Bêrîtan Dersim: Bila kes hesabên şaş li ser PKK'ê û gerîla neke

Fermandara YJA Starê Bêrîtan Dersim diyar kir ku gerîla garantiya azadiya gelê Kurd e û hişyarî da ku divê kes hesabê şaş li se gerîla û PKK'ê neke. Berîtan Dersim destnîşan kir ku wê ti carî Kurdistanê di nava lepên dagirkeran de nehêlin.

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Bêrîtan Dersim di bernameyeke Stêrk TV de axivî û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, rola PDK'ê ya di van êriaşn de û berxwedana gerîlayên HPG û YJA Starê nirxand. Beşek ji vê nirxandinê wiha ye:

'PDK'Ê XAKA KURDISTANÊ FIROTIYE, DEWLETA TIRK BI 30 KÎLOMETRE KETIYE NAVA XAKA BAŞÛR'

"Dewleta Tirk ji PDK'ê hêzê werdigire û li dijî me şer dike. Gelek caran PDK ji Tirkan bêhtir dixwaze dewleta Tirk li dijî me şer bike. Teşwîq dike. Çima? Ji bo ku şerma PDK'e dernekevin holê, milet şerm û sûcên PDK'ê nebîne. Lewma rojevê diguherîne, gel dixapîne. Siyaseta ku AKP dimeşîne, PDK jî niha li Başûr dimeşîne. Dixwaze gelê me bixapîne, yê nerazî jî digire, gefê dixwe, dikuje jî. Gelek welatparêz şehîd xistin. Her wiha Tirkiyeyê teşwîq dike ku bi balafirên şer bombeyan li wan gundan, li welatparêzan bibarîne. Gelek mirovên sivîl şehîd bûn. Hin ji wan eleqeya wan bi me re jî nebû, mirovên li mala xwe bûn, li gundên xwe bûn şehîd bûn. Hemû gundên Heftanînê vala kirin. Dixwaze gundên Metîna vala bike. Bi rêya keyayên xwe propagandayê li nava milet dike, ji min re dibêje neçin gundê xwe, wê balafir li wan bidin. Ji bo çi? Ji bo ku milet ji van herêman derkeve û Tirk jî bi hêsanî lê bidin. Çavê gel ditirsîne. Lê belê PDK nahêle ku milet bi rengekî azad li ser xaka xwe be.

'HEWL DIDE GELÊ BAŞÛR BI BIRÇÎBÛNÊ TERBIYE BIKE'

Axa Kurdistanê niha firotiye. Tirk bi 30 kîlometreyan ketiye nava xaka Başûr, lê Barzanî dengê xwe nake, Nêçirvan, Mesrûr dengê xwe nakin. Ji vî tiştî razî ne. Lê belê tişta ku plan kirin û hêvî kirin encam negirtin. Ew operasyona wan li Heftanînê şikest. Milet jî hinekî nerazîbûn raber kir. Bi taybetî helwesta gelê me yê Başûr hêjayî pesindayinê ye. Gelê me yê Başûr zane ku ev dagirkerî tê çi wateyê, lewma li ber radibe. Niha siyaseteke çawa li dijî gelê Başûr dimeşîne? Dixwaze ciwanan bişîne Ewropayê, Tirkiyeyê. Dixwazin wan bikin ajan, li dijî gelê Kurd bi kar bîne. PDK mîna Erdogan birçî dihêle ku ji bo xwe bi kar bîne. Piştre jî dibêje, 'Ji te re maeş, ji bo min kar bike. Li hember PKK'ê bixebite, li hember ku derê bixebite, bi kurtasî ji bo xwe bi kar tîne'. Miletê Başûr bi birçîbûnê terbiye dike. Mûçe nade, pere nade. Mesela gel bi xwe zebzeyan diçîne, dixwaze biçe nava bajêr bifiroşe lê PDK nahêle. Çima? Ji ber ku divê bacanê sor ji Tirkiyeyê bê anîn. Çima zebze û fêkî ji Tirkiyeyê bên? Hemû bi hormon in, hemû dermankirî ne. Ewqas dewlemendiya gelê me yê Başûr heye, lê bêqîmet dikin. Çima? Ji ber ku peymana wan bi Tirkiyeyê re heye.

'BI PEYMANA QIRÊJ DIXWAZIN ŞENGALÊ RADESTÎ BERPIRSYARÊN FERMANÊ BIKIN'

Gerîla gelê Başûr jî diparêze, mîna ku li Kerkûk, Mexmûr, Şengal parast. Gerîlayên HPG û YJA Starê niha jî dibêje, em hêzên parastina gel in û li ku pêwîstiya gel bi parastinê hebe, ku dibe bila bibe, li çar parçeyên Kurdistanê li her derê em ji bo parastina gelê xwe heye. Me ev yek ispat kir. Gel bêparastin nabe. Li Şengalê bêparastin mabû, qaşo di bin kontrola wan de bû. Niha jî bi peymana qirêj dixwazin Şengalê radestî berpirsyarên fermanê bikin. Bêguman gelê Şengalê vê qebûl nake. Di vê mijarê de gerîla hêza parastina gel e. Wê li her derê gel û xwe biparêze. Rast e teknolojiya herî pêşketî ya NATO'yê bi kar tînin, lê belê gerîla jî li hemberî wê bêçare nîne. Taktîkên me hene, rê û rêbazên me hene, em jî dest û lingên xwe girê nadin, li benda balafirên wan namînin.

