Bayindir: Çareserî li Îmraliyê ye

Hevserokê Giştî yê DBP‘ê Keskîn Bayindir di civîna li navçeya Bismilê de axivî û got: "Heke Tirkiye îro dixwaze ji van krîzan rizgar bibe, divê muzakere û hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re were kirin. Çareserî li Îmraliyê ye."

Rêxistina HDP’ê ya Amedê li navçeya Bismilê civîna gel li dar xist. Civîn li avahiya HDP’a Bimsilê pêk hat. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevseroka HDP’a Amedê Gulistan Atasoy û gelek welatî tev li civînê bûn.

Hevserok Keskîn Bayindir bi yadkirina salvegera Şêx Seîd û hevrêyên wî ku 97 sal bere hatibûn darvekirin û siyasetmedarê Kurd Orhan Dogan ku krîza dil derbas kiribû û jiyana xwe ji dest dabû dest bi axaftina xwe kir.

‘GELÊ KURD HEMÛ ÊRÎŞ PÛÇ KIR‘

Bayindir anî ziman ku hişmendiya ku Şêx Seîd û hevrêyên wî bi darve kir îro jî li dijî siyaseta Kurd û gelê Kurd li ser kar e û çawa ku lîder û pîrên Kurdan serî li ber wê hişmendiyê netewandin, çawa ku Orhan Dogan, Leyla Guven serî netewandin dê hevseroka wan Salîha Aydenîz jî serî netewîne. Bayindir da zanîn ku gele Kurd çawa sed sal berê serî netewand dê îro jî heta Kurdek jî bimîne dê serî netewîne û wê têkoşîna xwe berdewam bikin. Bayindir diyar kir ku bi salane dewlet êrîşî gelê Kurd dike û berxwedana gele Kurd êrîşên têkbirinê yên li dijî xwe pûç kiriye.

'ÇARESERÎ LI ÎMRALIYÊ YE’

Bayindir bal kişand ser krîzên li welat rû didin û konsepta şerê li dijî Kurdan xistine dewrê û wiha got: “Ji bo ev polîtîka pêk werin, serwetê xerc kirin. Lê gelê Kurd berxwedanek dîrokî nîşan da û dide jî. Em carek din li vir dibêjin heke Tirkiye îro dixwaze ji van krîzan rizgar bibe, tene tiştek heye ku bike; Ew jî muzakere û hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re were kirin. Çareserî li Îmraliyê ye. Heta hevdîtin û muzakere neyên kirin, wê gelê Kurd û dostên xwe li ber xwe bidin.”

Bayindir bal kişand ser Meşa Gemlikê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Meşa Gemlikê meşek dîrokî bû. Lewma îro jî dixwazin heyfa wê ji HDP’ê û DBP’ê hildin. Wê tifaqa AKP-MHP’ê têk biçe û tifaqa duyemîn jî mîna wan e. Tu ferqa wan ji bo gele Kurd nîne. Lê me dibêjin wê siyaseta rêya sêyemîn bi ser bikeve.“

BANGA BEŞDARIYA KONGREYA HDP’Ê

Hevseroka HDP’a Amedê Gulistan Atasoy jî axivî û behsa pêvajoya têde derbas dibin kir û bang li gel kir ku beşdarî kongreya partiya wan a mezin dê di 3’yê Tîrmehê de li Enqereyê pêk were bibin.

Şandeya HDP’ê û DBP’ê piştî civînê belavokan li gel belav kir û xwestin tev li kongreya navenda HDP’ê bibin.