Bayik: Divê kes bivir li lingê xwe nede

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bal kişand ser danûstandinên Tirkiyeyê bi hêzên herêmî yên ji bo operasyonek gengaz a li dijî PKK'ê û destnîşan kir, ku divê kes nede pê Bahçelî-Erdogan, ji ber ku ne li berjewendiyê kesî ye.

Hevserokê Konsêya Rêveber a KCK Cemîl Bayik tevlî bernameya Nêrîna Azad a Ronahî TV bû û li ser rewşa li Kurdistan û herêmê bersiv da pirsên Dîcle Îto.

Bayik, trafîqa hevdîtînan a navbera Tirkiye, Îran, Iraq û hin aliyên siyasî û armancên van hevdîtinan nirxand.

Bayik diyar kir ku desthilatdariya Erdogan-Bahçelî ketiye di nava zor û zehmetiyeke mezin, ji bo ji vê derbikeve tawîzan dide û dixwaze xwe ji vê rewşê derxîne.

Bayik got, têkîliya Tirkiye bi DAIŞ û Nûsra re Erdogan-Bahçelî xistiye nava heriyê û wiha pêde çû; "Desthilatdariya Erdogan-Bahçelî ketiye nava zor û zehmetiyeke mezin. Ev çiqasî bûn desthilat, ewqasî jî zilm û faşîzm zêde bû. Dixwazin bi vêya hezên li dijî xwe tine bikin. Faşizm û desthilatdariya xwe bi cih bikin. Ji ber vê jî dixwazin dewleteke nû ava bikin. Ev karê ku dimeşînin ne ku pir bi hêz in. Ji bo wê van karan dimeşînin, pir di zor û zehmetiyan dene, ji bo wê van pêngavana dimeşînin. Armanca Erdogan hebû; dixwest li Rojhilata Navîn xwe bike Serokê Sûniyan, ji bo wê kar dikir. Ji bo wê jî tekiliya xwe bi El-Nusra’re, bi DAIŞ’re çêkir, alîkariya wan kir. Xwest di ser wan re vê armancê xwe pêk bine. Çiqas alîkariya Nusra, DAIŞ wana kir. Ji bo wana tahrîbatê mezin li heremê pêş xistin, heta bi wesfê vana li Ewropa hinek tahribat, kuştin pêş xistin lê negîhiştin encamekê. Bi giştî siyaseta wan îflas kir. Erdogan çiqas alîkariya DAIŞ, Nusra kir jî bi wê jî ket heriyê. Hate dijberiyê demokrasî, azadiyê, ji bo wê di siyaseta xwe ya Rojhilata Navîn de têk çû. Ji bo wê jî di qada navneteweyî de kesekî ku li gel Erdogan-Bahçelî nema, tenê man, tecrît bûn. Bi siyaseta xwe ew netîce bi xwe re çêkirin. Ne tenê li qada navneteweyî çêbû, di hûndirê Tirkiyêde jî çêbû. Di nava Tirkiyê jî, civakê Tirkiye hemû perçe kirin, dijbertî çêkirin. Tenê li gel wan ê ku menfatê jiyan dikin man, li dervayî wê kesek li gel wan nema."

Bayik, bilêv kir ku bi tine kirina PKK armancê pêkanîna qirkirina li ser Gelê Kurd dikin û got "Her diçe li Tirkiyeyê bingêha wan kêm dibe, têk diçe. Niha têkoşîna PKK jî wana teng dike. Nahêle ku ewna bigehên armancên xwe. Ew dixwazin li dijî PKK encam bigrin, qirkirinê Kurd çêbikin, bi vê xwe bi hemû kesan re bidin qebûl kirin. Ji bo vê hemû derfetan bi kar tînin, çiqas bi kar tînin jî nikarin encam bigrin. Her ku dixwazin PKK tine bikin, qirkirinek li ser gelê Kurd çêbikin di wê de dikevin nava heriyê. Dikevin bîrekî hin kûr hin mezintir û nikarin edî ji wir derbikevin, dikevin vî halî. Îro Erdogan-Bahçelî dîtin ku ew xewn û xeyalê wan ne rast in, pêk nayên. Di Rojhilatanavîn de xwe bikin Serokê Suniyan, dîsa wek Osmaniyan împarotoriyek çêbikin, xwe bikin hêzeke mezin, bi vê ya xwe bidin qebûlkirin. Dîtin ku ev encam nade û têk diçin."