'DIVÊ ÊDÎ GEL JÎ LI HER DERÊ XWE BI XWE BIPARÊZE'

Ji Derya Reş heta Amanosê, ji Şaho heta her devera Kurdistanê gerîla hene. Kurdistan tê parastin. Gelê Kurd hînî xweparastinê bûye. Gelê Kurd êdî bêparastin nîne, hêza xwe ya parastinê heye. Gel li çar parçeyên Kurdistanê êdî zane ku xwe neparêze wê têk biçe. Lewma divê xwedî li hêza parastinê derkeve, mezin bike. Divê gel bi xwe bibe hêza parastinê, li her derê xwe bi xwe biparêze. Dema ku çeteyan êriş kirin, yan jî hewldana dagirkeriyê çêbû, divê gel li wir li ber rabe.

'BILA KES DEST JI GUNDÊ XWE BERNEDE, NEYÊ LÎSTIKÊN DIJMIN'

Divê gelê Kurdistanê fêr bibe li nava şer bijî. Bernede nereve. Gelê me yê Başûr di vê mijarê de hinekî şareza ye. Dizane, di nava şer de mezin bûye, di nava şer de jiya ye, tecrûbeya xwe heye. Lewma divê dest ji gundê xwe bernede, neyê lîstikên dijmin. Welatê me bihuşte, dest jê bernede. Hûnê biçin ku derê, kî wê we xwedî bike? Ji ber wê yekê gerîla jî wê heta dawiyê li cem gel be, pêşengiya gel bike, parastina gel bike.

Em ê pêşengiya vê pêngavê bikin, em ê bibin garantiya azadiya Serokatî. Em fedayiyên Apoyî ne. Gelekî ku fedayiyê wî hebe ew gel li bin nakeve. Fedayiyên vî gelî heye, artêşeke fedayî heye. Ev gel li bin nakeve. Zorê bikişîne, zehmetiyan bikişîne jî lê divê zanibe ku kesên xwe ji bo vî gelî feda bikin hene. Ji ber vê yekê ev gel li bin nakeve. Têk naçe, ti carî li bin nakeve. Dibe ku berdêl bê dayin, lê belê azadî bêberdêl nabe. Divê ji xwe bawer bin, bimeşin. Sekna bêhêvî, lawazî ne hêjayî gelê Kurd e, bi taybetî divê ciwanên Kurd van tiştan layiqî xwe nebînin. Ciwanên Kurd çavsor in, astengiyan nas nakin. Divê ciwan û jinên Kurd di vê mijarê de pêşengiyê ji gelê Kurd re bikin.

'SEROK APO HÊZA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ KOLETIYÊ DA GELÊ KURD'

Serok Apo hebûna gelê Kurd ispat kir, ji bo azadiya gelê Kurd têkoşiya. Xwe feda kir. Fedayiyê herî mezin ê gelê Kurd Serok Apo ye. Yên ku ji xwe re dibêjin ew nûnerên gelê Kurd in, gelo çi feda kirine? Bi taybetî yên niha. Yên dibêjin em nûnerên gelê Kurd in, em serokên gelê Kurd in. We çi fedakarî kirine? Hûn li qesran dijîn, her tişt we xistine bin xizmeta xwe. Serokatî dema li Şamê jî bû xwe ji bo gelê xwe feda dikir. Ne ku em niha tenê ji bo Îmraliyê dibêjin. Serokê me li Şamê jî, tevahiya jiyana xwe fedayî vî gelî kir. Serokê me ji bo xwe deqeyekê jî nejiya. Bi hemû hucreyên xwe ji bo vî gelî têkoşiya. Ji ber ku gelê Kurd dît ku koletî çiqasî xerab e. Bi hemû hucreyên xwe li hemberî vê koletiyê sekinî û gelê Kurd gihand wê astê ku koletiyê bibîne û qebûl neke. Hêza têkoşînê da gelê Kurd. Gelek ji nebûnê ava kir. Ji ber vê yekê neheq e ku serokê me li Îmraliyê be. Ev şerma mirovahiyê ye, şermê herî mezin ji bo Kurdan e. Lê ji bo tevahiya mirovahiyê şermeke mezin e.

'DÎLGIRTINA SEROKA APO ÊDÎ NAYÊ QEBÛLKIRIN'

Ji ber wê yekê gerîla, gel, dostên gelê Kurd, ên ku serokatî nas dikin û hez dikin divê teqez ji Îmraliyê derxînin. Berdêla wê di vê mijarê de çi dibe bila bibe, divê vê bikin. Weke gelê Kurd divê em vê şerma dîlgirtina Seroka Apo qebûl nekin. Heta niha daxwaza hevdîtina bi Serokatî dihate kirin. Daxwaz ji niha û pê ve divê ne ev be. Niha em nizanin rewşa Serokatî çi ye. Çima em bi guman nêzîk nebin? Em çi bawer dikin ku Serokatî niha di kîjan rewşê de ye. Divê ev ji bo me bibe pirsgirêk. Tecrîd, dîlgirtina serokatî ji bo gelê Kurd nayê qebûlkirin. Ev pêngav ragihandina wê yekê ye ku êdî em nikarin xwe li vê rewşê rabigirin.

