”

‘ÊRÎŞ BERDEWAMA KOMPOLOYÊ YE’

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyar kirin ku êrîş berdewama komplo û peymana 9’ê Cotmehê ya dinavbera Hewlêr û Bexdayê de ye û wiha dom kir: “Berî her tiştî bi awayek aşkera em dixwazin bibêjin, ev êrîş berdewama plan û komployên li ser Şengala xweser û azad e. Ev êrîş, parçeyek ji peymana 9’ê Cotmehê ye. Ev êrîş berdewama şehîdkirina Mam Zekî, Şehîd Zerdeşt û Şehîd Seîd Hesen e. Em ji van hemû êrîşan jî baş dizanin ku armanca dijmin ew e ku pêşengên civaka Êzidî, stûnên Êzidxanê tune bike. Ji ber ku Êzidî dixwazin bi vîna xwe ya azad, li ser axa xwe ya pîroz xwe rêvebibin. Bi îradeya xwe ya azad li ser rûyê cîhanê hebûna xwe berdewam bikin. Lê dijminên koka Êzidîtiyêev mafê herî mirovî û bingehîn jî ji me re zêde dibînin.”

‘JI ROJA FERMANÊ HETA NIHA DI NAVA TÊKOŞÎNÊ DE BÛ’

Di berdewama duxuyaniyê de li ser sedema armancgirtina Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê jî wiha hate gotin: “Rêhevalê me Merwan Bedel jî yek ji wan pêşengan bû ku ji fermanê heya niha hemû hebûna xwe ji bo Êzidiyatiyê, ji bo Êzidxanê bexş kiribû. Şehîd Merwan Bedel ji destpêka fermanê ve li hemberî çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe sekinîbû. Bê dudilî, ji roja destpêkê ve tevlî refên berxwedanê, tevlî YBŞ’ê bibû. Ji wê rojê û heya roja ku şehîd ket jî ji bo civaka Êzidî xwe birêxistin bike, xwe biparêze û jiyana azad ava bike bêsekin kar û xebat meşand. Ji qada leşkerî heya dîplomasî û avakirina civaka demokratîk di hemû qadan de ji bo gelê me xwe rêvebibe, statuya Şengalê mîsoger bibe kedeke mezin da. Eger îro em dikarin behsa Şengaleke xweser û azad dikin, ked û pêşengiya Şehîd Merwan Bedel di nav vê heqîqetê de heye.”

‘BERPIRSYARÊ ÊRÎŞAN IRAQ Û PDK YE’

Di berdewamiya daxuyaniyê de li ser berpirsyariya êrîşê û rola hikûmeta Iraqê ya dibin serokatiya Kazimî de jî Hevserokatiya Rêvebeiya Xweser a Şengalê wiha got: “Em dixwazin ji raya giştî re ragihînin ku her çiqas ev êrîş bi destê dewleta Tirk a dagirker hatibe kirin jî em di serî de hikûmeta Iraqê ji vê êrîşê berpirsyar dibînin. Hewce ye hikûmeta Iraqê hesabê vê êrîşê bide civaka Êzidî. Eger sekna hikûmeta Iraqê ya li hemberî dijminên Êzidiyatiyê ne ev bûna, ne çeteyên DAIŞ’ê karibûn êrîşê Şengalê bikin ne jî dewleta Tirk a dagirker karibû ji Mam Zekî heya Seîd Hesen û Merwan Bedelan, pêşengên civaka Êzidî bi van êrîşên bêbext şehîd bixista. Ev bêdengî û hevkariya hikûmeta Iraqê cesaret dide dijminên me û rê li ber van êrîşan vedike.

Car din em ji vê êrîşê PDK’ê jî berpirsyar dibînin. Ji xwe PDK hebûna xwe bi hebûna dewleta Tirk a dagirker re kiriye yek. PDK’ê her ku derfet dîtiye sazî û dezgehên civaka Êzidî, Rêveberiya Xweser a ku îradeya civaka Êzidî temsîl dike û pêşengên civaka Êzidî hedef nîşan daye. Yên ku her carê Şengalê hedef nîşan didin ji vê êrîşê berpirsyar in.”

‘JI HER DEMÊ ZÊDETIR EM Ê TÊKOŞÎNA XWE XURT BIKIN’

Di dawiya daxuyaniyê de Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Şengalê bang li Şengaliyan kir ku bi tevlî merasîma spartina axê ya şehîd Merwan helwesta xwe ya biryardar nîşanê êrîşkaran bidin û ev bang hate kirin: “Em ji hemû dijminên Êzdiyatiyê re her wiha ji dostan re jî dibêjin ku tu êrîş nikare îradeya gelê me bişkîne. Tu êrîş nikare me ji têkoşîna Şengala xweser û azad paş de bihêle. Li ser vê bingehê em bang li hemû civaka Êzidî dikin ku ji her demê zêdetir xwedî li îradeya xwe derkevin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku sibe tevlî merasîma Şehîd Merwan Bedel bin û bersiveke xurt bidin dijmin. Şehîd Merwan Bedel heya şehadeta xwe ji bo civaka xwe kar û xebat meşand. Em bawer dikin ku wê gelê me jî bi merasîmeke bi heybet xwedî li şehîdê xwe derkeve û têkoşîna xwe ji her demê xurtir bike.”