Balafirên şer ên Tirk êriş birin ser herêmên Xakurkê û Zapê

HPG'ê diyar kir ku balafirên şer ên Tirk di 31'ê Çileyê û 3'ê Sibatê bombe li herêmên Xakurkê û Zapê barandin. Hate ragihandin ku ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker êriş birin ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Di vê çarçoveyê de;

Di 31'ê Çileyê de saet 18:00 balafirên şer bombe li qada Sininê ya herêma Xakurkê û qada Sida ya Zapê barandin.

Balafirên şer 3'ê Sibatê piştî nîvro û saet 20:00 de qada Sininê ya Xakurkê û saet di 19:00 de jî qada Çemço ya Zapê bombe kirin.

Ji ber vê bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat."