Berfê rêya gelek herêmên Rojhilatê Kurdistanê girt
Li gelek herêmên Rojhilatê Kurdistanê, ji ber berfa ku ji roja Pêncşemê ve didê, gelek rê hatine girtin.
Li gelek herêmên Rojhilatê Kurdistanê, ji ber berfa ku ji roja Pêncşemê ve didê, gelek rê hatine girtin.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, rêyên navbera Dîwandere-Saqiz, Sewalwa- Miley Jalane, Saqiz-Merîwan, Seqiz-Banê, Sine-Merîwan, Sine-Hewreman û Merîwan-Pawe Kirmaşanê ji ber berfê hatine girtin.
Gelek mirovên bi rê ketibûn, ji ber berfê di rê de asê man. Rêyên gelek gundan li trafîkê hatin girtin û karê ji bo vekirina rê didomin."