Bayik: Komplo bi ser neket, lê hîn jî dewam dike

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku komploya navneteweyî di asta îdeolojîk, siyasî, leşkerî û psîkolojîk de li her qadê dewam dike û got, "Mîna plankirî bi ser neket, lê hîn jî dewam dike."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, ji ber salvegera 24'an a komploya navneteweyî ji ANF'ê re axivî. Beşa destpêkê ya hevpeyvînê bi vî rengî ye:

Em dikevin sala 25'an a komploya navneteweyî ku 15'ê Sibata 1999'an di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî gelê Kurd hate kirin. Dema ku komplo hate kirin, li qada navneteweyî, herêmê û Kurdistanê şert û mercên siyasî çi bû?

Belê em dikevin sala 25'an a komploya navneteweyî. 25 salên têr û tijî yê bi têkoşînê ji bo gelê me û tevgera me derbas bûn. Êşên giran, berdêlên giran, berxwedaneke mezin di nava van 25 salan de pêk hatin.
Di sala 25'an a komploya navneteweyî de beriya her tiştî Rêber Apo bi ruhê hevrêtiyê yê herî kûr bi hezkirin û hurmetê silav dikim. Komploya navneteweyî û hemû hêzên di nava vê komployê de cih digirin bi tundî şermezar dikim, ji vir dixwazim bibêjim ku wê teqez hesab ji wan bê pirsîn. Hemû şehîdên me yên ku li dijî komploya navneteweyî bedena xwe kirin goga ji agir û tevlî karwanê nemiran bûn, di şexsê şehîdê me yê destpêkê yê şermezarkirina komployê û xwedîderketina li Rêbertî hevrê Halît Oral de bi rêzdarî û minet bi bîr tînim, soza xwe dubare dikin ku hêjayî bîranîna wan bin.
Pêvajoya komploya navneteweyî ji destpêkê heta dawiyê ji aliyê Îsraîl-Dewletên Yekbûyî yên Emerîka-yekîtiya Ewropa û Rûsya ya Sowyeta ji hev ketî, hate meşandin. Rola hikumetên Sûriye, Yewnanistan û Tirkiyeyê ne zêdeyî xizmetên burokratîk ên di asta duyemîn de bû. Bi taybetî têkiliyeke xurt ji navenda Enqere, London û Washîngtonê hebûn. dihate xwestin ku Rêber Apo di ser Başûrê Kurdistanê re bi hevkariya PDK'ê bixin nava tecrîdekê. Bi vî rengî weke xeleka dawî ya plana tasfiyekirina Rêber Apo, Sûriye dima. Misir jî ber bi aliyê xwe ve kişandin û şerê psîkolojîk ê li ser Sûriyeyê bi vî rengî bi bandor kirin. Di encamê de Sûriyeyê serî li ber van zextan tewand û di mijara PKK'ê de lihevkirina bi wan re li gorî berjewendiyên xwe guncav dît. Rêber Apo pêvajoya komployê ya 9'ê Cotmehê, 15'ê Sibatê bi vî rengî kurteber dike. Wê demê Yekîtiya Komarên Sowyetê yên Sosyalîst hîn nû ji hev belav bûbûn. Yeltsîn û Prîmakov ku xayinên girîng ên reel sosyalîzmê bûn, li gorî têkiliyên xwe yên îstîxbaratî yên qirêj û veşartî û aboriyê, di rewşeke welê de bûn ku ji bo berjewendiyên xwe bi her awayî bêpîvanî û bêexlaqiyê bikin. Lewma heta ji wan dihat dikarîbûn bi pirsgirêka Kurd re bilîsta, rewşa Rêber Apo bikira mijara bazariyê. Ji xwe ji bo Rêber Apo li Moskowayê nemîne IMF'ê 8 milyar dolar kredî bi kar anî, dewleta Rûsya jî ji dil ve ev yek qebûl kir. Her wiha ji Tirkiyeyê jî projeya Herka Şîn radestî Rûsyayê hate kirin û Rûsya bi vî rengî bû şirîkê komployê. Îngilistan, Elmanya û Îsraîl ji xwe ji doh ve ji komploya sedsalê re amade bûn, dilxwazê wê bûn. Di berdêla wê de jî ji Tirkiyeyê çi bistanda ji bo wan qezenc bû. Bêguman serkêşê komployê, amadekarê komployê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bû. Ji bo wan pirsgirêka Kurd a bi rengekî stratejîk hatiye çareserkirin mijareke welê bû ku hînê dema wê nehatibû. Lewma dixwest pirsgirêka Kurd û Tevgera Azadiyê ji bo berjewendiyên xwe binirxînin û ji Tirkiyeyê jî tawîzan bistîne. Ji ber vê yekê jî manîpulekirina mirovahiyê û mirovên xwedî hesta berpirsyariyê, yan jî bêdengkirina wan wê nebûya pirsgirêk ji bo wan. Ji xwe ji DYE'yê heta bi Elmanyayê li gelek welatên Ewropayê demokrat, sosyal demokrat li ser desthilatdariyê bûn. Wê ev yek jî bi rengê herî bêînsaf û bêexlaq bi kar bianiya. Massimo D'Alema ku hem bê biryar bû hem jî hêza xwe hinekî têrê nedikir, wê zû notralîze bikira. Tevî ku Duma ya Rûsyayê li hemberî yek dengî bi 298 dengan mafê rûniştinê ya Rêber Apo qebûl kir jî Yeltsîn û Prîmakov wê ev yek red bikira. Di encamê de jî ne Serokwezîrê Îtalyayê Massimo D'Alema yê ku dixwest hin tiştan bike, ne jî biryara Dûma wê li hemberî polîtîkayên durû yên dewletên DYE û Ewropayê encam bi dest nexistibûna.

