Bayik bang li PDK’ê kir

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ê bang li PDK’ê kir, diyar kir ku li dijî dijminên Kurdan dixwazin bi PDK’ê re tevger bikin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ê ku wê ji bernameya taybet a ku sibe di saetên şevê de ji Stêrk Tv re baxivîe, li ser gelek mijaran nirxandinê dike.

Bayik di beşek nirxandinên xwe de destnîşan kir ku ne li dijî PDK’ê û statûya Başûr in, li dijî dijminên Kurdan dixwazin bi PDK’ê re tevbigerin.

Bayik da xuyakirin ku ji bo gelê Kurd fersendekî dîrokî heye, divê vê fersendê ji dest nedin û ev bang li PDK’ê kir: “Hem li ser navê tevgerê, soz didin gelê Kurd û hemû gelê cîhanê em ne li dijî statûya Başûr hikûmeta Başûr û pêşmergeyên wê jî qebûl dikin. Ti pirsgirêka me bi wan re tine.

DIVÊ PDK SOZ BIDE KU SÎXÛRIYÊ JI TIRKIYEYÊ RE NEKE

Daxwazê ji PDK’ê dikin ku soz bidin ku sîxûriyê ji Tirkiyeyê re nekin. Xizmeta siyaseta qirkirinê nekin. Divê ew jî soza vê yekê bidin. Eger ku soza vê bidin, wê demê wê çareseriya pirsgirêkên heyî hê rehetir pêk bên. Daxwaza me ya ji gelê me jî ew e ku di vê mijarê de li ser vê yekê bisekine.

Di vê mijarê de dixwazim tiştekî din jî bêjim; Tu kes pêşiya vê tevgerê û têkoşînê nikare rawest e. Divê tu kes ji bo me nebêjin, dev ji têkoşînê berdin û li ber xwe nedin. Ev tevger li dijî teslîmyet û xiyanetê derketiye; heta dawî jî wê têkoşîna vê bike. Tevgera me heta azadiya gelê Kurd pêk neîne, wê rojekê tenê jî dev ji têkoşînê bernede.”

Temaniya nirxandinên Bayik wê sibe şev li gorî saeta Ewropayê saet 18:00’an di Stêrk Tv de bê nîşandan.