Berdevkê HDP’ê Bîlgen hate girtin
Berdevkê Partiyê yê HDP’ê Ayhan Bîlgen ku têkildarî wî biryara girtinê hatibû dayin, hate girtin. Şevê din Beştaş jî hatibû girtin
Berdevkê Partiyê yê HDP’ê Ayhan Bîlgen ku têkildarî wî biryara girtinê hatibû dayin, hate girtin. Şevê din Beştaş jî hatibû girtin
Berdevkê Partiyê yê HDP’ê Ayhan Bîlgen ku têkildarî wî biryara girtinê hatibû dayin, ber nîvrokî bi wekîlan re hatin ber edliyeya Amedê.
Bîlgen ji hêla dadgehê ve hate girtin.
Bîlgen 27’ê Çileyê hatibû binçavkirin û bi şertê kontrola edlî hatibû berdan. Dozgeriya Komarê ya Amedê li dij vê biryarê derketibû û biryara girtina wî dabû.
Wekîla HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî ku di heman binçavkirinê de hatibû berdan, duh li ser wê jî biryara girtinê hatibû dayin, li malê hatibû binçavkirin û dadgehê biryara girtina wê dabû. Beştaş dema ku hatî girtin gotibû: ‘’Ez hevalê Tahîr Elçî me, ji kesekî natirsim’’
ÇAPEMENIYA ŞERÊ TAYBET BIRYARA GIRTINÊ ZÛ DA
Dema ku Bîlgen ji bo ku îfadeyê bide hatibû edliyeyê rojnameya Starê nûçe da û got Bîlgen hate girtin. Heman nûçe di demeke kurt de li tevahiya çapemeniya şerê taybet weşiya.
Heman çapemeniya şerê taybet dema ku Hevserokên Giştî yê HDP’ê hatibûn binçavkirin jî, beriya ku biryara girtinê li ser wan were dayin, nûçeya ‘’Hatin girtin’’ dabû.