Bav Şahîn: Li Patnosê mirinê li ser girtiyan ferz dikin
Bavê girtiyekî Abdullah Şahîn qala binpêkirina mafên mirovan ên li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê kir.
Bavê girtiyekî Abdullah Şahîn qala binpêkirina mafên mirovan ên li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê kir.
Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Patnosê ya Agiriyê ku bi binpêkirina mafên mirovan, zext û zordariyê her tim di rojevê de ye, zext roj bi roj lê giran dibe. Bavê Yûsûf Şahîn ê 2 sal in li Girtîgeha Patnosê girtî ye Abdullah Şahîn ji Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê re qala şert û mercên girtîgehê, zext, zordarî û binpêkirina mafên mirovan kir.
Şahîn diyar kir ku rewşa li girtîgehê roj bi roj nebaş dibe û got, "Xwarinê hindikî didin girtiyan. Guhertina li qewîşan nakin. Ava germ û rojnameyan nadin girtiyan. Girtiyan dernaxin revîrê. Mirinê li ser girtiyan ferz dikin. Axaftina bi telefonê du hefteyan carekê dikarin bikin. Girtî mehê carekê derdixin hevdîtinê. Her ku em diçin hevdîtinê saetek an jî du saetan me radiwestînin. Gava em rewşa girtiyan dibinîn em pê diêşin."
Bav Şahîn anî ziman ku cilên yek tîpî anîne girtîgehê û wiha got: "Cilên yek tîpî li ser girtiyan ferz dikin. Girtî vê pêkanînê qebûl nakin û li ber vê radibin."
Şahîn da zanîn ku hejmara girtiyan di ser kapasîteya girtîgehê re ye û got: "Li hin qewîşan 25 girtî tên hiştin. Her dawî gava çûm hevdîtina kurê xwe, ji min re got ‘Daxwaznameyên me li dijî êrîş û binpêkirinên mafan dan rayedarên girtîgehê, qebûl nekirin. Midûrê girtîgehê nêzîkatiyên provokatîf nîşanî girtiyan didin. Xwarinê paqij çênakin. Destûrê nadin ku em derbikevin qadên civakî."
Bavê Abdullah Şahîn destnîşan kir ku rayedarên girtîgehê pêkanînên kêfî li ser girtiyan ferz dikin û wiha bi dawî kir: "Ji ber şert û mercên girtîgehê kurê min ji 65 kîloyan bûye 45 kîlo. Ji ber şertên xerab girtî bi nexweşiyên cûr bi cûr ketine û kêm dikin. Em pêkanîn û vê neheqiya giran qebûl nakin. Em bang li raya giştî dikin ku bi hestiyarî tevbigerin."