Balafirên şer ên artêşa Tirk hawîrdora gundê Mîska ya Kanîmasiyê bombe kir

Li gorî saeta herêmê di saet 23.00’an de balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker hawîrdora gundê Mîsk ya girêdayî bajaroka Kanîmasiyê ya Başûrê Kurdistanê bombekir.

Dewleta Tirk a dagiker warên sivîl ên Başûrê Kurdistanê bombebaran dike.

Îşev li gorî saeta herêmê di saet 23:00’an de li ser gundê Mîsk a girêdayî Kanîmasiyê êrîşa hewayî pêkhat.

Piştî êrîşa hewayî li herêmê şewat derket.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker duh jî li herêma Bagêr ya navçeya Amêdiyê wesayîteke sivîlan kiribû armanc.