BI HEMÛ HÊZ Û DERFETÊN XWE DIXWAZIN PKK'Ê Û GELÊ KURD TINE BIKIN

Bayik bal kişand ser danûstandinên hin hêzan bi Tirkiyeyê re û destnîşan kir, ku di van danûstandinan de tinekirina Kurdan esas tê girtin.

Bayik got, "Bi tinekirina PKK’ê re dikarin li ser piya bisekinin, wekî din ne mûmkine. Ji bo wê bi hemû hêz û derfetên xwe ji bo çawa PKK tine bikin ku bikaribin qirkirinê gelê Kurd bikin hewl didin. Ji ber ku dizanin heya PKK tine nekin nikarin qirkirina li ser gelê Kurd çêbikin. Ji bo wê bi hemû derfetên xwe li ser vê disekinin. Ji bo vê dixwazin tekîlî Îran re çêbikin, Iraq re çêbikin, alîkariya wan bikin. Bi her kesî re diaxivin ku alîkariya wan bikin. Bi alîkariya wan derbe li PKK bixin, PKK bê tesir bikin, qirkirinê gelê Kurd çêbikin. Ji bo wê tawîzan li ser tawîzan didin, tiştekî ku nefiroşine nemaye. Her tişte ku Tirkiye difroşe bi vê armancê difroşe. Her kes jî vê dibîne. Dibînin ku Tirkiye pir lewaz ketiye, di zor û zehmetiyan deye ji bo wê diçe ber lingê van, tawizan dide. Ew jî dixwazin bi rewşa Tirkiye ji bo xwe encam werbigrin. Ji ber ku ji bo wan jî derfete. Tirkiye ketiye di nav zor û zehmetiyeke mezin. Di nava pirsgirekan de ye. Ji bo ku xwe vî rewşî de derxînin hemû tewîzan didin, ew jî dikarin viya firset ji bo xwe bibinin. Çi bi dest bixin dikarin bi dest bixin ew jî vî armancî nêz dibin. Ev Tirkiyeyê ti carî bi ser naxîne. Ev Tirkiye hin behtir li bin dixe, pirsgirekan hîn zedetir kûr û zedetir bike."

PKK Û GELÊ KURD ROLEKE STRATEJÎK DILÎZIN

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK Bayik behsa operasyoneke li ser PKK kir û wiha got;

"Tirkiye bi alîkariya Îran, Iraq û hinek dewletên din dixwaze li ser PKK operasyonan pêk bîne. Berjewendiyên wan dewletan di van operasyonan nîne. Ew ji Tirkiyê tawîzan digrin. Îran be, Iraq be an jî dewletên din bin, ji bo Erdogan-Bahçelî ji bo çi wê dijminatiya gelê Kurd û PKK bikin, ji bo çi bikevin operasyonan? Ji ber ku ew nakeve xizmete wan, ew bi xwe jî vêya dizanin, ew ê zirar bide wan. Ragihandina rejîma faşîst dibêje 'me bi Îran re îttîfak çêkir, li ser Şengal, li ser Rojava û Qendîl operasyonan bikin'. Îran jî li ser van gotinan ragihand ku 'tiştek wiha nîne, derewin'. Tirkiye diplomasiya ku dimeşîne, karê ku dimeşîne li hundir û li derve wê çawa PKK û Kurdan ji holê rake ew e. Li ser vê bingehê kar dimeşîne. Niha menfeata gelekan ne li ser daxwaziya Erdogan-Bahçelî ye. Ji ber ku hemû kes dibîne ku PKK hêzekî bingehîne, Kurd hezekî bingehînin, hêza azadî û demokrasiyeye. Ê ku dixwaze guhertinan bikine, ê ku dixwazin azadî û demokrasi çêbibine. Hemû PKK û Kurdan dibînin. Kî dikare bivir li linge xwe bide. Bi Tirkiye bi ser PKK û Kurdan ve biçe. Ev nakeve xizmete kesekî, zirarê mezin wê bide wan. Niha Erdogan-Bahçelî ne tenê ji bo PKK û gelê Kurd belayekî mezine, ji bo giştî heremê, ji bo hemû mirovahî belayekî mezine. Ji ber faşizmê eşkere eşkere pêş dixe. Eşkere alîkariya DAIŞ dike, DAIŞ li ser alîkariya wan li ser gelekan qetlîaman pêş dixîne. Kî ye daxwaziya Erdogan-Bahçelî qebûl bike, pêk bine, daxwaziya wan qebûl kirin li dijî xwe jî sekînîne. Rêya DAIŞ vekirine, DAIŞ hîn zedetir kuştin û tehrîbatan bike. Vaya her kesek fêm kiriye. Her kes dizane kî tekîliya Erdogan-Bahçelî DAIŞ’re ye. Li ser DAIŞ siyasetê dike, faşîzmê pêş dixîne, komkujiya pêş dixîne, menfeata mirovatiyê ne di desthilatdariya van de heye. Ji bo wê jî bawer nakim ku kes daxwaziya wan qebûl bike, li gel wan dijminiye ji bo PKK û gelê Kurd bike."

