Balafirên şer ên Tirk bombe li gundê Zêwekê yê Qendîlê barand

Balafirên şer ên Tirk a dagirker bombe li gundê Zêwekê yê Binarê Qendîlê barand.

Di saet derdorî 16:00’an de balafirên şer ên Tirk bombe li gundê Zêwekê yê Binarê Qendîlê barand.

Hate ragihandin ku ji ber êrîşê welatiyên herêmê malên xwe terikandine û şewat li deverê derket.

Balafirên şer duh jî saet 21:30’î jî gundên Zêwke, Aliyereş û Kunemaryan ên Binarê Qendîlê bombe kiribûn.