Xelkê Behdînan baykota kelûpelên Tirkî kirin

Welatiyên Behdînan ji bo êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê baykota kelûpelên Tirkî kirin, gotin: “Eger em mil bi mil li gel şervanan şer nekîn li dijî Tirkan jî bi boykotê aboriya Tirkiyê qelzbikîn.

Kampanya bayota kelûpelên Tirkî her diçe berfirehtir dibe. Li bajar û bajarokên Kurdistanê, dîsa herêma Behdînan jî wek herêmên din giştî yên Kurdistanê ji destpêka êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a li ser Rojavayê Kurdistanê, welatiyên vê herêmê dest bi pêngava baykotkirina kelûpelên Tirkî kir gotin: “Dewleta Tirk a gelê me qetil bike, em na hêlîn sûd ji aboriya me bigrin.”

Di derbarê pêngava baykota kelûpelên Tirkî de rêveberê wê kampanyayê li Behdînan axivî, armanc û pêşveçûnên wê kampanyayê ji ANF’ê re nirxand, bal kişand ser vê ku gelê Behdînan pêşwaziyek baş ji bo kampanya baykota kelûpelên Tirkî dikin.

Yek ji damezrênerê kampanya boykota kelûpelên Tirkî Rêvîng Kurdistanî ji ajansa me re ragihand: “Tirkiye Başûrê Kurdistanê kiriye navendek ya ji bo komkirina kelûpelên xirab û berhemên bi ser re borî yên xwe, em jî di wê derbarê de gelên xwe agehdar dikîn, ji bo kelûpelên Tirkî ne kirin û girîngî bidin kelûpelên navxweyî. Kurdistan welatekî dewlemend e hemû berhemên navxweyî heye dikarin girîngiyê bidinê.”

‘EM BI ÊRÎŞÊN ABORÎ BERSIVA WAN DIDÎN’

Rêvîng got: “Yek ji armancên din a vê kampanya yê helwesteke li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Rojavayê Kurdistanê ye. Ji ber kû bi rêya wan kelûpelên ku em ji Tirkan dikirin aboriya wan diçe ji bo şer. Em dixwazîn bi rêya vê kampanya yê aborî li ser Tirkan bibirîn ku bi êrîşî gelê me dike. Bila dijmin baş bizane eger ew êrîşî me bikin em jî wê bi rêya aborî êrîşî wan bikîn.”

Kurdistan bal kişand ser helwesta gelê herêmê û got: “Pêşwaziya gelê Behdînan ya ji bo kampanya baykota kelûpelên Tirkî gelek baş e. Welatî ji niha ve kelûpelên Tirkî nagirin û bazirgan jî berê xwe didin welatên din ji bo bazirganiya kelûpelên pêwîst yên ji bo welatiyan.”

‘ÊRÎŞÊN TIRKIYE BÊ ENCAM DIBIN’

Yek ji endamê din ê rêveberê kampanyayê Dilovan Zêbarî jî got: “Armanca êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojavayê Kurdistanê ew e ku tu kes nemîni bi navê Kurd. Tirk gihiştine wê baweriyê ku ji niha ve Kurd mafên xwe bi dest dixin. Ji ber ku Kurd berxwedanê dikin, şer dikin û mefên xwe diparêzin, bi taybetî Rojavayê Kurdistanê ji niha ve di qonexek girîng a şoreşê de diji, ji ber wê hewl didin pêşiya, wê şoreşê bigirin ku negihi Bakurê Kurdistanê ji ber wê Tirkiye êrîşî gelê me dike. Lê belê êrîşên Tirkiye bê encam dibin, ji ber ku ew kesên ku li dijî Tirkiye şer dike xwedî îrade û bi hêza xwe ji bo her mebestek ya êrîş kirinê amadene. Di warê siyasî ya fikrî de jî xwedî fikrên pêşketîne.”

Her wiha di derbarê erkê dikeve li ser milê gelê Başûrê Kurdistanê jî Dilovan dibêje: “Gelek erk dikeve le ser milên me, ji ber ku dema em li Başûrê Kurdistanê Enfal li ser me hatî ku rojên zehmet derbas kir. Her sê parçeyên Kurdistanê yên din bi heman awayî alîkarên me bûn, himbêza xwe ji me re vekirin. Niha jî pêwîstiya Rojava bi me heye, divê em erkên xwe dî vî warî de pêkbînîn.”

‘DIJMINÊ KU ME RASTERAST BIKUJI ÇAWAN BI KELUPELAN JÎ ME NEKÛJIN?’

Zêbarî bi domdarî got: “Kêmtir karê ku me kirî ew e me komeke tenê damezirandiye ji bo kampanya baykota kelûpelên Tirkî bikin, dijminê ku rasterast me bi kûşe erê çawan bi rêya kelûpelên xirab jî me nakûje. Em gel agehdar dikîn û dibêjîn; Tirk dijminê gelê me, ew dewlete ku nahêli Kurd hebin, divê helwesta me jî hebe xwarin û kelûpelên wan bikar neynîn, bivê bi aboriyê Tirkan birûxînîn.”

Ebdirehman Şûkrî got:“Ti cudahî di navbera parçeyên Kurdistanê de nîne. Em hemû Kurdin, em êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar dikin. Em êrîş wek li ser xwe dibînîn. Erkê ku dikeve li ser milên me ji bo Rojavayê Kurdistanê em amadene pêkbînîn.”

‘BI BOYKOTÊ ABORIYA TIRKIYÊ QELZBIKÎN’

Eger em ne karîn mil bi mil li gel wan li dijî dagirkeran şer bikin, em dikarin kelûpelên Tirkiye baykot bikin ji bo aboriya Tirkiye ber bi qelzbûnê ve biçi ku gelê xwe agehdar bikin bi dilxweşî bi rêya vê kampanya yê gel agehdar bûn, bandorî jî li ser aboriya Tirkiye kir.”