Rêya azadiya gelê Kurd rêya azadiya Abdullah Ocalan e. Haya gelên din jî ji vê yekê heye. Gelê Ereb jî xilasiya xwe di vir de dibîne. Ewqas mirov tevlî şoreşa me bû, ji Kanada, ji Çînê, ji Endonezyayê, ji Amerîkayê, ji Îngilistanê, ji Awûstralyayê, ji Spanyayê, ji Elmanyayê, ji Îtalyayê. Ji her devera dinyayê mirov pêl bi pêl hatin tevlî şoreşa me bûn, şoreşa Kurdan bû, têkoşîna me bûn. Li dinyayê cara yekê ye ku ewqas balê dikişîne, ewqasî pêl bi pêl tevlîbûn heye. Ji ber çi? Xelasiya xwe di vir de dibînin. Em tevgereke cîhanî ne, tevgereke gerdûnî ne.

'PDK'Ê DI MEJIYÊ XWE DE KURDISTAN PARÇE KIRIYE, JI BO ME KURDISTAN YEK E'

Herkes li ber dagirkeriyê radibe, lê PDK dibêje 'Ji ber ku PKK li vir e' wiha dibe. Yaw PKK te diparêze, PKK gelê xwe diparêze. Ev ax axa Kurdistanê ye. Ne biyanî ye. Em Kurd in, li ser axa xwe dijîn. Dibêjin 'biçin parçeyê xwe yê Bakur'. Te di mejiyê xwe de Kurdistan parçe kiriye, em Kurdistanê parçe nabînin. Ez ê xwe ji bo gelê Başûr jî feda bikim. Ez ê ji bo gelê me yê Rojhilat, Rojava jî xwe feda bikim. Lê belê tu nikare ji min re bêje tu tenê berpirsyarê gelê Bakur e. Tu nikare ji min re bêje, biçe tenê xwe ji bo gelê Bakur feda bike. Na, ez ji bo gelê Başûr jî li vir fedayî me. Gerîla ispat kir.

'EM GELÊ BAŞÛR, HIKUMETA BAŞÛR DIPARÊZIN'

Niha jî em axa Başûr diparêzin, em hikumeta Başûr diparêzin. Dîrokê berevajî nekin, ji bo berjewendiyên xwe yên teng siyaseta qirêj nekin. Gelê me yê Başûr jî vê baş zane. Pişta xwe da gerîla û pêşmergeyên durist. Nabe amûrê siyaseta qirêj. Xwedî rûmet, şeref û onûr e. Ji ber ku bi xwe jî jiya ye, hîn Enfal, Helebçe ji bîr nekiriye. Dîroka herî nêz, referandûm e. Di dema referandûmê de ya ji bo serxwebûnê, ji her kesî zûtir kî hat ser sînor, bi tankan? Kê Îran û Iraq xist dewrê û got, 'biçin dewletê ava dikin, dewletê bi serê wan ve bînin xwarê'. Tirk bû, Erdogan bû. Bi van hemûyan zanin, lê bi berjewendiyên wan nayê. Ji ber wê yekê înkar dikin, durûtiyê dikin. Lê belê ev gel ji bîr nake, gelê me yê başûr ji bîr nake. Êdî jin û ciwanên başûr nayên xapandin, nikarin bixapînin ji ber ku ew rastiyê ji her kesî baştir zanin û ti carî nabin amûr ji dijmin re.

'BILA KES HESABÊN ŞAŞ LI SER GERÎLA Û PKK'Ê NEKE'

Em naçin dewletekê dagir nakin, em li pêşiya dagirkeran disekinin. Lê belê ji bo hin hêzên desthilatdar, ji bo berjewendiyên xwe yên teng û malbatî Kurdistanê jî difiroşin, nirxên gelê Kurd jî difiroşin, pêşkêşî dijmin dikin. Em vê qebûl nakin. Gerîla garantiya azadiya gelê Kurd e. Doh jî wiha bû, îro jî wiha ye, sibe jî wê garantî be. Bila kes hesabê şaş li ser gerîla û PKK'ê neke. Wê sîleyeke dîrokî bixwin ku ti carî ji bîr nekin. Em Kurdistanê ji dagirkeran re nahêlin. Ferdek bi tenê jî bimîne wê Kurdistan ji dagirkeran re nemîne, bi taybetî jî ji Erdogan re wê nemîne divê vê baş zanibin. Bila pişta xwe bi balafirên şer jî germ nekin. Gel bi xwe gerîla ye, em artêşeke gel in. Artêşa HPG'ê zarokên vî gelî ye.

Birêxistinkirina xweparastinê erka civaka me ye. Girîng e kolan bi kolan xwe biparêze, destûr neyê dayin ku sîxurek bikeve nava civakê."