Berî 25 salan hate destgîrkirin, êdî agahî jê nehate girtin!

Xizmên Windayan û ÎHD’ê vê hefteyê aqûbeta Alî Îhsan Dagli yê ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû ‘windakirin’ pirsîn.

Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 608’an de bi dîmenekê aqûbeta Alî Îhsan Dagli yê di sala 1995’an ve li gundê Eşme ya Farqînê piştî ji aliyê leşkerên Tirk ve hate destgîrkirin û êdî piştre ti agahiyek jê nehate girtin pirsîn.

Vê hefteyê Sekreterê Şaxa ÎHD’ê Yuksel Acar serpêhaiya Dagli vegot:

Acar destnîşan kir ku Alî Îhsan Dagli 14’ê Nîsana 1995’an piştî şerekê li gel 7 milîtanan hate destgîkirin û ev got:

“Keyeyê gund Mehmet Şîrîn Kiliç şahidî kir ku Alî Îhsan Dagli yê hate destgîrkirin ji gund birin û ji destê xwe yê çepê jî birîndar bû. Li gorî agahiyên keyeyê gund, Dagli destpêkê birin gundê Hişkamergê, piştî nîvsaetê li vir hiştin û şûnde, xistin helîkopterê û birin Fermandariya Jendermeyan a Farqaînê. Dema ku Dagli ji gund derdixin ji ber birîndar guleyê wî cilê wî bi xwîn bû. Keyeyê gund ê hatibû destgîrkirin piştî rojekê diberdin. Lê Alî Îhsan Dagli êdî ti agahiyek jê nehate girtin.

Ji ber serlêdana malbatê ya li ÎHD’ê hêzên ewlekariyê ya gund zextê li malbatê dikin leşker li malbatê didin. Li gorî serlêdana malbatê ya sala 2009’an a ji bo komeleya me, ev zext piştî windakirina Dagli û şûnde dewam kir. 11’ê Cotmeha 1995’an rojnameya Evrenselê bi nûçeya servanê ‘Ev Winda’ û wêneyê Alî Îhsan Dagli yê dema destgîrkirî parvekir, ev yek belge kiribû. Di wêne de destê çepê yê Dagli pêçayî bû. Ji derveyî vî wêneyê ti belgeyek din zelal ê têkildarî Alî Îhsan Dagli ti agahiyek din tine. Ji 16’ê Cotmeha 1995’an ku ev wêne hate şaxa me malbatê teşxîs kir.”

Acar destnîşan kir ku Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) Tirkiye ji windakirina Alî Îhsan Dagli mehkûm kiribû.