Bayindir: Qers ji bo AKP-MHP'ê bûye derdekî giran

Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir destnîşan kir ku bajarê Qersê ji bo AKP-MHP'ê bûye derdekî giran ku kirin nekirin di hilbijartinê de nekarîn bi dest bixin, lewma bûye hedefa êrişên qirkirina siyasî.

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, operasyona bi hinceta ‘Lêpirsîna Kobanê’ li dijî HDP’ê pêk hat nirxand û anî ziman ku çi dema ku desthilatdariya AKP-MHP’ê dikeve nava zor û zehmetiyê, hîn zêdetir êrişî HDP dike û got: “Niha jî di heman rewşê de ye. Ev operasyona li dijî HDP’ê, di heman demê de li hemberî gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ye.”

‘ÇI DEMA KU AKP-MHP DIKEVE NAVA ZOR ZEHMETIYÊ ÊRIŞ DIKE’

Bayindir da zanîn ku demek dirêj e desthilatdariya AKP-MHP'ê li dijî HDP û pêkhateyên wê operasyonên qirkirinê pêk tîne û wiha axivî: “Berî çend rojan bi hinceta ‘Lêpirsîna Kobanê’ dîsa li dijî HDP’ê êrişeke tolhildana siyasî pêk hat. Çi dema ku desthilatdariya AKP-MHP’ê dikeve nava zor û zehmetiyê, nikare ji nava aloziyan derkeve, hîn zêdetir êrîşî HDP û pêkhateyên wê dike. Bi van operasyonan AKP-MHP dixwaze pêşiya xwe veke û bi vê yekê xwe li ser lingan bigre. Eger ku AKP-MHP bixwaze vê ronî bike, bila li arşîva xwe binêre ku çawan HDP ji bo vê mijarê ronî bike xebat daye meşandin û bi dehan caran pêşnûmepirs pêşkeşî meclîsê kiriye. Lê her carê pêşnûmepirs bê bersiv man û ji bo lêpirsînê jî komsiyona ku HDP’ê pêşniyar kir, ji aliyê AKP-MHP’ê ve hate redkirin. Ev jî dide diyarkirin ku berpirsyarên kesên ku di Serhildana Kobanê de jiyana xwe ji dest dane, AKP-MHP ye. Ev hemû ji di arşîvên meclîsê de qeytkirîn e.”

‘PLANÊN AKP-MHP’Ê WÊ PÛÇ BIBIN’

Bayindir destnîşan kir ku desthildatdariya AKP-MHP’ê bi operasyona li dijî HDP’ê dixwaze hemû sûçên xwe yên di vê ‘Serhildana Kobanê’ de veşêre û wiha pê de çû: “Ev serhildan her sal carekê tê rojevê û AKP-MHP ji bo xwe bê sûç nîşan bide û ser bûyerê bigire, êrişî HDP’ê dike. Di ser vê bûyerê re 6 sal derbas bûne, êdî raya giştî jî dizane AKP-MHP nikare welat birêve bibe. Li her aliyê welêt alozî û rageşî heye. Ji bo ku gel vê yekê nebîne êrişî dengê herî xurt ê muxalefetê dike. Teqez partiya ku tenê sûçê AKP-MHP’ê deşîfre dike û li dijî polîtîkayên wan derdikeve HDP ye. Ji bo vê yekê jî timî HDP di hedefa desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê de ye. Desthilatdarî her çiqas berga siyaseta demokratîk a HDP’ê bigire wê ew zemîna siyaseta demokratîk mezin û bi hêz bikin. Wê planên terorîzekirina HDP’ê pûç bibin û bi ser nekevin.”

‘TEQEZ WÊ AKP-MHP TÊK BIÇE’

