Bavê gerîla û girtiyan Ateş çû ber dilovaniya xwe

Bavê gerîla û girtiyan Teyfîk Ateş, xwîn çû ser mêjiyê wî, li ser vê çû ber dilovaniya xwe.

Bavê gerîla û girtiyan Teyfîk Ateş (Abdulkerîm) beriya bi 5 rojan xwîn çû ser mêjiyê wî û felc bû. Ateş ê ku rakiribûn Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê duh çû ber dilovaniya xwe.

Du zarên Teyfîk Ateş gerîla ne û du zar jî li zindanê girtîn e, dayika wan, Dayika Aştiyê Remziye Ateş par çûbû ber dilovaniya xwe, Teyfîk Ateş heta hilma xwe ya dawî jî xizmet ji Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê re kir.

Ateş li gundê Tepecîkê yê navçeya Kocakoyê ya Amedê, ku salên 90'î dewleta Tirk şewitandibû bi merasîmekê hate veşartin.