Bêguman a ku komploya navneteweyî da destpêkirin û da pêş, beriya her tiştî rewş û bûyerên li Rojhilata Navîn bû. Naxwe zemîn û gavên destpêkê yên komployê hîn di sala 1996'an de di serî de li Elmanya, Fransa û Îngilistanê zexta giran û girtinên ku bi armancên siyasî yên li hemberî PKK'ê bûn. Her wiha beriya wê bûyera kuştina Palme hebû ku piştrast bû ji aliyê Gladîo ya NATO ve hatiye kirin û bi israr xistin stuyê PKK'ê. PKK wê ji ber kuştina Palme weke 'terorîst' bihata îlankirin, ji bo li lîsteya terorîzmê bê bicihkirin hewldaneke mezin bihata kirin. Li gel van hemûyan rewşeke din a ku lez da pêvajoya komployê û komplo da destpêkirin, mîna ku min got bûyerên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn bû. Encamên Şerê Kendavê yê 1'emî hînê baş nehatibûn birêxistinkirin, kevir li şûna xwe nehatibûn bicihkirin. Gavên ku bi polîtîka û stratejiyeke rast bihatina avêtin wê rê bida gelek pêşketinan. Bêguman PKK ji vê re namzet bû û pozîsyona xwe jî li pêş bû. Eşkere ye ku yek ji sedemên birêxistinkirina komploya navneteweyî jî ev bû.

Rêber Apo li Rojhilata Navîn 20 salan têkoşiya bû. Bi nûnerên gelek dewletan, kesayet, rêxistin nûnerên çand û gelan re gelek hevdîtin kiribû. Jiyan û têkoşîna 20 salan a Rêber Apo ya li Rojhilata Navîn di asta dîrokî de li Kurdistan û Rojhilata Navîn pêşketin afirand. Asta hişmendiyê, daxwaza têkoşînê ya rêxistinbûyî ya li nava Kurdan ku mezin dibû, li hemberî her zor û zehmetiyê serketin dida ber xwe. Gelên Rojhilata Navîn diket pêvajoyeke ronakbîriyê, pêvajoyeke Ronesansê. Hevsengiyên siyasetê diketin bin bandora van pêşketinan, lêgerînên nû destpê dikirin. Van pêşketinan sîstema modernîteya kapîtalîst a bi serkêşiya DYE'yê ditirsand û tengav dikir. Dewleta Tirk a mêtinger qirker jî dîn û har dibû. Li aliyekî hişmendî û tifaqa antî emperyalîst a li Rojhilata Navîn bi pêş diket, li aliyê din jî rewşa têkoşîna azadiyê ku ber bi asteke nû ya stratejîk ve dihat, hem dewleta Tirk a mêtinger hem jî DYE û Ewropa ji bingehê ve bi bandor dikir, tengav dikir. Wê demê diviyabû lêgerîn û zemîna tifaqa antî DYE û YE ji holê bihata rakirin. Taybetmendiyên kesayetiyê yên Rêber Apo hebûn. Kesayetiyeke welê bû ku bi gotina xwe wê çanda Rojavayî Rêber Apo nekarîbûya bihelanda, nekarîbûya li ber erozyonê bixista. Lewma wê nekarîbûna vî kesayetî ber bi sîstemê ve bikişînin, yanî diviyabû Rêber Apo her wiha ji ber vê yekê li derve bihata hiştin û bikirana qurbanê komploya navneteweyî. Rêber Apo 'Ji qurbaniyekî qederê yê dîroka trajîk a gelê Kurd wêdetir Rêberek e ku bi rola xwe rabû'. Rêberekî bi vî rengî bêguman wê zû bi zû nehatibûya pejirandin, wê tasfiyekirina wî ji xwe re bikirana esas. Fikir û nêrîna hevpar a îblîsan ev yek dixwest. Rêber Apo û PKK, ji bo wan pirsgirêkeke cidî ya sereke bû ku êdî nikarîbûn xwe lê rabigirta. Ev yek wê li gorî berjewendiyên modernîteya kapîtalîst bûya. Dewleta Tirk a mêtinger qirker ji bo vê wê berpirsyariya xwe bi cih bianiya. Ji ber ku gelekî tengav bûbû. Tevî ku piştre xistin bin bandora xwe li Başûr jî statuyeke Kurd-Kurdistanê ava dibû. Rêxistinên Kurd ên têne zanîn ji xwe di nava sîstema hegemonîk de bûn. Têkoşîna PKK'ê ev rewşa sîstemê xera dikir, li ser hevsengiyê gefek bû. Pêşî li serhildanên li Kurdistanê, pêşketina gerîla nikarîbûn bigirin. Lewma gelekî bi fikar bûn. Dewleta Tirk ji bo pêşî li hemû pêşketinên alternatîf bigire, şerekî herêmî jî di nav de amade bû ku gelek tiştan bike. Fermandarê Hêzên Bejahî yê wê demê Atîlla Ateş ji bo helwesta dewleta Tirk a mêtinger diyar bike derketibû qadê. Atîlla Ateş li ser sînorê Sûriyeyê bi rengekî eşkere gef li Sûriyeyê xwar. Ev axaftina Atîlla Ateş ji piştgiriya DYE û YE'yê ne cuda bû. Îlaneke şer bû û komploya 9'ê Cotmehê, 15'ê Sibatê wê demê destpê kiribû.