Bayindir bilêv kir ku roj bi roj li dijî planên terorîzekirinê, HDP xurt dibe û ev yek tirs û xofek mezin dixe dilê AKP-MHP’ê. Di berdewama axaftina xwe de Bayindir, got: “AKP-MHP jî baş dizane û her roj li gorî anketên wan bi xwe, HDP xurt û mezin dibe. Teqez di hilbijartina pêş de yan jî hilbijartinek hemwext de wê AKP-MHP têk biçe û parçe parçe bibe. Ev jî bi destê xurtbûna HDP’ê wê pêk were. Ji bo vê jî ji bo hilbijartinek hemwext HDP’ê ji bo xwe asteng û kelem dibîne. Armanca sereke ya AKP-MHP’ê ew e ku HDP’ê lawaz bike, ji pêkhateyên wê û dostên wê qut bike. Lê belê ev tenê xeyale û hêvî dikim zû ji vê xeyalê şiyar bibe. Ji ber ku rêya wan xelas bû û êdî dawiya wan e. Ev gel dizane kî siyaseteke demokratîk û raste rast dike û ji bo paşeroja vî welatî kî dixebite, ji nêz ve dibîne. Ti polîtîkayên AKP’ê êdî encam nagre, ne bi girtin, binçavkirin û kuştinê. Êdî HDP’ê haveynê xwe di nava civaka Tirkiyeyê û Kurdisanê de girtiye. AKP-MHP serî li çi polîtîkayê dide, ne em ne jî HDP ti gavê paş de navêjîn. Wê ji wan re bibe kul û dert, em ê ti carê serî netewînin û li ser rêya heqîqetê siyastek demokratîk bidin meşandin.”

‘QERS JI BO AKP-MHP’Ê DERDÊ LI SER DERDAN E’

Bayindir bal kişand li ser hedefgirtina Şaredariya Qersê û wiha dom kir: “Qers ji AKP-MHP’ê re bûye derdê li ser derdan. Dema ku em weke DBP tevlî hilbijartinên xwecîh dibûn û me Şaredariya Îdîrê bi dest xist. Berdevkê Hikûmeta AKP’ê yê wê demê Cemîl Çîcek digot, ‘Êdî gihiştin sînorê Ermenîstanê’. Timî ev tirs di dilê wan de ye. Timî Qers ji bo AKP-MHP’ê bûye derdê li ser derdan. Bajarê Qersê cihek cuda û xwedî dewlemendiyên mezinin. Li vî bajarî Kurd, Tirk, Ecem û Terekem e hene. Hemû gelên li Kurdistanê dijîn xwedî dewlemendiyek mezinin. Ji serdema HDP’ê û vir de cara yekemîne ku Qers xizmetek wiha baş dibîne. Hevşaredarên Qersê rêya hemû dizî û nelêritiyê girtin û şaredarî xistin dibin xizmeta gel de. Vê yekê jî AKP-MHP ji de şîkand û ji bo ku şaredariyê xirab nîşan bidin ketin nava liv û hewldanê. Divê çarçoveyê de Ayhan Bîlgen û duh jî Hevşaredar Şevîn Alaca û endamên meclîsa HDP’ê hatin binçavkirin. Tevahiya şêniyên Qersê xebatên şaredariyê erênî dibînin û pêşwazî dikin. Hevşaredarên me û endamên meclîsê ji bilî xizmetê û alîkariya vî gelî ti sûcek din nekiriye. Ji bilî ku dizî û nerêlitiyên li şaredariyê hatine kirin û raxistiye ber çavan tiştek din nekiriye. HDP’ê li Qersê rêyek nû vekiriye û ji bo vê yekê jî AKP-MHP’ê Şaredariya Qersê xistiye di hedefê de.”

‘BERTEKÊN MUXALEFTÊ QELS E’

Bayindir, bertek û piştevaniya li welat û ji derveyî welat ya bi HDP’ê re nîşan da û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Li seranserî Kurdistan û Tirkiyeyê û ji derveyî welat li dijî operasyonên AKP-MHP’ê yên li dijî HDP’ê rastî bertekên tund hatin. Bertekên muxalefta Tirkiyeyê jî baş in, lê pir qelse. Divê muxalefta Tirkiyeyê li dijî operasyonên bêhiqûqî cihê xwe li gel hev bigrin û ji bo siyaseteke demokratîk xebatan bidin meşandin. Li dijî polîtîkayên qirkirin û faşîzmê lazime hemû sazî û partiyên muxaleftê têkoşîna xwe xort bikin. Ji ber ku îro ev operasyon tenê li dijî HDP’ê nîne û li dijî tevahiya gelên Tirkiye û Kurdisanê ne. Li Tirkiyeyê îro kesê ku dibêje ez ê bi mirovahî, li ser rêya heqîqet û hiqûqê siyasetê bikim û baweriyê bidim civaka Tirkiyeyê, divê bertekekî xort li dijî polîtîkayên AKP-MHP’ê yên qirkirinê bide.”