‘Bendav ziyana ku veger jê nîn e didine sirûştê’

Ekolojîst Derya Engîn got, ‘’Bi dehan bajarên antîk ên li Heskîfê û Deşta Dîcleyê divê di bin avê de nemînin. Divê jiyana celeban zindiyan nekevin talokeyê, bi hezaran mirov divê ji şûnwarên xwe neyên kirin.’’

Ji Komeleya Sirûştê Derya Engîn got bendavên ku bi salan e ji wan re enerjiya kesk tê gotin ziyanên wiha didine sirûştê ku veger ji wan nîn e, di nav ekosîstema çemekî de gelek celebên nebat û ajalan hene û wiha got, ‘’Heke ev der di bin avê de bimînin an jî çemê herkok bikin goleke sekan ji bo celebên endemîk tê maneya ku nifşê wan bikeve talokeyê.’’

‘BI BENDAVAN RE ZINDIYÊN KU WÊ TALOKE LI SER WAN ÇÊBIBE’

Derya got hin beşên diyar ên Çemên Firat û Dîcleyê ji hêla cografîk û habîtatên ku afirandine ve dişibin hev û bi pêvajoya projeya GAP’ê bi projeyên bendavan a ku wê li ser Çemê Firatê werin çêkirin gelek çem wê taybetmendiya xwe ya rûbarbûnê ji dest bidin. Derya Engîn got li van qadan hin zindî dijîn û qada hinan hevşib e û xwe dispêrin Çemê Dîcleyê. Engîn got bi bandavên mezin ên ku wê li ser Dîcleyê werin çêkirin wê van qadan jî ji dest bidin. Engîn wiha domand: ‘’Nifşê van celeban wê bikevin talokeyê. Niha li ser van celebên ku li van deran dijîn û lêkolînên zanistî ku salên borî li ser rewşa van zindiyan me kirî em ji bo ku rojane bikin hewl didin.’’

Derya Engîn got Çemê Dîclê çemê dawî ye ku li ser gewdeya wê ya sereke bendav nîn e û jê re wiha got, ‘’mezintirîn ekosîstema dawî ya çêm’’.

 ‘LATÊN KU DIBÊJIN RÎSKA KETINA WÊ HEYE DÎWARÊN BAJAREKÎ NE’

Derya Engîn got di van rojên dawî de Heskîf bi teqemeniyên ku Heskîfê diteqînin hatiye rojevê û got beriya niha wê ‘latşikîna ekolojîk’ yan jî azîneyeke bi vî rengî nebihistiye. Derya Engîn got li vir mijarA sereke ne rêbaz an jî malzeme ye ku tê bikaranîn, mesele karê ku tê kirin e û got: ‘’Latên ku tê gotin talokeya ketina wê heye heman demê dîwarên bajaran in ku 12 hezar sal dîroka wan heye. Ev bajarê latî ye. Hemû mal, dikan, atolye li vir bi hezaran sal in ji hêla mirovên vir ve li latê hatine çêkirin.’’