Helwesta tevgerê û gel li hemberî komployê çi bû? Wê demê atmosfereke çawa ya civakî hebû? Li çar parçeyên Kurdistanê, Ewropayê û tevahiya cîhanê nerazîbûna gel a li hemberî vê konseptê çi bû?

Divê vê yekê bibêjim; em ne partî, ne tevger, ne gel û ne jî dostên me bi ti awayî ji komploya navneteweyî re ne amade bûn. Nedihate bîra me ku rojekê komployeke bi vî rengî li hemberî me bê kirin, ya jî me nedixwest bînin bîra xwe jî. Lê belê bû. Mîna ku Rêber Apo bi mafdarî dibêje, di vir de hevrêtiya ne têrker û dostaniya sexte xwedî rol bû. Di dîrokê de gelek komkujî, sirgûn û trajedî bi serê gelê Kurdistanê ve hat. Di hemû raperînan de mirov dikare vê bibîne. Lîderên îsyanan dema ku bi darvekirin, sirgûn û zindanê hatin tasfiyekirin, ya li pişt wan ma bêhêvî, bêbawerî û êşeke mezin bû. Hate dîtin ku nirxên heyî û hevkarî jî ji holê rabûn, ji hev belav bûn. Rêber Apo di dîroka Kurdistanê de bi rêbaza xwe ya Rêbertiyê bêguman yekane ye. Di dîroka Kurdistanê de cara yekemîn e ku Rêberek bi komployeke navneteweyî tê girtin, li zindana yekkesî ya Îmraliyê tê bicihkirin û tevî vê jî Kurd ji hev belav nabin, li gel 25 salên di ser de komployê re derbas bûne jî têkoşîn û berxwedana xwe her tim dewam kiriye. Weke min got, di dîroka Kurdistanê de tiştekî yekane ye. Rêber Apo partî û gelekî welê afirand ku komployeke navneteweyî ya di vê astê de bêrehm lê bê kriin jî ev partî û gel wê li ser xeta Rêber Apo bi biryar û rêxistinî têkoşîna xwe dewam bike. Ev di dîroka me de tiştên nû ne, gelekî girîng in.

Psîkolojiya mirov û civakê dişibin hev, mîna ku hevdu temam dikin. Dema ku bûyerek mirov ne li bendê bû diqewime, nepêkane ku mirov neheje û nekeve nava rewşeke awarte. Tu li rewşeke welê rast tê ku te texmîna wê nedikir. Bêguman di asta şoqê de wê bandorê bike. Radestkirina Rêber Apo bi komployeke navneteweyî ji bo Tirkiyeyê, bandoreke bi vî rengî li partiya me, hevrêyên me û gelê Kurdistanê kir. Kurd nedifikirîn û bawer nedikirin ku rêberekî mîna Rêber Apo dîl bê girtin. Nekarîbû texmîn bikira ku sîstemeke serwer a navneteweyî milên xwe mîna ahtapotê li her derê belav bike û bi taybetî di şexsê Rêber Apo de li hemberî partiya me bêrehm û xedarî tevbigere. Lewma dema ku komplo pêk hat ji bo Kurdan mîna roja qiyametê bû. Yên giriyan, yên dua kirin, yên xwe şewitandin, yên xwestin dijmin bişewitînin, yên lenet li her tiştî anîn, li gel her tiştî jî yên daxwaza têkoşînê mezin kirin; her tişt qewimî. Gelê me li dijî komployê li çar parçeyên Kurdistanê, li zindanan, li Ewropayê li her devera cîhanê cihê ku lê bûn nerazîbûn nîşan da, bi yek dil û yek kulmî îradeya xwe destnîşan kir. Wezîra Karên Derve ya DYE'yê ya wê demê Madeleine Albrith mikur hatibû Û gotibû, 'Me zanîbûn ku dema Ocalan bê girtin û radestî Tirkiyeyê were kirin wê Kurd nerazîbûnê nîşan bidin: Lê belê kesî nerazîbûnek di vê astê de texmîn nedikir'. Sekn û berxwedana gelê me bi rastî jî bêhempa bû. Qîrîna destpêkê, berxwedana destpêkê ya dîrokî û bi rûmet li zindanan di şexsê hevrê Halît Oral de bi dirûşma 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' bi berxwedan û îradeya awarte ya bi dehan hevrêyên me çêbû ku tevlî karwanê nemiran bûn. Ne tenê li zindanan li gelek bajar û metropolên Tirkiye û Kurdistanê berxwedan û şehadetên bi heman rengî çêbûn ku tirs berda nava dilê dijmin û gelê me vexwend berxwedana bi rûmet. Jin û mêr ên ciwan ên Kurd di vê pêvajoyê de bi rengekî çalak tevgeriyan, li her derê ji çalakî û berxwedanê re pêşengî kirin. Li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê her wiha li Ewropayê li her devera ku lê bû gelê me bi rengekî topyekûn rabû ser piyan, berxwedan ji xwe re kir esas. Li van qadan hemûyan hevrêyên me yên ku bedena xwe kirin mîna gogek ji agir û şehîd bûn, hemû hevrêyan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim.

Komploya navneteweyî di nava Kurdan de ruhê yekîtiya neteweyî afirand. Hemû çînên li kurdistanê, her wiha eşîr, beşeke mezin a cerdevanan li dora Rêber Apo bûn yek, sekneke hêjayî rûmet û yekîtiya neteweyî nîşan dan. Ruhê yekîtiya neteweyî ne tenê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li çar parçeyên Kurdistanê û her devera Kurd lê ne, pêk hat. Heta pêvajoya komployê, berê li çar parçeyên Kurdistanê gelê me li hemberî hêzên mêtinger di demên cuda de bi rêbazên cuda nerazîbûna civakî di asta îsyanê de tevgera gel her tim hebû. Lê belê ti îrade, ti rêbertî yekîtiya ruhî û hişmendiyê nekarî biafirînin ku gelê me heman hêvî, heman êş, heman paşerojê parve bike. Berxwedana hate kirin, êşên hatin kişandin, hêvî, bawerî û armanc bi giranî li parçeyan tenê man. Li Rojhilata Navîn a ku xwedî dîrokek ji hezaran salî û Kurdistanê ku dergûşa mirovahiyê ye, gelê me ne tenê ji aliyê cografîk û demografîk ve hate parçekirin, di heman demê de ji aliyê ruhî, psîkolojîk û mejî jî hewl hate dayin ku bê têkbirin. Ji vê yekê bêhtir rewşeke bêexlaq, bêwijdan û zalimane nîne. Kurdan êşa vê timî kişandin. Lewma timî hewcedarê yekîtiya ruhî û neteweyî bûn. Hebûna Rêber Apo, paradîgmaya wî, ruhê têkoşînê û hişmendiya neteweyî ya ku wî afirand, bû bersiv ji hesreta dîrokî ya gelê me re. Ji ber vê yekê gelê me yekîtiya neteweyî li hemberî komploya navneteweyî yekemcar di vê astê de bi xurtî nîşan da, xwedî li Rêber Apo derket.

Armanca komploya navneteweyî çi bû, kîjan encam bi xwe re anî?

