Bêrîvanên Colemêrgê ji bo yekîtiya neteweyî bang kirin

Welatiyên li Mezra Xendek a gundê Baleka ya Colemergê dijîn, xwestin nûnerên gelê Kurd ji bo Yekîtiya Neteweya Kurdan bilezînin û dest bi karên siyasî yên yekîtiyê bikin.

Xebat û hewldanên ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurdan dewam dikin. Li aliyê din jî welatî dixwazin nûner û rêveberên Kurd hewldanên xwe zêde bikin û xebatên siyasî yên ji bo yekîtiya Kurd bêtir bikin. Welatiyên li Mezra Xendek a Gundê Baleka ya Colemergê dijîn, xwestin nûnerên gelê Kurd ji bo Yekîtiya Neweteya Gurd gavan lez bikin û bi awayekî lezgîn xebatên siyasî yên yekîtiyê ava bikin. 

BANG LI BARZANÎ KIRIN

Li zozanê Dahola yê herêma Feraşînê, ku li navbera Şirnex, Wan û Colemêrgê ye, bêrîvanan xwestin Kurd yekîtiya xwe xurt bikin. Bêrîvan Ayşe Aşkan, diyar kir ku ger Kurd bibin yek wê hemû pirsgirêkên Kurdan çareser bibin û wiha got: "Divê rêveber û pêşengên Kurdan ên 4 alî bi hev re tev bigerin. Divê bibin yek û gavan bavêjin. Ger ku hemû pêşeng bibin yek pirsgirê Kurdan namîne. Li vir em berî her tiştî bang li Barzanî dikin ku bi rêberê Kurdan re tev bigere û bi serê xwe gavan navêje." 

'EM CIH NEDIN FESADAN'

Welatî Halîme Aşkan jî anî ziman ku yekîtiya neteweya Kurd ji bo Kurdan nebe nabe û wiha got: "Em berî her tiştî dixwazin Kurd bibin yek. Divê di nava me de fesad û fîtnekar nemînin. Li cihê ku îxanet tune be kes nikare bi Kurdan re şer bike. Li her derê îxanet heye. Divê em berî her tiştî vê îxanetê rakin. 

'EM BIBIN YEK WÊ AZADÎ PÊK WERE'

Welatiya Kurd Kevser Aşkan, jî anî ziman ku ew bibin Kurd wê azadî û serxwebûn pêk were bikeve û wiha got: "Ger ku Kurd destê xwe bidin hev em wê karibin vê zilmê biqedînin. Wê deriyê hemû zindanan vebe. Divê Barzanî û Talabanî ji bo yekîtiyê destê xwe yê yekîtiyê dirêjî Kurdan bike. Em dixwazin hemû Kurd bibin yek." 

'EM YEKÎTIYÊ JI PÊŞENGAN DIXWAZIN'

Welatî Sabrî Aşkan jî anî ziman ku heta Kurd nebin yek wê her dem di nava êşan û zilmê de bijîn û xwest berî her tiştî Kurd bibin yek. Aşkan, xwest hemû pêşengên Kurdan ên çar perçeyên Kurdistanê dengê xwe bikin yek û destê xwe bidin hev. Aşkan, bilêv kir ku ew ji pêşengên Kurdan yekîtî û tifaqa Kurdan dixwazin."