Balafirên şer li esmanê Mexmûr digerin

Ji saetên şevê ve li esmanên Mexmûrê balafirên şer bê navber difirin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji saetên şevê ve bê navber balafirên şer digerin.

Nayê zanîn bê ka ev balafir girêdayî kîjan welatî ne, yan jî girêdayî koalîsyona li dijî DAÎŞ’ê yan Iraq yan jî dewleta Tirk e.

Piştî daxuyaniya Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî ya mîna peyama şer tê pênasekirin û Berpirsê liqa 23’ê ya PDK’ê ya navçeya Mexmûrê Kirmanc Ebdûllah ku wargeha Mexmûr kir hedef, tevgera zêde ya balafirên keşfê balkêş e.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di pêvajoya van 4 salên borî de balafirên şer ên Tirk Wargeha Penaberan a Mexmûrê bombe kirin û zêdetirî 10 sivîl şehîd û birîndar bûne.