Bêguman gelekî bi kûrahî li ser komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê, 15 Sibatê fikirîn, nîqaş kirin, armancên komployê û encamên gengaz nirxandin. Bi vî rengî pêk anîn. Lewma hesabê wê yekê dikir kuk encamên komploya navneteweyî wê gelekî mezin be ku di dîroka mirovahiyê de di vê astê de kêm caran hatiye kirin.

Piştî jihevketina reel sosyalîzmê, rêxistin, kom û kesayetên li cîhana yek cemserî bi nirxên moralê yên sosyalîst têdikoşiyan, ketin nava valahiyeke mezin, ketin nava lêgerînê. Tevgera PKK'ê yek ji wan tevgerên sereke bû ku ber bi salên 2000'î ve bi kesayet û nasnameya xwe ya sosyalîst a rast a ji sedsala 20'î mayî, bi biryardarî têkoşiya. Moral û piştgiriyeke mezin bû ji bo hêzên şoreşê yên sosyalîst ên cîhanê. Modernîteya kapîtalîst ne di wê astê de bû ku rêberê sedsalê yê mohra xwe li vê serdemê xist Rêber Apo û tevgera PKK'ê ya bi rêbertiya wî bipejirîne. Têkbirina ji aliyê nirxên moral û îdeolojîk ve li aliyekî, PKK tevgereke welê bû ku di kesayetiya Rêber Apo de timî xwe nû dikir, bi pêş ve dibir û xurt dibû. Wê demê hesabê wê dihate kirin ku divê teqez derb li vê tevgerê bê xistin û xeta nokerî û rêbertiyê ya alternatîf bidin pêş. Yanî yek ji armancên komploya navneteweyî ew bû ku bi navê Kurd û Kurdistanê xeta PDK'ê bidin pêş û weke muxatab nîşan bide. Li gel vê yekê di encama komploya navneteweyî de wê PKK di nava xwe de biketa nava pirsgirêkên cidî, ji teslîmiyetê heta bi lîberalîzmê bi temamî ji hev belav nebe jî wê bêbandor bibûya. Weke ku piştre hate dîtin, komploya navneteweyî bi rastî jî bi şêweyekî bêexlaqî hatibû birêxistinkirin. Bi gotina pêvajoya şoreşê û têkoşînê ya rêberên Kurd ên sexte, kesayet û komên welê peyda bûn ku berê xwe dan reformîzmê û di her şert û mercî de terikandina çekan ferz dikirin. Nirxên ku PKK'ê bi dehan salan bi nirxên pîroz afirand, dihate xwestin ku bêne parvekirin. Lewma komplo bi rastî jî xetere bû.

Rêber Apo û PKK li pêşiya modernîteya kapîtalîst astengiya herî mezin dihatin dîtin ku nedihişt Rojhilata Navîn li gorî xwe bi rêk û pêk bike. Tê zanîn ku kapîtalîzm hebûna xwe dispêre krîz û tengaviyan, lewma ji bilî berjewendî û înîsiyatîfa xwe ti carî aramiyê naxwaze. Rêber Apo û PKK di vê nuqteyê de li pêşiya hesabên modernîteya kapîtalîst asteng bûn. Civîna Qahîreyê ya salên 1921-1922'an tê zanîn. Armanca civîna Qahîreyê ew bû ku pirsgirêka Kurd bêçareserî bihêle, li ser vê bingehê Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe bi rêk û pêk bike. Komploya navneteweyî di pêvajoyeke welê de hate kirin ku rejîma faşîst a mêtinger diket pêvajoya çareseriyê û zexta vê yekê lê dihate kirin. Bi destwerdana komploya navneteweyî re pêşî li çareseriya pirsgirêkê hate girtin. Her wiha mîna di dema civîna Qahîreyê de xwestin ku Rojhilata Navîn li gorî xwe bi rêk û pêk bikin. Ya rast ew e ku Projeya Rojhilata Navîn a Mezin (BOP) bi vê perspektîfê bê nirxandin. Wê demê armanceke din a komploya navneteweyî, pêvajoya Rojhilata Navîn a ji nû ve bê dîzaynkirin bû. BOP ji ber vê pêwîstiyê kete rojevê. Ji bo vê Îslama siyasî wê bidan pêş, bihata birêxistinkirin û kesayetekî faşîst ê mîna Tayyîp Erdogan qaşo ji ber nasnameya xwe ya Îslamî bidan pêş, li gorî projeyê bihata amadekirin. Armanceke bi vî rengî ya berfireh a komploya navneteweyî hebû.

Armanceke din a komploya navneteweyî jî ew bû ku gelên Kurd û Tirk berdin hev, tovên şerekî bi sedan salî biçîne û bike ku Rêber Apo û PKK careke din nikaribin bi rola xwe rabin. PKK li dijî modernîteya kapîtalîst îdeolojiyeke alternatîf, paradîgmaya sosyalîzmê û demokrasiyê bû. Eger Rêber Apo û PKK ji rewşa astengiyê bihata derxistin, mîna di destpêka sedsalê de qewimî wê pêkan bûya ku gelên herêmê bi hev bidan şerkirin û li gorî berjewendiyên xwe ji nû ve bi rêk û pêk bikin.

Komploya navneteweyî di şexsê Rêber Apo de tehdeyeke gelekî mezin li partiya me, gelê me û dostên me kir. Rêber Apo jî di heman cidiyet, kûrahî û berfirehiyê de pêngaveke dîrokî da destpêkirin ku jê re 'bûyîna min a sêyemîn' got û bi vê pêngavê de komploya navneteweyî di asteke mezin de pûç kir. Lewma yekemîn; komploya navneteweyî di şexsê Rêber Apo de bi ser neket, hate pûçkirin.
Ya duyemîn; PKK tasfiye nebû, berevajî vê yekê xwe nû kir û hîn bi xurtî têkoşîna xwe dewam kir. Nûbûna paradîgmayî ya ku Rêber Apo pêk anî, di nava PKK'ê û têkoşîna azadiyê de di asteke şoreşgerî de pêşketin afirand.
Ya sêyemîn; PKK ne ji aliyê îdeolojîk ne ji aliyê nirxên moralê ve, her wiha ne ji aliyê madî û çeperan ve qet lawaz nebû, berevajî vê yekê li hemberî modernîteya kapîtalîst temsîla modernîteya demokratîk kir û li qada navneteweyî gihîşt wê astê ku hîn zêdetir bê qebûlkirin.
Ya çaremîn; dewleta Tirk a mêtinger qirker berevajî îsyanên Kurdan ên di dîrokê de yekemcar li hemberî Rêber Apo û PKK'ê bi ser neket, gelê Kurd jî bi PKK'ê gihîşt asta têkneçûnê û bû xwedî hêz, moral û piştgiriyê.
Ya pêncemîn; kesayetiya Barzanî û rastiya PDK'ê ku modernîteya kapîtalîst yanî hêzên komploger li şûna Rêber Apo û PKK'ê amade kirin û xwestin bidin pêş, weke hêzeke komployê di nava gelê Kurd de teşhîr bû, mîna ku ji wan dihate hêvîkirin bi rola Rêbertiya Gelê Kurd nekarîn rabin. Paradoks ew e ku di berdêla komploya navneteweyî de û di encama serketina daîmî ya têkoşîna PKK'ê de statuya li Başûrê Kurdistanê li asta navneteweyî û ji aliyê dewleta Tirk ve hate qebûlkirin. Paradoksa ji vê mezintir jî ew e ku kesayetiya Barzanî û xeta wî tevî ku hîn di roja destpêkê de parçeyek ji komployê bû, îro jî li hemberî PKK'ê bi dewleta Tirk a mêtinger dagirker re hevkariyê dike, bi hev re tevdigere.
Ya şeşemîn, armanca berdana hev a gelên Kurd û Tirk pûç bû. Paradîgmaya Neteweya Demokratîk a ku Rêber Apo afirand, li dijî her cûre neteweperestiyê, nirxên azadî û demokrasiyê da pêş, yekîtiya gelan, paşeroja azad û demokratîk, têkoşîna hevpar û îradeya hevpar afirand. Ya ku niha li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê diqewime ev bi xwe ye. Li Rojhilatê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê ev têkoşîn dewam dike.
Ya heftemîn, rêxistiniyên sexte yên bi kincê Îslamî ku weke encameke Projeya Rojhilata Navîn a Mezin xwestin ava bikin, li pêşberî têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelan gihîşt wê astê ku li xwediyê xwe bixin. Yanî çawa ku rêxistinên çete yên Mîna DAÎŞ û Nûsra bûn bela li serê mirovahiyê, bi navê Îslamê AKP û Erdogan jî li ser gelên Rojhilata Navîn bû rewşeke metirsîdar. Ji vî alî ve komplo li şûna gihîştina armanca xwe, bi rewşeke berevajî re rû bi rû ma.
Bêguman komploya navneteweyî ji aliyê armanc û encamên xwe ve hîn bi berfirehî dikare bê nirxandin. Rêber Apo got, yekane projeya min a nîvco maye projeya Azadiya Jinê ye. Lê belê kesayetiya jinê ya azad û rêxistiniya wê ya ku ji aliyê Rêber Apo ve hate afirandin bi têkoşîna xwe ya li hemberî rêxistinên çete yên mîna DAÎŞ û Nûsrayê, têkoşîna li hemberî dewleta Tirk a mêtinger qirker mirovahî xiste nava kelecanê û rakir ser piyan. Lewma kesayetî û xeta jinê ya azad piştî komploya navneteweyî xurtir bû û bi wê rolê rabû ku mohra xwe li pêvajoya dîrokî dixe.

