Balafirên şer ên dewleta Tirk bombe li herêma Biradostê barandin

Balafirên şer ên dewleta Tirk du caran devera Biradostê ya girêdayî navçeya Sîdekan bombebaran kirin.

Balafirên şer ên dewleta Tirk, danê êvarê di demên cuda de du caran devera Biradostê ya girêdayî navçeya Sîdekanê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê bombebaran kirin.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, balafirên şer ên dewleta Tirk ya dagirker deverên Gerwê Sîngan û gundê Bêrkim n devera Biradostê bi dijwarî bombebaran kirine.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku balafirên şer yên dewleta Tirk ya dagirker doh devera Bamernê ya girêdayî Amêdiyê ya parêzgeha Duhokê bombe li sivîlan barand û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da, yek jî birîndar bû.