Balafirên şer ên Tirk bombe li herêmên Zê û Avaşînê barandin

Balafirên şer ên artêşa Tirk 11-13'ê Adarê bombe li herêmên Zê û Avaşînê barandin. HPG'ê ragihand, ji ber bomberdûmanê zerar negihiştiye hêzên wan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser bomberdûmanan balafirên şer ên artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "11'ê Adarê saet 09:30'î balafirên şer bombe li qada Şikefta Birîndara ya herêma Zê barandin.

12'ê Adarê saet navbera 08:30 û 09:30'î qadên Çiyayê Reş, Tepê Cehennem û Ava Zê yên herêma Zê, saet 17:15'an jî qada Sida ya herêma Zê hatine bombekirin.

13'ê Adarê (îro) saet 01:50'î balafirên şer bombe li Geliyê Avaşînê yê herêma Avaşînê barandin.

Ji ber bomberdûmanê zerar negihiştiye hêzên me."