Tevgerê dii nirxandinên xwe de diyar dike ku, komplo her çiqas bi ser neketibe jî bi şêweyên cuda dewam dike. Eger komploya navneteweyî dewam dike, di kîjan qonaxan re derbas bûye û îro çawa tê meşandin?

Bêguman komploya navneteweyî bi giranî hatiye pûçkirin. Lê di encama komploya navneteweyî ya 9 'ê Cotmehê û 15 'ê Sibatê de, Rêber Apo di salvegera 25'an a komployê de hê jî li Girava Îmraliyê bi tena serê xwe tê ragirtin. Ev delîl eşkere ye ku komplo berdewam e. Pêve girêdayî pirsgirêka Kurd û statûya azadiya gelê Kurd ne hatiye bidest xistin. Heta ku Tirkiye demokratîk nebe komploya navneteweyî wê dewam bike. Dema ku Rêber Apo azadiya xwe ya fizîkî ji nû ve bi dest bixe, bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo re wê Kurd jî azad bibin, her ku Tirkiye demokratîk bibe wê komploya navneteweyî bi tevahî pûç bibe û têk biçe. Di vê wateyê de her çiqas rast e ku komplo negihîştiye armanca xwe ya ku di destpêkê de hatiye plankirin, lê belê bi heman awayî bi şêwazên cuda hê jî didome. Komploya 15’ê Sibatê bi her cure hêz û zextên siyasî, derûnî û heta fizîkî pêk hat. Komplo niha li Îmraliyê bi tecrîda giran a li ser Rêber Apo tê meşandin. Bi salan e der barê jiyan û tenduristiya Rêber Apo de em nikarin ti agahî bigirin. Ji ber vê yekê bilindkirina asta têkoşînê li her qadê û di her astê de hem pêwîstiyeke exlaqî û hem jî ferzeke dîrokî ye. 

Tevî hemû şêweyên berteka û têkoşînê jî, dewleta Tirk a faşîst a dagirker, qirker û mêtinger, nehiştiye ku em der barê rewşa Rêber Apo de agahî bi dest bixin û bi ti awayî destûr ne hat dayîn ku malbat û parêzer hevdîtin pêk bînin, ev yek îspat e ku ev komplo hê jî bi awayekî herî bêexlaqî tê meşandin. Ligel ku ev 25 sal in nîqaşa hêj komplo didome û li dijî komployê têkoşîn berdewam dike, divê êdî azadiya fîzîk a Rêber Apo teqez bê bidest xistin. Ji xeynî vê, divê tu destkeftî û geşedanek me têr neke û bibe sedem ku em bikevin nav dilrehetiyê. Ji ber ku weke min anî ziman, Rêber Apo bi awayekî fizîkî girtî ye. Agahiyek, peyamek an jî nirxandinek herî biçûk a Rêber Apo dê bandorek mezin li ser partiya me û gelê me di warê moralê de bike. Ji ber vê yekê dewleta Tirk a mêtinger, rejîma faşîst a AKP-MHP'ê Rêber Apo ji gelê me û partiya me tecrîdkirî dihêle û xistiye statuyekê ku em nikarin dengê wî bibihîzin û agahî bigirin. Bêguman ev rêbazeke kirêt a komplo û şerê taybet e.  

Em weke tevger têkoşîna herî dijwar û bi rûmet a hemû serdeman didin meşandin. Bi heman awayî dewleta Tirk a faşîst a mêtinger jî bi bikaranîna tecrûbeya şer a 40 salan, her cure derfet û îmkanan, bi bikaranîna teknîk û teknolojiyê û her wiha bi standina desteka navnetewî, bi taybetî DYA û NATO'yê êrîşên xwe bê ku ti rêgez û pîvanên exlaqî nas bike didomîne. Di van êrîşan de rojê bi dehan caran gazên jehrî û çekên kîmyewî li dijî Gerîlayê Azadiya Kurdistanê bi kar tîne. Ev jî nîşan dide ku komploya navneteweyî hê jî didome. Ji ber ku di vî şerî de, ku li dijî gerîla weke rêbazeke şerê taybet tê pêşxistin, her şêwe desteka hêzên navneteweyî heye.

