Balafirên şer ên Tirkiyê herêma Amêdiyê bombebaran kirin
Balafirek Keşfê ya Bêmirov (ÎHA) a artêşa Tirk li herêma Guherzî ya girêdayî navçeya Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê kete xwarê. Balafirên şer ên Tirkiyê herêma Amêdiyê bombebaran kirin.
Balafirek Keşfê ya Bêmirov (ÎHA) a artêşa Tirk li herêma Guherzî ya girêdayî navçeya Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê kete xwarê. Balafirên şer ên Tirkiyê herêma Amêdiyê bombebaran kirin.
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê didom e.
Li gorî nûçeya RojNewsê, balafireke keşfê ya bêmirov (ÎHA) a dewleta Tirk a dagirker li nêzî gundê Guherzî ya girêdayî Amêdiyê ketiye xwarê.
Balafirên şer ên girêdayî artêşa dagirker jî derdora bajarokê Çemankê ya girêdayî Amêdiyê bombardoman kir. Hate diyarkirin ku li herêma hatî bombardoman kirin agir derketiye.