Balafirên şer ên Tirk bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê bombardûman kirin. Ji ber êrişên hewayî tiştek bi hêzên gerîla nehat.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku li hemberî gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker hatine kirin.

Li gorî daxuyaniyê, berfirehiya êrişan wiha ye:

"26'ê Sibatê saet di 06:00 qada Şikefta Birîndaran a herêma Zapê bi balafirên şer hate bombekirin.

26'ê Sibatê saet di 10:00 de qada Kartalê, saet di 20:20î de jî qada Mervanosê ya herêma Avaşînê bi balafirên şer hatin bombekirin.

26'ê Sibatê saet di 13:00 de qada Saca ya herêma Zapê bi balafirên şer hate bombekirin.

26'ê Sibatê saet di navbera 13:00-13:30'î de derdora gundê Siyanê û Çemrobotkî yên herêma Garê hatin bombekirin.

28'ê Sibatê saet di 06:15'an qada Kartalê ya herêma Avaşînê bi balafirên şer hate bombekirin.

28'ê Sibatê saet di navbera 18:00-18:30'î de derdora gundê Yekmalê ya herêma Garê bi balafirên şer hate bombekirin.

2'ê Adarê saet di 23:00 de qada Basyanê ya herêma Avaşînê bi balafirên şer hate bombekirin.

6'ê Adarê saet di navbera 10:00-11:00 de qada Sinînê, saet di navbera 19:00-20:00 de qada Şekîf a herêma Xakurkê bi balafirên şer hatin bombekirin.

6'ê Adarê saet di navbera 10:30-11:00 de qada Kunişka ya herêma Avaşînê bi balafirên şer hate bombekirin.

Ji ber van êrişên hewayî tiştek bi hêzên me nehatiye."