Bendava Hasanalî gefê li taxên Elewî dixwe

Taxên elewiyan ên li navçeya Elbîstanê di bin gefên bendava Hasanalî de ne. Elewiyên taxê diyar kirin ku piştî bendav bê avakirin wê bi xwe re çandekê jî winda bike.

Bendava Hasanalî ya li navçeya Elbîstanê tê avakirin, gefan li taxên elewiyan ên navçeya Elbîstan a Mereşê dixwe. Welatiyên taxên Hasanalî û Atmalikaşanli, di bin avê de tên hiştin û welatî jiyana wan di talûkeyê de ye. Piştî projeya Bendava Hasanalî temam bû, niha dest bi avakirinê kirin. Bi avakirina bendavê re fikarên welatiyan zêde bûn. Welatiyan nerazîbûna xwe anîn ziman û diyar kirin ku ger bendav bê avakirin wê çanda herêmê tine bibe. Bi avakirina bendavê wê Taxên Hasanalî, Atmalikaşanlî û gundikên Bayramlar, Ololar, Tetolar, Ortakoy û Remik wê di bin avê de bimînin. Welatiyên elewî anî ziman ku wê bendav gundên tevî di bin avê de bihêle û hemû çand, dîrok û jiyana wan  wê tune bibe. 

'WÊ DÎROK WINDA BIBE' 

Şêniyê taxa Hasanali Kamber Demirkaya anî ziman ku wan gelek razemenî li vî gundî kir û wiha got: "Min ji bo xwe malek ava kir û ji bo gundiyan mala çandê ava kir. Min li baxçeye xwe hezar û 500 darên mişmiş, gwîz û sêvan danî. Ger ku bendav ava bibe wê hemû bax û bistan, çand û dîrok di bin avê de bimîne. Em naxwazin bendav bê avakirin. Li vir goristanên me yên 700 salî hene. Ev nayê qebûl kirin. Ez mirovekî 66 salî me, dixwazim heta dawî li vir bijîm. Naxwazim ji vir koçber bibim. Wê çanda gund di bin avê de bimîne." 

'BILA WARÊ ME JI NEXŞEYÊ WINDA NEBE'

Welatiyê 73 salî û bavê 7  zarokan Huseyin Aksu jî anî ziman ku ew li gundê Hasanalî ji dayik bû û wiha got: "Em bendavê li vir naxwazin. Ez piştî vî emrî nikarin biçim cihekî din. Vir cihê jiyana kal û pîrên me ne. Piştî me dê zarok û neviyên me li vir bijîn. Lê ger ku bendav bê avakirin wê qada jiyana me tine bibe. Em naxwazin warê me ji ser nexyeyê tine bibe." 

Welatiyê 60 salî Hasan Aslan jî anî ziman ku wî wanî li vir ava kiriye û ger bendav bê wê xaniyê wî û gundê wan tev di bin avê de bimîne. Aslan wiha got: "Vir ware kal û pîrê me ye. Cih û warê jiyana me ye. Em li vir ji dayik bûn û mezin bûn. Hemû biranîn, serpêhati û êşên me li vir veşarî ne. Em bendavê naxwazin." 

'ÇAVÊ DEWLETÊ LI SER GUNDÊ ELEWIYAN E'

Dayika 55 salî Nazife Oztoprak jî anî ziman ku ew bendavê li vir naxwazin û wiha got: "Dewlet li hemberî cih û warê me çiqas pere bide jî bi qasî cih û warê me bi qîmet nabe. Bi bendavan qada jiyana me tune dibe. Berê gundê me şewitandin û vala kirin. Niha gundê me di bin avê de dihêlin û vala dikin. Çavê dewletê her dem li ser elewiyan e. Ji ber bendavê ji niha de li gund koçberiyê dest pê kir. Ger ku bendav  têkeve meriyetê de hemû gund di bin avê de bimine. 

Welatiyê 67 salî Huseyin Arslan, jî anî ziman ku wan koçî Edeneyê kir û piştî 54 salan dîsa li gund vegeriyan û wiha got: "Em li gund vegeriyan, lê niha jî gund di bin avê de dihêlin. Ez zivistanî li Edeneyê û havînan jî têm li gundê Hasanalî dijîm. Li ser her kevirekî û her bihostek ax bîranînek me heye. Ev bîranîn û çanda me dê tev tune bibbe. Li vir 5 hezar û 600 kes dejîn. Niha tenê li gund 40 mal man yên din gund vala kirin. Bi qasî em dizanin dê li vir HES bê avakirin. Ti fêdeya wê li me nabe."