BÊYÎ KURDAN AŞTÎ JÎ, ŞER JÎ NE PÊKAN E

Bayik destnîşan kir ku her kes dibîne li Rjohilata Navîn bêyî PKK, bêyî Kurdan aştî jî, şer jî nabe û wiha dewam kir. "Ji ber PKK û Kurd bûye hêza aştî û şer. Rola PKK û Kurdan rolekî stratejik e, rolekî bingehîne. Ji bo wê her kes vê dibine, her kes li ser vê dixwaze siyaseta xwe de guhertinan jî çêbike. Herkes rewşa Erdogan-Bahçelî jî dibînin. Ewna ji bo heremê û mirovahiyê çî îfade dikin her kes viya jî dibîne. Ji bo wê kes nikare Erdogan-Bahçelî ji bo xwe esas werbigre. Menfeata kesekî di wan de nîne. Menfeata her kesekî di PKK û Kurdan de hene. Ji bo wê ew dijmîniyê ku Erdogan-Bahçelî ji bo PKK, ji bo gelê Kurd dike li gel gelek hêzan, dewletan zêde encam nade. Ji ber ku her roj dibînin ku Erdogan-Bahçelî xwe dixin heriyê, her roj ji bo mirovahiyê xetertir dibin. Ê ku girêdeyînê xwe bi mirovahiyê û nirxên wî hebin viya dibînin. Kes nikare xwe li gel Erdogan-Bahçelî bixe heriyê, xwe gemar bike, xwe bike sûcbar. Ez bawerî nadim ku kes sucê Erdogan-Bahçelî ji bo Kurdan, jibo mirovahiyê pêş bixîne, xwe bike şîrîk. Bilakîs baweriya min ewe ku hemû hêz jî vê dibinin. Ê çawa lawaziya wan ji bo xwe esas werbigrin dê viya ji bo xwe esas bigrin. Ê li gel siyasetê wan cîh negrin, heta eger hinek bi şaşîtî Erdogan-Bahçêlî cîh bigrin wê wextê dikevin sûcekî mirobahiyê. Ji ber ku Erdogan-Bahçelî sûcekî pir pir mezin ê mirovahiyê jiyan dike. Wê wextê ew jî dê bibin şîrîkê wê, wê nikaribin xwe xilas bikin, ewê jî bi wa re xeteriyek mezin çêbike. Banga min ji bo her kesê jî ewe ku kes li gel Erdogan-Bahçelî li gel siyaseta wan cîh negre, li hember gelê Kurd, hember mirovahiyê xwe sûcbar neke. Berovajî wê pêwîste li dijî siyasete Erdogan-Bahçelî bisekinin, xwe nezîkî PKK û Kurdan bikin. Alîkariya PKK û Kurdan bikin. Ev dikeve xizmeta wan ê din nakevin xizmeta wan, dikeve xizmeta hinekên din."