Balafirên şer ên Tirk Amêdiyê dîsa bombe kir

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker devera Amêdiyê ya ser bi herêma Behdînanê bombebaran kirin, ziyanek mezin gihandin xwezaya deverê.

Ji beriya demek kurt balafirên şerê ên dewleta Tirk a dagirker Geliyê Dêra û Bêşêlî ên dikevin devera Berwariya Bala ya ser bi bajaroka Amêdiyê bombebaran kirin.

Têkildarî ziyanên canî yên êrişê agahiyek zelal nehat bidestxistin, hate ragihandin ziyanek zêde bi bax û rezên welatiyan û xwezaya deverê ketiye.

Hêjayî gotinê ye roja 30’yê Gulanê balafirên Tirk li gundê Hitnî yê nêzî çiyayê Kurejaro ya ser bi bajaroka Şêladizê komkujî pêkanîn û di encamê de bav û kurek şehîd ketibûn.