Ji ber vê yekê, êrîş xwedî karakterekî navneteweyî ye. Tevî ku bikaranîna wan çekan qedexe ye û her cure cezayên li dijî hêzên bi kar tînin tên sepandin, lê bikaranîna dewleta Tirk a çekên kîmyewî tê qebûlkirin û hevkarî bi dewleta Tirk re tê kirin. Ev jî berdewamiyeke din a komploya navneteweyî ye. Bi kurtasî dixwazim vî tiştî bînim ziman; Rêber Apo, diyalektîka PKK’ê, diyalektîka PKK’ê û gelê Kurd girîng e. Bi gotineke din, di van mijaran de tu pêşketin ji yên din ne serbixwe ye. Ger îro li Kurdistanê li ser siyaseta fermî ya demokratîk jî êrîş û operasyonên qirkirina siyasî yên herî mezin di dîrokê de tên pêşxistin, bêguman têkiliya wê bi rastiya Rêber Apo re heye. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê wateya ku pêşî li qirkirina siyasî girtine. Lê belê tayînkirina qeyûman li hemû şaredariyên ji aliyê HDP'ê ve hatine qezençkirin, ku nêzî 7 mîlyon deng stendiye û xwedî 80 şaredariyan e, girtina hemû hilbijarteyan û daxwaza girtina bi sedan rêveber û endamên partiyên wan bi cezakirin û dûrxistina wan ji siyasetê, mînakeke zelal a komploya navneteweyî ya dewam dike ye.

Eger îro bi deh hezaran şoreşger û welatparêz li zindanên Kurdistan û Tirkiyeyê tên ragirtin, eger bi sedan milîtanên PKK'ê yên Apoyî ev 30 sal in hîna di girtîgehê de ne, ev yek bi rastiya Rêber Apo re xwedî diyalektîkekê ye. Ger em hemûyan kom bikin, weke aliyê din ê vê komployê, şerekî taybet heye ku bi awayekî bêexlaqî û bêperwa tê meşandin. Ev tê wê wateyê ku komploya navneteweyî ya li ser PKK’ê û gelê Kurd di her qadê de, di asta bîrdozî, siyasî, leşkerî û derûnî de didome. Ji ber vê yekê ev têkoşîn heta ku Rêber Apo bigihêje azadiya xwe ya fîzîkî, heta ku gelê me bigihêje statuya xwe ya azad a demokratîk wê bidome. Encax wê demê komplo wê têk biçe an jî biqede. Naxwe carinan pêvajoyên ku em di nav de zehmetiyan dijîn an jî zorê didin dijmin wê tim hebin. Heta ku cewher û karakterê pêvajoyê bi vî rengî be, komplo wê bi şiklek berdewam bike.

Li ser pirsa we, divê ez careke din bibêjim ku bê guman têkoşîna me li hemberî komploya navneteweyî di gelek qonaxên dijwar û krîtîk re derbas bûye. Li hemberî her cure rêbazên komploya navneteweyî, bi bilindkirina têkoşînê re me xwest bersivê bidin. Hewl dan serok û kesayetên sexte derxin pêş, lê bi ser neketin. Li dijî her pirsgirêkeke bi vî rengî ya em pê re rû bi rû man, weke partî me ji xwe re kir sedem ku di asta bîrdozî û rêxistinî de hîn bêhtir xwe bi rêxistin bikin.

Eger paradîgmaya Rêber Apo û berxwedana ku me pêş xistî bi ser neketibûya yan jî zemîneke ku rêber û kesayetên sexte karîbûna derkevin holê hebûya, eşkere ye ku wê îro tiştek bi navê PKK’ê nemaba. Ger PKK’ê di pêşengiya jinên Şengalê de li hemberî DAÎŞ’ê serkeftineke dîrokî bi dest nexista, wê rêber û kesayetên sexte li ser gel bibana bela. Ger PKK’ê nebûya, ne Şengal rizgar dibû û ne jî şoreşa Rojava pêk dihat. Her valahiyek dema ku çêbû xeta Apoyî hewl da rola xwe bilîze. Li dijî wê pêkhateyên dij-PKK’ê jî ketin hewldanê. Ev tê wê maneyê ku komploya navneteweyî bi rastî jî xwestiye û dixwaze hebûna xwe weke rêbazeke şerê taybet, bi konseptên nû yên ku her tim xurt dike, xwe nû dike û li ser vê bingehê ferz dike û dixwaze bi ser bikeve, didomîne. Bê şik ya ku wê encamê diyar bike wê asta berxwedanê ya ku em weke tevger û gel di xeta Rêber Apo de nîşan bidin be. Xeta Rêber Apo ya bênavber wê teqez bi ser bikeve. Serkeftin bêguman wê ya gelê me be, têkçûn wê ya hêzên komploger be.

Wê dewam bike...