Bandora boykota li Başûrê Kurdistanê zêde dibe

Bandora kampanya boykotkirina malên Tirkiyeyê ya li Başûrê Kurdistanê zêde dibe ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dest pê kiriye.

Piştî ku rejîma Tirk di 9'ê Cotmehê de li dijî Rojava dest bi êrîşên dagirkerî û qirkeriyê kir, şêniyên Başûrê Kurdistanê jî dest bi kampanya boykotkirina malên Tirkiyeyê û ger û geşta Tirkiyeyê kirin.

Li gorî nûçeya AFP'ê kampanya boykotê bandora xwe dike, bi taybetî bi kêrî malên Îranê tê.

HUNERMEND BANYE: BOYKOT ÇEKA ME YE

Başûrê Kurdistanê û Iraq salane bi 8 milyon dolarî fêkî, berhemên plastîk, mast an jî berhemên kozmetîk ji Tirkiyeyê dikirin. Ev berhem di ser Başûrê Kurdistanê re tên derbaskirin û digihêjin bazarê.

Hunermendê navdar ê Başûrê Kurdistanê Hamîd Banye got, "Ji bo şerê li dijî Tirkan em nikarin rahêjin çekê û biçin eniyê. Wê demê boykot dibe çeka me."

Banye diyar kir ku ji bo têkbirina aboriya Tirk wê di asta herî bilind de xwe bigihînin mirovan û ji bo boykotkirina fîlm û stranên Tirk jî bang kir.

QSD'Ê PIŞTEVANIYA KAMPANYAYÊ KIR

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) jî piştevaniya kampanyayê kir. Ji berdevkên QSD'ê Mûstafa Balî got, "Her pereyê ji bo kirîna malên Tirk an jî xwedîkirina tûrîzma Tirk dibe fîşek û bombe û li zarokên me yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibarin."